siyaset

  • Meral Daniş Beştaş: Êdî zam vegeriya zilmê 

    Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di civîna çapemeniyê ya li meclisê lidar xist de mijarên di rojevê de nirxand û bal kişand ser kuştinên jinan û zamê.

  • Kotaya jinan li Lîbyayê ji sedî 30 daket 16’yan 

    Di zagona "pergala dengdanê" ya di parlamentoya Lîbyayê de hat destnîşankirin ku ji 200 kursiyan 31 kursî ji jinan re di Meclisa Nûneran de dê bên veqetandin ku bi vî rengî kotaya jinan ji sedî 30 dadikeve ji sedî 16’yan.

  • "Em bi rihê 1`ê Mijdarê li dijî dagirkeriya dewelta tirk li berxwe bidin" 

    Berxwedaniya 134 rojan ku li dijî terora çeteyên DAIŞ`ê dewam kir, bû bingeha tunekirina DAIŞ û parastina tevahî cîhanê. 1`ê Mijdarê jî, roja ku berxwedaniya Kobanê di cîhanê de hat nasîn û xwedîderketinek cîhanî çêbû. Endama Meclîsa PYD`ê Almaz Romî bi wesîleya vê rojê banga berxwedaniya li dijî dagirkeriya dewleta tirk kir.

  • Ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komînîsta Kurdistanê 5 jin hatin hilbijartin 

    Partiya Komînista Kurdistanê li Hewlêr kongra xwe ya 7’emîn li darxist. Ji 21 kesên ji bo komiteya navendî ya partiyê hatin hilbijartin 5 jin in.

  • "Dewleta tirk sucên şer dike û kiryarên wê bê hesab dimînin" 

    Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê Sara Qewas têkildarî êrîşa dewleta tirk ya di 20`ê Cotmehê de li Kobanê got: "Dewleta tirk sivîlan hedef digre û sucên şer pêk tîne. Divê ku Komeleya Mafên Mirovan ya cîhanê bi erk û rola xwe rabe."

  • “Emê dengê gel di meclisê de bidin bihîstin” 

    Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay di civîna heftane de mijarên di rojevê de nirxand got: "Li Herêma Başurê Kurdistanê ji ber karanîna çekên kîmyayî bi dehan gundiyên li herêmê rakirin nexweşxaneyê. 109 rewşenbîran name ji saziyên navneteweyî re şandin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên navneteweyî lêkolînê bikin. Bikaranîna van çekan sûcê mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin."

  • Rose Al-Masry: Pêwîst e jin di warê siyasî de bi hêz bin û zêdetir beşdar bibin 

    Femînîst û çalakvana civakê Rose Al-Masry têgeha Encûmena Niştimanî û mekanîzmaya çalakiya wê rave dike û dibêje: "Encûmena Neteweyî ya Filistînê nûneratiya desthilatdariya bilind a gelê Filistînê li hemû cihên hebûna xwe dike û ew polîtîkayên Rêxistina Rizgariya Filistînê û bernameyên wê ji bo bidestxistina armancên gelê Filistînê di çarenûsa xwe de xêz dike.”

  • "Gefên dewleta tirk encama têkçûna wê ne" 

    Hevseroka meclisa kantona Kobanê Leyla Ehmed li dijî gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe anî ziman û got: "Dewleta tirk bênavber êrîşî herêmên me dike û gefan dixwe. Ev kiryar encama têkçûna dewleta tirk a di hemû aliyan de ye."

  • Eyşe Efendî: Şerme yek ji Kobanê xizmeta dijmin bike 

    Hevseroka Meclîsa malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî êrîşên dewleta tirk yên li ser Kobanê nirxand û got: "Dewleta tirk dixweze sozên xwe yên ji bo DAIŞ û hevkarên xwe bi cih bîne. Lê ew lewazî û binketê dijî. Ji ber vê dixweze bi riya ajanan pilanên xwe pêk bîne. Ji lewra şerme ku hinek kesên ji Kobanê welat û gelê xwe bifroşin."

  • Têkoşîna femînîst a li Cezayîrê û qanûna rewşa kesane 

    Di sala 2005’an de, Qanûna Malbatê ya ku di sala 1984’an de hat derxistin, hat guherandin ji bo xala ku zilam berpirsê malbatê ye ji holê rake. Di heman demê de gelek guhertin jî hatine kirin da ku ji şîroveyên hişktir ên qanûnên îslamî yên welat dişopîne veqetîne.

