Bi beşdariya bi hezaran li Palinganê merasîma Hezar Def hat lidarxistin

Li gundê Palingan ê ku li herêma Hewremanê cihê geştiyariyê ye; bi beşdariya 20 hezar kesan merasîma Hezar Def hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Duh li gundê Palingan ê geştiyariyê yê devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya 20 hezar kesên ji herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê Merasîma Hezar Def hat lidarxistin.

Merasîma Hezar Def merasîmeke olî û çandî ye, du sal in li gundê Palingan bi beşdariya deh hezaran kesan bi coş, xuroş û heybeteke bêhempa tê lidarxistin.

Berê jî ev merasim li gundê Degaga dihat lidarxistin û di wê merasîmê de jî beşdariyeke mezin û pêşwaziyek germ hebû.