Heyva Sor a Kurd li Kobanê 9 sal in di xizmeta gel de ne

Navenda Heyva Sor a Kurd li Kobanê di dirêjahiya salên borî de li gorî defetên xwe xizmeta tendirustiyê ji bo zarok, jin û hemû kesan pêkêş dike. Xebatkarên wê diyar kirin ku ew ê kar û xebatên xwe bidomînin û navenda wan ji bo tevahî şêniyên herêmê vekiriye.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Heyva Sor komeleyeke mirovî û Kurdistanî ye ku li ser asta Kurdistanê û derveyî welat xwe birêxstin kiriye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re navendên xwe vekir. Heyva Sor a Kurd di 2012`an de bi derfetên kêm navenda xwe li Kobanê vekir. Ji wê demê û heta niha ve kar û xebatên Heyva Sor ranewestiyane û bi erka xwe radibe. Di navenda Kobanê de 56 xebatkar, bijîşk û hemşîre kar dikin ku zêdetirî wan jin in. Di navenda Heyva Sor a Kobanê de beşên hundirîn, zarok, jin, dermanxane, mexber, vaksîn, laşmanya, korona, beşa lezgîn, awarte, gilî û gazin hene ku hemû beş jî bê pere ne. Ji bo naskirina kar û xebatên heyva sor bi rengekî berfereh, ajansa me nêrînên xebatkarên wê girt. 
"Em di xizmeta gelê xwe de ne"
Rêveberiya beşa jinan ya Heyva Sor Fatma Mihemed bi rengekî berfireh behsa xebatên xwe kir û got: "Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, çawa ku li Kobanê gelek sazî û rêxistin hatin avakirin, Heyva Sor a Kurd jî xwe birêxstin kir. Ji wê demê û heta niha em li gorî erk û berpirsyarên xwe, xizmeta gelê xwe dikin û li gorî derfetên xwe pêdiviyên wan ên tendirustî bi cih tînin. Alîkariya ku Heyva Sor dide pê pere ye, ji kontrolê û heta derman jî. Her wiha 11 beşên me hene. Lê di dermanxaneya me de hinek dermanên kêm hene, demekê rêxistineke Îtalî alîkariya me dikir lê ev zêdetirî 5 mehan e ku desteka wan qut bûye. Ji ber vê pêvdiviya me bi gelek cureyên dermanan heye, wekî mînak gelek nexweşên me yên şekir hene lê heta dermanê însulînê li cem me nemaye. Ji ber vê navenda me ya bajarê Qamişlo bi qasî derfetên xwe alîkariya me dike. Hejmara kadroyên me 61 kes in ku zêdetirî wan jin in, ev yek jî asta beşdarbûna jinan di qada tendirustiyê de diyar dike."
"Em hewl didin derfetên baştir pêkêş bikin"
Fatmayê bal kişand ser bîlançoya sala 2021`ê û got: "Me kar û xebateke mezin di 2021`ê de meşand. Me di beşa hundirîn de 9 hezar û 394 nexweş pêşwazî kirin, beşa zarokan 7 hezar û 702 zarok, beşa jinan 2 hezar û 531, rewşên awarte 3 hezar û 300, beşa laşmanya 423 kes, mexber 4 hezar û 806 û beşa lezgîn 92 kes bûn. Weke Heyva Sor pêwendiya me bi Desteya Tendirustî ya herêma Firatê re heye û her meh civînên me bi hev re tên lidarxistin. Ji bo sala nû projeyên me tune ne lê dermanên me yên kêm hene bi taybetî jî yê nexweşiya sil ku divê bi rengekî lezgîn were bidestxistin. Her wiha beşa me ya giliyan heye, dema ku kêmasî derdikevin gel rexeyên xwe dike. Li gorî vê yekê jî em ê hewil bidin di sala nû de xizmet û derfetên baştir ji bo gelê xwe pêşkêş bikin." 
"Beşa derzîdanînê gelek girîng e"
Ranya Kawî ya di beşa derzîlêdanê (vaksîn) a nexweşxanê de xizmetê dike kar û xebatên xwe wiha bi lêv kir: "Dermanên me tevahî ji aliyê komeleya tendiustî ya cîhanî ve ji me re tên. Dermanê niha li cem me hene, BCG, kezeb, pentavalent û yê sorikan ji bo zarokên ji yek mehî heta 5 salî re tên dayîn her wiha yê kuzazê jî ji bo jinan ji 15 salî heta 45 salî tê dayîn. Bêguman ev beş gelek girîng e, bi taybetî jî ji bo zarokan pergala bedena wan a bergirî bi hêz dike. Navendên me yên vaksînê ji bilî Kobanê li navçe û bajarokan jî hene. Em weke koma Kobanê di roja şemiyê de li Pêndir, roja yekşem û duşemê li Kobanê, sêşemê li Şêranê, çarşemê li Til Xezal û pêncşemê jî li Qinê ne. Koma bajarokê Sirînê jî heye ku roja şemiyê li gundê Xanikê ne, roja yekşemê li navçeya Qinê, duşem, sêşem û çarçemê jî li Sirînê ne û roja pêncşemê jî li navçeya Çelebiyê ne. Koma me ya sêyemîn jî li gundê Cirniyê dimîne ku diçin Remalê û Til Osman jî. Em di beşa Kobanê de 4 jin in, li Sirînê 2 û li Cirniyê 2 jin û 3 mêr in."
Ranya Kawî hejmara derziyên vaksînê ku di 2021`ê de hatin bikaranîn anî ziman û got: "Di nava salekê de me vaksîn ji bo 57 hezar û 471 zarokî pêşkêş kir, vaksîna kûzazê ya jinan jî 12 hezar û 30 kes. Me gelek pêngavên vaksînê jî dan meşandin, me di nava 15 rojan de li 20 gundewarên Kobanê vaksîna pentavalent da 12 hezar û 618 zarokan. Piştî re me hemleya vaksîna felca dev dest pê kir û me di nav de 21 hezar û 200 zarok vaksîn kir. Li cem me beşa vaksîna vîrûsa COVID-19 ango koronayê jî heye ku ev beş di Hezîrana 2021`ê de hat vekirin. sê cureyên vaksînê ji me re hatin, ji cureya AZD1222 yê Brîtanî 280 derzî, ji yê Sinopharm ê Çînî 450 derzî û ji jê Sinovac ku ew jî ya Çînê ye 500 derzî."