tendûristî

  • Sewliye Xelîl 40 sale navikan rast dike 

    Sewliye Xelîl Mihemed a 80’ê salî 40 sal e bi dermanên xwezayî re mijûl dibe got: “Kesên ku navikan radikin divê vî karî baş bizane, ji ber ev karek hesase û dikare ziyanê bide nexweş.”

  • "Pirpar penceşêrê dikuje" 

    Fehîma Ebdilrehman ku ev 3 heyv in, her roj serê sibehê û di danê rozêrînê de ber bi pembo ve diçe û pirparê kom dike ji me re behsa sûdên ku ji vî gihayê digre dike û dibêje ku pirpar gihayekî çolê ye, ji ber xwe ve çêdibe lê dermanê nexweşiya penceşêr, şekir û dil û gelek nexweşiyên din e her wiha her pelek ji pelên pirparê bandora wê bi qasî derman û derziyên kîmyewî ye.

  • Cebara Qamişloyê Şemsa Hecî Hesen 

    Şemsa Hecî Hesen a 70 salî ev 36 salin bi derman û amûrên xwezayî, hestiyên şikestî û jiber hev derketî dicebirîne.

  • Di demê dawî de bi ciwanan re jî nexweşiya jibîrkirinê pêşketiye 

    Ji ber zehmetiyên jiyanê nexweşiya jibîrkirinê her diçe pêşdikeve, ev piranî di kesên temenê wan mezin de tê ditin, lê belê niha ji ber sitresê bi ciwanan re jî tê dîtin. Li herêma Kurdistanê ne çareseriya vê nexweşiyê ne jî navendek taybet ji bo vê nexweşiyê heye.

  • Gefa li pêşiya jinên ducanî yên bê derzî: Mirin e 

    Lêkolinek der barê Covid 19 ji aliyê jinên ducanî ve tê meşandin. Di van demên dawî de, di çapemeniyê de tê xuyakirin ku bi taybetî jinên ducanî ji ber Covid-19 jiyana xwe ji dest didin. Lê belê daxuyaniyek Wezareta Tenduristiyê ku daneyên li ser vê mijarê eşkere dikin tune ye. Rêxistinên tenduristiyê bang dikin ku jin bêyî tirs bi lez derzîlêdanê bikin.

  • Mêşa remilê û li herêma Xabûrê zêdebûna nexweşiya laşmaniya 

    Hemşîreya Navenda Tenduristiya a Ş.Lêgerîn Henûf Îbrahîm sedema zêdebûna nexweşiya laşmaniyayê û çawaniya dermankirina nexweşan nirxand û da zanîn ku ji bo çareserî ji vê nexweşiyê re were dîtin divê dewleta tirk ava Çemê Xabûrê berde.

  • Navenda Arî ji bo xizmeta tenduristiya civakê rojane deriyê xwe vedike 

    Weqfa Jina Azad li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi rêxistinkirina xebatên civakî rolek aktîf girtiye ser milên xwe û xebatên xwe dimeşîne. Yek ji navendên girêdayî Weqfa Jina Azad navenda Tendursitiyê ya Arî ye.

  • “Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîlêdanê bê destpêkirin” 

    Digel ku hejmara bûyerên rojane li Amedê ji du hezarî derbas bû jî û nexweşiya Covîd-19 gihîştiye lûtkeya çaremîn, li nexweşxaneyan cîh nemaye. Yek ji rêveberên Odeya Tabîban a Amedê bijîjk Çagla Izcî, bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku dest bi kampanyaya derzîlêdanê bike û wiha got: "Heya lêdana derziyê tunebe, hûn çiqas tedbîran bigrin û dûre kêm bikin jî dema ku civakek bê derzî li cihên cuda werin cem hev, bêwate ye."

  • Li Sûriyeyê nexweşên gurçikan di mercên xirab de derman dibin 

    Nexweşiya gurçikan wekî gelek nexweşiyan di roja me de her diçe zêde dibe. Yek ji wan cihan jî Idlib e. Ji ber şert û mercên jiyanî û nebûna ava paqij, li Sûriyeyê ev nexweşî her diçe zêde dibe îcar di ser de ji ber şer çûnhatina nexweşxaneyê jî zor û zehmet e.

