Nivîskarên jin ên Mexribê çîrokên pêşerojê bi nifşê nû re parve dikin

Jinên Mexribê yên ku çîrokên di salên zarokatiya xwe de ji dapîr û dayikên xwe bihîstine dinivîsînin û dikin pirtûk, tevli gelek çalakiyên hunerî jî dibin û çîrokên xwe bi devkî vedibêjin.

RAJA KHAYRAT

 

Mexrib- Jinên Mexribê yên ku çîrokên di salên zarokatiya xwe de ji dapîr û dayikên xwe bihîstine dinivîsînin û dikin pirtûk. Jinên ku tevli gelek çalakiyên hunerî jî dibin û çîrokên xwe bi devkî vedibêjin.

Naîma Adraa ya ku bi îlhama ji dapîra xwe girtiye û nivîskariya çîrokan dike, wiha got: “Min hemû çîrokên ku dapîra min di zarokatiya min de digot, jiber kir. Tercubeya min a çîrokan, digihîje salên min ên zarokatiyê. Em di temenê biçûk de li dora dapîra xwe kom dibûn û ji me re çîrok digotin. Me her car weke ku cara yekem dibihîzin lê guhdarî dikir. Bi taybetî di şevên serma yên zivistanê de ji bo guhdarîkirina çîrokan bêsebr bûn, beriya razên, me li çîrokan guhdarî dikir û li ber dengê dapîra xwe di xew re diçûn.”

‘Dayika min çîrokbêjeke baş bû’

Naîma Adraa, da zanîn ku dayika wê jî çîrokbêjeke baş bû, axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Ez bi çîrokên ku dihatin vegotin mezin bûm û piştre min biryar da van çîrokan binivîsînim. Pirtûka min a çîrokê ya bi navê 'Tifînagh' bi saya bavê min ê ku di komeke muzîka kevneşop de serokatî dikir çêbû. Bavê min helbestvanek bû, di koma 'Ahwash' de helbestan saz dikir û îlham dida gelek kesan. Bi helbestên xwe yên xweş re li ser hemû kesên derdora xwe bandorê çêdikir. Tevî ku ez di hunera çîrokbêjiyê de bi bandor bûm jî min hewl da gelek çîrokên ku diyardeyên civakî yên serdema xwe teqlîd dikin, gelek pirsgirêkên mirovî yên tevlihev ronî dikin û gelek pirsgirêkan di nava xwe de dihewînin bihûnim û ji xwe re şêwazek nû ava bikim.”

‘Ji bo çîrokan li gelek bajarên Mexribê geriyam’

Naîma Adraa, der barê çîroka xwe ya gelêrî ya bi navê “Haniya” de axivî, wiha got: “Ev çîrok, çîrokek ji aliyê hemû kesên Mexribê ve tê naskirin e, çîrokek nifş bi nifş derbas dibe. Çîrokek li ser keçikek bedew a bi navê Haîna ku ji aliyê Ogre One Dark Night ve hat revandin e. Min biryar da vê çîrokê formule bikim. Min xwest li gelek bajarên Mexribê bigerim û hûrguliyên hemû herêmên ku Haîna lê geriyaye, hîs bikim. Piştre min adet û kevneşopiyên civakê vegot. Ez çîrokan bi şêwazeke nû ya cuda dinivîsînim. Min ji bo qeydkirin û parastina çîrok û helbestên gelêrî yên Amazîghê bi salan kar kir. Ez dixwazim mîrateya Amazighê belge bikim.”

