Di tekwandoyê de serkeftinên navneteweyî bi dest dixin

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di gelek waran de xeyalên xwe pêk anîn. Di qada navneteweyî de di warê tekwandoyê de serkeftinên girîng bi dest xistin û ji hemû jinan re dibêjin, "Li pey xeyalên xwe biçin."

DELAL REMEZAN

Hesekê- Dibistana tekwandoyê ya ku li Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werzişvanan perwerde dike, di sala 2009’an de hat vekirin. Li dibistanê du tîmên bi navê Tîma Roj a Jinan û Tîma Salar hatin avakirin. Li dibistana ku bi dehan antrenor cih digrin de, kesên ku di warê tekwandoyê de serkeftinên navneteweyî bi dest dixin tên perwerdekirin. Lîstikvanên Tîma Jinan a Roj jî di asta xwecihî û navneteweyî de gelek serkeftinan bi dest dixin.

Lîstikvan û rêvebera Tîma Jinan a Roj Delyar Huseyîn ku di sala 2010'an de tevli Dibistana Tekwando ya Pilingan bû, diyar kir ku tevî hemû zext û rexneyan jî dev ji xeyalên xwe bernade û wiha got: "Ez ji sala 2010'an vir ve beşdarî tûrnûvayên xwecihî dibim. Min di sala 2011’an de pileya yekem qezenç kir. Piştî şoreşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me dest bi amadekariyên beşdarbûna turnuvayên navneteweyî kir. Em destpêkê di sala 2013’an de beşdar bûn. Min di destpêkê de gelek êş kişandin, ji ber ku dema min dest bi dibistanê kir 15 salî bûm û di nav beşdarên tîmê de yekane keç ez bûm. Ez rastî hinek rexneyan hatim. Her dem ji min pirsa min çima te branşa tekwandoyê hilbijart û ew lîstik a mêran e dihat pirsîn. Lê min guh neda rexneyan û lîstina xwe berdewam kir.”

Ji tûrnûvayan bi madalya vegeriya

Delyar Huseyîn diyar kir piştî di sala 2013'an de bi tîma xwe re beşdarî pêşbirkên li Urdun û Tirkiyeyê hatin lidarxistin bûn, zêdetir werêk bûye û wiha got:

"Yekemîn car tevlibûna navneteweyî li Tirkiyeyê li ser navê Rojava bû, min madalyaya bronz girt. Tîma me 6 madalya bi dest xistin û ev bû destpêka pêkanîna xeyala min ku zêdetir min girêda. Me dest bi amadekariya kampên li derveyî Sûriyeyê kir û tevlibûna di asta navneteweyî de kir. Ez beşdarî Şampiyoniya Birûskê ya Navneteweyî ya di sala 2016’an de li Urdunê hat lidarxistin bûm û min qezenc kir. Min madalyaya zêr bi dest xist û dema di dawiya sala 2019’an de şewba kovîd belav bû, destpêke onlînê beşdarî tûrnûvayek bûm, piştre em beşdarî tûrnûvaya li Misrê ya min duyemînî bi dest xist bûn û piştre jî em li Tûnis û Qudisê tevlî tûrnûvayek bûn. Piştî ku di sala 2022’an de şewba covîd bi dawî bû, em beşdarî turnuvaya dawîn a bi navê (Kûpaya Serokatiyê) ku di asta Asyayê de hat pêkanîn bûn û di vê turnuvayê de madalyaya zîv û mertalê ruhê tîmê bi dest xistin."