  • "Bila derziya HPV bêpere be" 

    Pêşniyar hat kirin ku derziya HPV ji bo zarokên temen 9-12 salî û ji bo mezinan bêpere were dayîn û divê sala 2022’yan "Sala Têkoşîna bi HPV û Hişyarbûnê" re were îlankirin.

  • Desteya Tenduristiyê ji nexweşiyên civakê re dibe derman 

    Di serdema rejîmê de hatibû paşguhkirin lê Desteya Tenduristiyê xwedî li nexweşiyên civakê derket û navendeke tenduristiyê, li Çiyayê Kizwanan ê girêdayî navçeya Til Temirê, di Adara 2021'ê de vekirin û ji civakê re bû merhema birînan.

  • Kêmbûna dermanan gelek zirar dide sivîlan 

    Ji ber dorpêçkirina rejîma Sûriyeyê li ser Kantona Şehbayê pêdiviyên gel ên jiyanî û tendirustî nayên peydakirin. Endamên depoya dermanan li Kantona Şehbayê zirarên ku dibînin ji aliyê kêmbûna dermanan ve wiha tînin ziman: "Rejîma Sûriyeyê bi dorpêçkirina xwe gel dixe bin zextan û bi kêmbûna dermanan gelek zirar digihîje gel."

  • Li Misrê li dijî sinetkirina jinan kampanya hat destpêkirin 

    Jinên Misirî li dijî sinetkirina jinan a ku gelek sal di qanûnê de wekî kêmasî dihat hesibandin, lê ji 2016’an vir ve sûc hat dîtin kampanyayek dan destpêkirin. Li dijî sinetkirinê ku bi taybetî di van mehan de ji ber hatina betlaneya havînê û ji ber zarok li mal in zêde bû, jinan dest bi kampanyaya lêdana derî û hişyarkirinê kirin.

  • Sudên bamiya yê 

    Gelek zerzewatên demsalî yên em di dema wan de dixwin, ji bo tendirustiyê sûda wan heye, yek ji wan jî bamiye ye. Li gorî lêkolînan bamiye ji bo gelek nexweşiyan, xwedî sûdên hêja ye û wekî dermanê xwezayî ye.

  • Giyasêvik ji bo dermanan tê xebitandin 

    Nebata giyasêvikê a di dermanxaneyên xwezayî de tê xebitandin û dermanê gelek derdane, dikeve nava avê û ji bo paqijkirina birînan jî tê karanîn.

  • Giyayê xwedî bêhn û çêjeke xweş: Pirpar 

    Pirpar, giyayekî wisa bi bereket e ku havînê di nava parêzan de şîn dibe û di demek kurt te her kemek wê nêzî mîtroyek li derdora xwe belav dibe. Qurmê wê di erdê de ye şaxên wê li erdê belav dibin. Ev giyayê ku hem bêhna wê pir xweş e hem jî bi av û tahmxweş e, ji bo paqijbûna xwînê mûcîzeyek e.

  • Weqfa Jina Azad a Sûrî li navçeya Girbawî semîner da 

    Bi armanca hişyarkirina civakê ji xeteriya vîrûsa Koronayê re û xurtkirina zanista wekheviya di navbera jin û mêr de, Weqfa Jina Azad a Sûrî hemleyek dabû despêkirin. Yekem çalakiya wan semîner li navçeya Girbawî ya girêdayî Kantona Qamişlo hate dayin.

  • Weqfa Jina Azad a Sûrî dest bi hemleya zanistî û tenduristî kir 

    Weqfa Jina Azad a Sûrî bi armanca hişyarkirina civakê ji xeteriya vîrûsa Koronayê re û xurtkirina zanista wekheviya di navbera jin û mêr de, des bi hemleya zanistî û tenduristî kir.

  • Şînahiya mûcîzewî lobiya 

    Nebata lobiya wekî gelek nîmetên xwezayî, ji bo tendirustiya mêjî û bedenê gelek sûdên wê hene. Bijîşk û lêkolîner wê wekî “şînahiyeke mûcîzewî” bi nav dikin, ev şînahî ji gelek derdan re dibe derman.