Jinên Kurd ên derhêner mohra xwe li xelata Filman ya Elman dan

Di xelata Filman ya Elmanya de jinên Kurd ê derhêner: Ayşe Polat bi filmê ‘Xala kur’, Soleen Yusef bi filmê ‘serkeftin’ ‘Filmên herî baş yê zarokan’ û Milena Aboyan bi filmê ‘Elaha’ ‘amadekariya herî baş’ û ‘rola sereke ya herî baş’ xelat wergirtin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo Xelata Filman ya Elmayanyayê ku li Elmanya di qada sinema û hunerê de yek ji xelatên herî giring e, şeva Înê li paytext Berlîn mersîmek hate li darxistin. Di merasîma Xelatên Filman ya Elmanya de jinên Kurd ên derhêner Ayşe Polat, Soleen Yusef û Mîlena Aboyan bi xelatên girtî mohra xwe li merasîmê dan.

Ayşe Polat 3 xelat girt

Derhênera Kurd ya ji Meletî Ayşe Polat bi filmê “Im toten Winkel" (Di xala kur de) ku hem senyaryoya wê nivîsî û hem derhêneriya wê kirî layîqî xelatên ‘amadekariya herî baş’, ‘derhênera herî baş’ û ‘senaryoya herî baş’ hate dîtin. Ayşe Polat xelata xwe diyarî hemû jinên ku ji bo edalet û azadiyê bi cesaret têkoşînê dikin kir.

Xelat diyarî Yilmaz Guney kir

Ji Mitos Film ku amadekarê filma ‘ji xala kur’ Mehmet Aktaş ku ji ber projeyekê li Kurdistanê bû beşdarî merasîma xelatê nebû, xelat ji Mitos Film Roj Haco girt. Mehmet Aktaş di peyama şandî ji merasîmê re got: “Ez xelata Lola diyarî Yilmaz Guney dikim. Ew husta û rênîşanerê mine. Bi jiyan û filmên xwe min bi cihana sinema da qezenc kirin.” Ev gotinên Mehmet Aktaş li salonê bi çepikan hate pêşwazîkirin. Filma ‘di xala kur de’ ku filmek polîtîk û vekêşane li Qersê hate kişandin. Di filmê ku JÎTEM Kurdan di revîne û qetil dike hatî vegotin de, dayîkek Kurd ku kurê wê ji aliyê dewletê ve hatî revandin û windakirin cih digre.

Filme herî baî yê zarokan ‘Sieger Sein’

Di filmê bi navê ‘Sieger Sein’ (serkeftin) de, weke filmê herî baş yê zarokan hate hilbijartin. Filme Sieger Sein’ ku Soleen Yusef ya Dihokî hem senaryoya wê nivîsî û hem derhêneriya wê kirî, amadekirina wê jî Sonja Schmitt, Christoph Daniel û Marc Schmidheiny girt ser milê xwe. Rolên serek yên film Jacqueline Rietz, Liza Stutzky, Dileyla Agirman û Andreas Dohler.

Di film de çîroka Mona ku li gel malbata xwe ya Kurd ji Suriye di reve vedibêje. Mona ku li gel malbata xwe re li Berlînê bicih bûye, li dibîstana ku diçeyê beşdarî tîma futbolê dibe û dibe qelecî. Mona ku meta wê şervana YPJ’ ye, wê difikire û rewşa xirab ya rih li ser xwe diavêje. Di turnovayek ku tîma dibîstanê beşdar bûye de, bi rihê têkoşer yê Mona qezenc dikin. Filma ‘Sieger Sein’ ku li giştî cîhanê bejdarî gelek festîvalan bûye, herî dawî hefteya bûrî di 1’emîn Festîvala Filmên Kurd ya Dusseldorf hatibû pêşandan.

Xelata amadekariya herî baş û rola sereke

Filma bi navê ‘Elaha’ ku Milena Aboyan derhêneriya wê kirî di dû qadan de xelat girt. ‘Elaha’ layîqî xelata ‘Amadekariya herî baş’ (Matthias Greving) û ‘Rola sereke ya jin ya herî baş’ (Bayan Layla) hate dîtin. 

Xelata Filman ya Elman ji sala 1951’an ve tê dayîn, weke xelata herî prestîjlî ya Sinemaya Elmanya hatiye qebûlkirin.