“Nebatên xwezayî dermanê gelek nexweşiya ne”

Bijîşka ji nebatan bi hostahî dermanên gelek nexweşiyan çêdike Asya Mihemed Ebdo ku ji temenê 30 salî ve bi xebata dermanê xwezayî re mijule wiha got: "Ez ji cureyên nebatan derman ji gelek nexweşiyên lozat û bewasîrê re çêdikim. Li gel wê jî cebariyê dikim, dema hestî ji cihê xwe derdikeve dicebirînim."

 
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba – Di tevahiya dîrokê de nebatên xwezayî di jiyana mirovan de cihek giring girtine. Timî pêdiviya mirovan bi pel û pincarên hem ji bo xwarinê hem jî ji bo dermanan hatine bikaranîn çêbûye. Di merheleyên demboriyê de ceribandina yek bi yek van nebatan bi destê jinan bûye û paşê jî ji nifş derbazî nifşanbûye. Ji nexweşiyên şekir û penceşêrê ku çare jêre nehatine peyîdakirin heta gelek curên nexweşiyên dinê bi dermanên xwezayi yên ji nebatan tên berhevkirin bi giştî tine nebin jî heta astekê bandora wana kêm dikin. Pîra destbişifa Asya Mihemed Ebdo ya 68 salî ya ji navçeya Raco ya herêma Efrînê ye û niha li kantona Şehbayê dimîne, ji temenê 30 salî ve dermanê xwezayî çêdike ji me re behsa dermanê ku ji nebatan çêdike kir.
"Ez dermanê nexweşiya lozat û bewasîrê çêdikim"
Asya ya nîvê temenê xwe daye çêkirina dermanan anî ziman ku di demên berê de dema kesek nexweş dibû berê xwe didan dayikên ku dermanê xwezayî çêdikin û wiha got: "Pir kêf û meraqa min hebû ku ez dermanê xwezayî bi destê xwe çêbikim. Ez ji temenê 30 salî heya niha li ser dermanê xwezayî dixebitim. Ez derman ji gelek nexweşiyan re çêdikim. Derdor hemû dermanê êşa lozat û bewasîrê ji cem min digirin. Ez cebariya hestiyan jî dikim dema hestî ji cihê xwe derdikeve dicebirînim. Di demên berê de dema kesek nexweş dibû berê xwe nedidan nexweşxaneyan, berê xwe didan cem dayikên ku dermanê xwezayî çêdikin." 
“Nifşê nû êdî nebatan nasnakin”
Bijîşka xwezayî Asya got ku wan li warê xwe Efrînê gîha weke muneta salî ji bo tendirustiya xwe û zarokên xwe hiltanîn û wiha berdewam kir: "Dema zarokên min nexweş dibûn min bi destê xwe ew derman dikirin. Niha dema zarokek nexweş dibe malbat yekser berê xwe didin nexweşxaneyan tevî ku dermanê xwezayî ji bo tendirustiyê baştir e jî êdî nifşê niha qîma xwe lê nayîne. Çêkirina dermanê xwezayî çaneke me Kurdan a kevnar e û nifşên niha pê nizanin. Di demên berê de me çareserî ji her nexweşî û astengiyan re didît. Ji ber temenê xwe yê mezin ez hindek zehmetiyan dikşînim û êdî nikarim weke berê li peyî komkirina nebatan bikevim. Tevî koçberiyê jî min dev ji karê xwe berneda, weke berê nebe jî bi qasî dikarim cardin mijul dibim. Tayîbetî ji bo penaberên niha bi wan re di kampê de dijîm dibim alîkar û nexweşiyên wan derman dikim."