Anc Xelîl bi hêz û moral nexweşiya penceşêra pêsîrê derbas kir

Nexweşiya penceşêra pêsîrê yek ji nexweşiyan e ku gelek jin hene jê ditirsin ev tirs jî dibe sedema xirabûna rewşa tendirustiyê. Lê belê jina bi navê Anc Xelîl bi bawerî û berxwedaneke mezin dikaribû nexweşiya penceşêra pêsîrê bi awayekî serkeftî derbas bike.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Bi vîn, hêz û baweriyek xurt Anc Xelîl li hemberî penceşêra pêsîrê li ber xwe da û teslîmî êş û nîşaneyên wê nebû. Ew weke nexweşî û poşmaniyê qala nexweşiya xwe nake, berevajî wê bi serfirazî li qonaxa pênc salên derbas kir mêze dike û der barê berxwedana xwe ya bi nexweşiya penceşêra pêsîrê de ji ajansa me re axivî.
“Dema ku girê girtin dîtin ku penceşêr e”
Anc Xelîl a 48 salî ku penceşêra pêsîrê bi awayek serkeftî derbas kir wiha behsa destpêka pêhesîna nexweşiya xwe kir û got: “Beriya pênc salan, min tedawiya penceşêra pêsîrê qedand. Di 38 saliya xwe de ez bi vê nexweşiyê hesiyam. Ez di xew de bûm û min her xwe di nava nivînan dizivirand, di wir de ez bi girêkekê di singê xwe de hesiyam, lê min êş hîs nekir. Di roja din de min telefon ji bijîşk re kir û jê xwest ku mamografiyê bikşînim. Ez înkar nakim, ez tengezar bûm lê ez fikirîm ku dibe ew guheztinek di hormonên laş de be û ne penceşêra pêsîrê be. Bijîşk wê demê ji min pirsî ka min teşhîsek zû kiriye yan na lê min got na ji ber ku ez wê demê hîn di bin çil salî de bûm. Piştî ku min ceribandinên pêwîst kir, bijîşk ji min re got ku divê emeliyatek ji bo rakirina girê were kirin. Dûre min ji bijîşk xwest ku ji min re vebêje ka cewherê girê çi ye û min jê re got bavê min û xaltiya min ji nexweşiya penceşêrê wefat kirine û ez dikarim qebûl bikim û natirsim. Wê demê ji min re negot ku ew penceşêr e. Ew li bendê bû ku girê were rakirin da ku bizanibe ka çi ye. Bi rakirina girê re, hat dîtin ku ew penceşêr e û piştî ku me encam girt, min rasterast dest bi bikaranîna dermanên kîmyewî kir. Gava ku girê hat rakirin, hat dîtin ku di binê wê de çend girên wekî gûzan biçûk hene lê derket holê ku ew ne girêkên penceşêrê ne. Belav nebûbû lê em neçar bûn ku danişînên dermankirinê bikin, ji ber vê yekê min heşt danişînên dermanên kêmyewî kirin û 35 danişînên radyoterapiyê min kir.”
“Min nîşaneyên ku ji ber dermanên kîmyewî çêbûne veşart”
Anc Xelîl wiha behsa pêvajoya dermanên kîmyewî dike: “Nexweşî ji min re nebû sedema xemgînî û zextê, het dermane kêmyewî ji ber ku ez hin hûrguliyên dermankirinê dizanim ji ber bavê min bi heman nexweşiyê re rû bi rû mabû, teqez min tercîh kir ku ez tedawî bibim. Tevî ku ez ji nîşaneyên ku ji ber dermanên kêmyewî çêdibin ditirsiyam jî wek weşandina por, reşbûna neynûkan, vereşîn û nîşaneyên din lê min xwe radestî van ramanan nekir û bi rengek erênî fikirîm, ji ber vê yekê min ji xwe re got ku porê min xwe sivik bû. Heta ez fikirîm perûk bikirim û bidim serê xwe. Ji bo neynûkan min ojeya tarî ya wekî rengê reş, sor û tarî bi kar anî da ku zirara neynûkên min neyê xuyakirin, bi vî rengî min nexwest nexweşiyê hîs bikim û xwe wekî her kesê bibînim.”
