Li Tahranê pêşangeha ‘Şîna Bê Dawî’

Wênesaz Saba Şêxî ya li Tahranê bi navê "Şîna Bê Dawî" wêneyên xwe pêşand got; “Min bi wêneyên ku xêz kir hewl da ku paşveçûn, hestên û mezinbûna mirovan nîşan bidim.”

ŞABNAM TAVAKOLİ

Tahran - Pêşangeha wêneyan a bi navê "Şîna Bêdawî" ya wênesaz Saba Şêxî di navbera 1-12’ê Nîsanê de li Galeriya EO’ê hate lidarxistin.

Wênexêz Saba Şêxî ya 8 sal in bi wênekêşiyê re mijûl dibe, wiha got: “Min di wênekêşiyê de şêweyên cuda ceriband. Dema min bi sêwirandina kulîlkan re mijûl dibûm, eleqeya min a wênekêşiyê pêşket û piştî ku min dest bi sererastkirina kulîlkan kir, min ferq kir ku şekl û awazên kulîlkan çiqas dişibin bedena mirovan.”

‘Rengê şîn nêzikî hestên min e’

Saba Şêxî ya di berhemên xwe de ji bo hestên mirov dijîn îfade bike, anatomî û forma kulîlkan wek metafora laş û rewşa mirov bikaraniye, wiha got: “Sedema ku ez di berhemên xwe de rengê şîn bikartînim, ew e ku rengê şîn pir nêzîkî îfadekirina hestên min e. Ev portreyên ku di xebatên min de cih digrin, rêze wêne bûn ku di dema performansê de ez sekinîn û wêneyên bedena xwe kişand. Min gelek hewl dan ku paşveçûn, hestên û mezinbûna mirovan nîşan bidim.”