Di Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de gelek belgefîlmên Kurdî hatin nîşandan

Di 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de gelek belgefîlm hatin pêşandan. Belgefîlmên ku behsa pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê dikin, rastî eleqeyek mezin a temaşevanan hatin.

Navenda Nûçeyan- Di 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ku 25’ê Nîsanê dest pê kir de gelek fîlm û belgefîlm hatin pêşandan. Fîlm û belgefîlmên ku li sînemayên UFA Palast û Metreopol Saal hatin nîşandan li Dusseldorfê atmosfereke cuda afirand.

Nivîskar Sirri Ayhan ku 30 sal in li Dusseldorfê dijî, nêrînên xwe yên der barê festîvalê de wiha parve kir: "Ev 30 sal in ez li Dusseldorfê dijîm. Cara yekem e ku li Dusseldorfê festîvaleke bi vî rengî ya girîng a layiqî gelê me tê lidarxistin. Gelê Dusseldorfê bû şahid ku Kurdan çi berhemên gerdûnî derxistine. Em bi meşan hatin naskirin.”

Nivîskar Kakşar Oremar ku 25 sal in li Dusseldorfê dijî, got: "Fîlmên me yên dirêj û belgefîlmên gelek girîng hatin pêşandan. Temaşevan ne tenê Kurd bûn. Elman, Efrîqî û mirovên ji civakên din ên koçber ên ku dixwestin Kurdên li vî bajarî dijîn nas bikin jî ji bo temaşekirina fîlman hatin. Ez girîngiyeke mezin didim ji bo ku em xwe bi xebatên pir girîng didin nasîn."

6 belgefîlm hatin nîşandan

Li sînemaya Metropol Saal 6 belgefîlm hatin nîşandan. Belgefîlmên ku tên nîşandan ev in:

Hawazgê Kilamo-Xidir: Derhênerê belgefîlma ku 59 deqîqe ye Hasan Saglam e. Di belgefîlmê de jiyan û çîrokên helbestvanên Dêrsimê Delîl Xidir û Hidir Akgul tên vegotin.

Ra: Derhênerê belgefîlma 55 deqeyî Devrîm Tekînoglu ye. Di belgefîlmê de Elewîtîya Dêrsimê derdikeve ser ekrana mezin.

Eren: Di belgefîlma 95 deqeyî de têkoşîna Eren Keskîn a ji bo mafên mirovan tê nîqaşkirin.

Kaf Kaf: Di belgefîlma 63 deqeyî ya ku derhêneriya wê Metîn Dag dike de erdheja Vartoyê ya di sala 1966’an de pêk hat û encamên wê tên nîşandan. Di belgefîlma ku wêneyên orîjînal, fîlmên li ser vê mijarê hatine kişandin û arşîvên cuda yên televizyonan tên ronîkirin, gelek şahid tiştên ku wê rojê qewimîne tînin ziman.

Bilûra Nişo: Di belgefîlma 60 deqeyî ya ku derhêneriya wê Sedat Kiran dike de çîroka mamosteyekî bilûrê yê li Amedê tê vegotin.

Rojek: Belgefîlma dawî ya li Metropol Saal hat nîşandan Rojek a ku xelata navneteweyî girtibû. Belgefîlma ku 120 deqîqe domiya û derhêneriya wê Zaynê Akyol kir, bi taybetî ji aliyê temaşevanên Elman ve rastî eleqeyek mezin hat.

Her wiha duh li sînemaya Metropol Saal 8 kurtefîlm hatin pêşandan. Tevahiya kurtefîlmên li pey hev li heman salonê hatin nîşandan 115 deqîqe bû.