‘Ji bo çîrok û çîrokbêjên gelêrî pêwîstî bi lezgînî bi çarçoveyeke çandî heye’

Naîma Adraa, bal kişand ku çîrokbêjek xwedî pêwîstiya piştgirî û teşwîqê ye û wiha axivî: “Ji ber projeya ku em lê digerin çiqas bi armanc, cidî û bisûd be jî ger teşwîq û şopandinê negire nikare berdewam bike. Têkildarî çîrok û çîrokbêjên gelêrî, pêwîstî bi çarçoveyek çandî ya lezgîn heye. Ji ber ku ew ji bo hemû gelan perçeyek mîrasa devkî ye ku cewhera çand û şaristaniya mirovahiyê nîşan dide. Divê jinên di vî warî de pispor in bên teşwîqkirin. Ji ber ku çîrok bi rastî ji aliyê dapîr û dayikan ve hatiye vegotin û lewre berhemeke bê kêmasî ya çanda jinan e."

‘Ez weke çîrokbêja jin a herî baş a zaravayê Mexribê hatim xelatkirin’

Çîrokbêj Meryem Kenan jî ji temenê xwe yê biçûkatiyê û vir ve di mijara çîrokên gelêrî de xwe bi pêş xistiye. Meryem Kenan a ji lîstoka vegotinê ya devkî pir hez dike, heta di lîstoka vegotina çîrokên kêfxweş de bû pispor, gelek çîrokan jiber kir. Meryem Kenan, der barê tercûbeya xwe ya pîşeyî ya di hunera çîrokbêjiyê de wiha axivî: “Tercubeya min a çîrokgotinê bi tevlibûna min a pêşbirka ‘Çîrokbêja Herî Baş’ ku di sala 2019’an de ji aliyê kafeya çandî ya ‘O Clock’ a bajêr ve hat lidarxistin re, dest pê kir. Ez wek çîrokbêja jin a herî baş a zaravayê Mexribê hatim xelatkirin.”

‘Ez çîrokên xwe ji bilî zimanê Erebî û zaravayê rojane bi zimanên Fransî û Îngilîzî jî vedibêjim’

Meryem Kenan, diyar kir ji bo hunera çîrokbêjiyê tune nebe, tevli dibistaneke ku hunera çîrokbêjiyê fêr dike bûye û bal kişand ku Meydana Jemaa Al Fna jî di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO’yê de weke mîrateya devkî ya mirovahiyê hatiye veqetandin. Meryem Kenan, wiha axivî: “Ez çîrokên xwe ji bilî zimanê Erebî û zaravê rojane, bi zimanên Fransî û Îngilîzî jî vedibêjim. Ez çîrokên xwe li O ​​Clock Culture Cafe ya cihê geştiyarî ya tûrîstên biyanî vedibêjim. Ez bûm yek ji çîrokbêjên ku çîrokên di forumên çandî, hunerî yan jî performansên perwerdeyê de vebibêjin. Di heman demê de ez bi Komeleya Şanoyê ya Khashabat Al Haouzê re jî dixebitim. Ez ji bo zarokan dersên şano û çîrokan didim.”

Dersên hunera vegotina çîrokan dide

Meryem Kenan, da zanîn ku ji bilî van tiştan li Enstîtuya Maseyên Zanistê ya enstîtuyek ku di qada tûrîzm û otêlvaniyê ya li bajêr pispor bûye de jî dixebite, diyar kir ku di mijara aktîvasyona şanoyê de ji xwendekaran re mamoseti dike û bi gelek kesan re dixebite. Meryem Kenan wiha got: “Li saziyên perwerdeyê û heta saziyên aydê mîsyonên biyanî yên weke Lîseya Vîctor Hugo li Marrakech û yên din û di heman demê bi zimanên cuda yên biyanî dersên hunera vegotina çîrokan jî didim. Ez wek çîrokbêjek, her dem dixwazim tevli pêşandan û festîvalên çandî û hunerî bibim. Bi taybetî jî ez bi eleqeyeke mezin tevli Festîvala Hunerê ya Vegotina Çîrokan a ku her sal tê lidarxistin dibim. Îsal ji bilî Festîvala Şanoyê ya li Marakeşê, li bajarê min Tahanaout a paytexta parêzgeha Al Haouzê jî Festîvala Şanoyê hat lidarxistin."