‘Eleqeya malbatan a ji bo werzîşê zêde bû’

Delyar Huseyîn, diyar kir ku Tîma Jinên Roj navê xwe ji lîstikvana ku di bombebarana çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî salona dawetê de jiyana xwe ji dest da girtiye û wiha got: “Em bi navê xwe beşdarî turnuvayên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin lê di asta navneteweyî de bi navê Pilingên Tekwondo beşdar dibin. Heta îro me di asta navneteweyî de nêzî 60 madalyayên cuda bi dest xistin. Hejmara beşdarên ku di asta navneteweyî de kemberên reş bi dest xistine, nêzî 100 kes in. Perwerdeya li dibistanê ji 6 salî dest pê dike. Dayikên ku dixwazin tevli perwerdeyan bibin hene. Bi taybetî eleqeya zarokên keç û malbatên wan ji vê werzîşê re zêde bû. Niha li bajarên Dêrik, Minbic, Amûdê û Qamişloyê şaxên dibistanê hene."

'Divê jin dev ji armancên xwe bernedin'

Delyar Huseyîn, diyar kir wek antrenor, lîstikvan û dayika zarokek di karê xwe de rastî zehmetiyan tê û wiha got: "Her çiqas zehmetî hebin jî em hewl didin derbas bikin." Delyar Huseyîn, bal kişand ser sedema hilbijartina tekwandoyê jî û wiha got: “Kesên Tekwandoyê dikin cilên spî li xwe dikin û ev jî nîşaneyek aştiyê ye. Em bi saya vê lîstikê beşdarê tûrnûvayên navneteweyî dibin û çandên gelên din hîn dibin. Her wiha hêza fizîkî û derûnî bi me re çêdike. Em jêhatî dibin û vê yekê ji nifşên din re radigihînin. Divê zarokên keç û jin encamên wê çi dibe bila bibe li pey hêz û daxwazên xwe biçin û dev ji armancên xwe bernedin. Divê jin hemû astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin. Divê bi tu awayî destûr nedin ku paşverûî û urfên heyî bikaranîna mafên wan û serkeftina wan sînordar bikin.”

'Ez dixwazim beşdarî şampiyoniyên cîhanê bibim'

Ala Huseyîn a 24 salî ku 13 sal in li Dibistana Tekwando ya Pilingan cih digre û di Tîma Jinan a Roj de dilîze jî beşdarî turnuvaya Kupaya Serokomariyê ya ku rojên borî li Urdunê hat lidarxistin bû. Ala Huseyîn wiha got: “Xeyal û daxwaza min beşdarbûna Dibistana Tekwando ya Pilingan bû. Dema min bihîst tîm û lîstikvanên dibistanê dê beşdarî tûrnûvayên navneteweyî bibin, daxwaza min zêdetir bû, tevî hemû zehmetiyan jî heta îro hatim.” Ala Huseyîn diyar kir beriya sala 2011'an beşdarî tûrnûvayên li ser asta herêmê bûne û wiha axivî: “Piştre em beşdarî turnuvayên navneteweyî bûn. Yekemîn tûrnûvaya ku ez beşdar bûm di sala 2013’an de li Tirkiyeyê bû, min madalyaya zêr qezenc kir. Ez li derveyî welat beşdarî gelek kampên girtî û perwerdeya dijwar bûm. Piştî tûrnûvayên navneteweyî yên li bajarê Hesekê û Herêma Kurdistana Federal hatin lidarxistin, di sala 2016’an de beşdarî Şampiyoniya Birûskê ya li Emmanê bûm û min medalyaya zêr girt. Her wiha di sala 2019’an de jî beşdarî Şampiyoniya Elite ya Navneteweyî bûm û careke din min madalyaya zêr bi dest xist. Di heman salê de beşdarî şampiyoniya Beyrûdê bûm û min madalyaya bronz qezenc kir. Me li bajarên Hesekê û Duhokê antrenmanên pir xurt kir û ev antrenman carna rojane çar saetan jî didomin. Beriya hefteyekê em li Urdinê beşdarî Kûpaya Serokomariyê bûn û endamên vê tîmê madalyaya zêr bi dest xistin. Ez ji bo xwe bi pêş bixim û bibim lîstikvanek navneteweyî, dixwazim beşdarî şampiyoniya cîhanê bibim. Ji bo ku jin bighîjin azwerî û armancên xwe yên jiyanê divê bi biryar bin û têbikoşin.”