  • Pervîn Buldan: Em cezayê dayîn Ayşe Gokkan nasnakin 

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bertek nîşanî cezayê dayîn Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û got: “Em biryara nehiqûqî ya û bi erkek siyasî hatiye dayîn nas nakin. Em ê qet van cezayan nas nekin.”

  • Şerîfa Hesen: Dewleta tirk bi erîşan hewl dide herêmên din jî dagir bike 

    Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Şerîfa Hesen da zanîn ku dewleta tirk siyaset û êrîşên xwe tenê bi dagirkirina hin herêman nasekinîne û her dem gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixew.

  • “Dê jin dev ji têkoşînê bernedin” 

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li hemberî hemû cure zoriyan jî dê jin dev ji têkoşînê bernedin.

  • “Di hikûmeta Tûnisê de peyîwirdarkirina 10 jinan pêngavek girtinge” 

    Femînîstan destnîşan kir ku tayînkirina Najla Boden ji bo serokatiya hukûmetê gaveke girîng û mijarek erênî ye, nemaze jî ji ber ku di dîroka Tûnisê û herêma Ereban de yekem car jinek serokatiya hikûmetê dike. Di rewşeke awarte û dijwar de wekî ku hin kes jê re dibêjin Mîrkela Tûnis û Afrîkayê.

  • Di pêvajoya bihêzkirina jinên Mexribê de qonaxeke nû 

    Beriya salên 1990’î, jin di hukûmetên ku li Mexirbê hatin avakirin de amade nebûn û di 1997’an de, jinên Mexribê qonaxek girîng dan destpêkirin ku di dîroka welat de yekem car, çar jin ji bo hikûmetê bi serokatiya Abdulletîf Filali hatin tayînkirin.

  • Cîhan Xelîl: PDK xizmeta xeyalê Tirkan ê Osmaniya nû dike 

    Şêwermenda Rêveberiya Xweseriye Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl geşedanên dawî û êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Xeyalên dewleta tirk ên osmaniya nû ji Heleb heya Kerkûk û Mûsil hene di çarçoveya mîsaqê milî de dixwaze xaka kurdan dagir bike, her wiha hêzên PDK’ê weke amûrê pêkanîna vê dagirkeriyê kiriye dewrê de. Ev kiryarên wiha nakevin xizmeta berjwendyên Gelê Kurd de, peyama dayikên şehîdan li dijî van siyasetan û valaderxistina îxanetê bersiva herî xurt e.”

  • “Dewleta tirk di siyaseta xwe ya hundirîn de îflaskiriye û êrîşî derdor dike” 

    Endama Têkilî û Tîfaqên Demokratîk a Kongreya Star Menal Mihemed têkildarî rewşa êrîş û pilanên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir û got: “Hewceye em li hember pilanên dagirkeriyê şiyar bin.”

  • “Avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiveke ji êrîşên li ser pergala jinan re" 

    Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên têkildarî xebat, rêxistin û aramanca avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Kombûna jinan li derdora fikrên demokratîk serkeftinên mayinde bi xwe re tîne. Armanca me ne tenê ew e ku em kombûna jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbikin, em hewl didin di asta cîhanî de jinan birêxistin bikin û divê rola me di nivîsandina destûra Sûriyeya pêşerojê de hebe.”

  • Ebrû Gunay: Ev deshilat bi Tirkiyê dide windakirin 

    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay girêdayî rojeva Tirkiyê mijarên di rojevê de heyî nirxand.

  • Beşdariya jinên Fîlîstînî di partiyên siyasî de qels e 

    Amna Hamid sedema nebûna jinan a bi fermî di partiyên siyasî de bi xwezaya civaka Filistînê ya partîzanî ve girê dide û wiha domand: "Ger jinek beşdarî fraksiyonek dijberî partiya hevser an bavê xwe bibe û beşdarî semînerên perwerde yan çalakiyên werzîşê bibe, ew ê ji karê xwe were dûrxistin. Ji ber vê yekê, jin ji endamtiya van partiyan ditirsin, ew li gorî ya hatiye ferzkirin tevdigerin da ku parastina jiyana malbata xwe bikin."