“Ger min bêhêvîtî an acizbûnê hîs bikira ez nikaribûm tiştek bikim”
Bişirîn ji ser rûyê Anc Xelîl kem nabe, heta wê enerjiyek erênî jî dida derdora xwe, her çendî ku nexweşiya wê ne hêsan bû jî lê wê li ber xwe da di vî warî de dibêje: “Ez di aliyê psîkolojîk de pir xebitîm, ez li ser ramana rûbirûbûna nexweşiyê xebitîm ku ez dikarim li hemberî wê bi ser bikevim. Ger çarenûsa min mirin be jî ev çarenûsa min e û ger ez bêhêvîtî yan acizbûnê hîs bikim ez nikarim tiştekî bikim. Dema ez çûm nexweşxaneyê û min dît ku kesên bi nexweşiyên kronîk ên mîna nexweşên gurçikê ketine û her hefte û ji carekê zêdetir diyalîzê dikşînin, min xwe bi wan re dan ber hev û min dît ku rewşa min li gorî wan baş e, ji ber ku her sê hefte carekê ez dihatim dermankirin. Ez her gav li aliyê erênî difikirîm û min bi wê ramanê bawer dikir ku ew qonaxek e û wê derbas bibe û nedome. Bi rastî ev qonax derbas bûye û ez înkar nakim ku min carna acizî û êş hîs dikir mîna ku giyanê min sekinîbe di navbera erd û ezman de. Malbat û hevalên min û heta dibistanê jî di piştgirîdayîna min de rolek mezin lîstin, di hemû şert û mercan de li kêleka min bûn. Têgihîştinek ji aliyê her kesê ve hebû.”
“Ya herî girîng ew bû ku kurê min ji min nereviya”
Anc Xelîl der barê pirsa piştî ku ew bi penceşêrê ket herî zêde ji çi tirsiya de wiha bersiv da: “Ez ditirsiyam ku kurê min li cem min nebe û ji ber ku ez ji hevjînê xwe veqetiyam, berî ku nexweşî kifş bikim, min ji sedî 100 girtina danîngehê (welayet) girt. Ez ditirsiyam ku kurê min, min qebûl neke, ji ber ku wan dixwest xortomek di sîngê min de bi cih bikin ji bo ku min ji derziyan rihet bikin lê min ji tirsa ku kurê min ji min pirs bike ev çi ye, red kir û min tercîh kir ku derziyan wergirim, xema min a sereke ev bû ku kurê min ji min bireve lê nereviya. Niha ez mecbûr im ku ji ber tirsa pêneketina nexweşiyê muayeneyên periyodîk bibim û ez înkar nakim ku carna ez aciz dibim lê ez vedigerim û difikirim ku ger dîsa bi nexweşiyê bikevim ez ê zû kifş bikim û dê ji bo min xetereyek mezin çênebe.”
Anc Xelîl bi rêya ajansa me bang li jinan dike û dibêje: “Netirsin, di her rewşê de divê hûn bifikrin ku hûn xweşik in. Ez ji hemû jinan dixwazim ku muayeneyek pêşîn bibin û li hemberî nexweşî yan encamê li ber xwe bidin, ji ber ku teslîmbûn dikare wan bikuje.”
Anc Xelîl qet ji weşandina porê xwe şerm nekir, ji ber vê yekê wê biryar da ku perûka xwe hilde û bêyî wê bimeşe û wiha bi dawî kir: “Ez ji aksesûarên porê hez dikim lê piştî dermankirinê porê min weşiya û ji nû ve çêbû lê êdî ne wek berê bû, ez natirsim bêyî perûk li pêşberî mirovan bisekinim.”