‘Pergala hevserokatiyê rê li siyasetek demokratîk vekir’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî pergala hevserokatiyê ku bingehê paradîgmaya netewa demokratîk e got: “Hevserokatî nêrînên zayendperest da guhertin û li şûna wê siyaset û civakeke demokratîk ava kir.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Bi derketina pergala neteweya demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve, pergaleke nû ku alternatîfa pergala netew-dewletê ye xwe da der. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir, gel di avakirina pergala xwe ya jiyanê de pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk anîn ku ev jî xwe dispêre neteweya demokratîk.

Pergala neteweya demokratîk li ser bingeha sê xalên sereke demokrasî, azadiya jinan û parastina ekeolojiyê xwe birêxistin dike. Lewre di pratîzekirina van xalan de, pergala hevserokatiya hevbeş a du zayendan ji bo hemû rêxistin, sazî û dezgehan hat pêkanîn.

Hevseroketî cara yekemîn di cîhanê de ji aliyê Partiya Keskan a Elmanyayê ve di 1980 de hatiye bikaranîn ku nûnertiya jinan ji sedî 50 bû. Di tevahiya dîrokê de ev model nehatiye pêkanîn. Di sala 2003’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna siyasetê vê pergalê anî ziman. Li Bakurê Kurdistanê di 2005’an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP), li Rojavayê Kurdistanê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 2013’an de, li Başûrê Kurdistanê bi Tevgera Azadî re di 2015’an de, li Rojhilatê Kurdistanê jî di 2014’an de bi PJAK û KODAR’ê pêk hat.

Ji bo zanîna naverok, wate û girîngiya vê pergalê, me nêrîn û nirxandinên cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl girt.

‘Pêkanîna hevserokatiyê riya çareserkirina pirsgirêka jinan e’

Mizgîn Xelîl di destpêka nirxandina xwe de pergala hevserokatiyê wiha pênase kir: “Mirov dikare pergala hevseroktiyê weke berhemek ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê bigre dest. Beriya vê yekê di 2005’an de li gelek cihên cuda rêbaza hevserokatiyê hatiye pêkanîn ku ew jî tenê di asta hevserokatiya bilind de xwe daye der. Di despêka mirovahiyê de jin xwedî roleke pêşeng bûn, di serdema Neolîtîkê de hevsengî di navbera herdu zayendan de hebû. Em îro vê rastiyê careke din bi Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re dibînin. Li Rojavayê Kurdistanê jin dikaribûn pêşengiya nûnertiya wekhev û demokratîk bikin. Hevserokatî tê wateya ku du zayendên cuda li gel hev bibin xwedî biryar û nêrîneke hevbeş. Di mijarên stratejîk de ruhê parvekirin û komînalbûnê hebe. Ev rêbaz li dijî pergalên zayendperest û desthilatdar ku azadiya jinan weke pirsgirêk dibînin, dibe alternatîf. Em bi vî şêwazî rengê siyaseta heyî didin guhertin û siyasetê demokratîk dikin. Ev model dibe bersiva koletiya demdirêj ku şaristaniya kapîtalîst li ser jinan û civakê ferz kiriye. Jixwe ji prensîbên sereke yên pergala neteweya demokratîk, li gel demokrasî û parastina jîngehê, azadiya jinan e. Ev diyar dike ku bê azadiya jinan û çareserkirina pirsgirêka wan, neteweya demokratîk jî ne pêkane.”

‘Hevseroktî mijara têkoşîna bê navber bû’

Mizgîn Xelîl di domandina axaftina xwe de behsa rêbazên pêkanîna hevserokatiyê û astengiyên ku dîtine kir û got: “Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevseroketî rêbazeke nû bû lewre di destpêkê de hinek astengî çêbûn. Bi salan e civak fêrî pergala yek serok, ziman, çand û alê bûye. Pêkanîna neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê hişmendiyê ji holê rakir ku em dibînin jin di hemû qadên jiyanê de xwedî erk û misyon in. Tu kes nikare pêşengî û rola jinan a di qada leşkerî de paşguh bike, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terorê tune kirin. Her wiha di asta dîblomasî, siyasî, civakî û hwd. jin xwedî hebûneke diyarker in. Bi damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 2014’an de, êdî pergala hevserokatiyê ket meriyetê. Jixwe ji bo vê mijarê zemînek hatibû avakirin, lewre mirov dikare teqez bike ku jin ji bo vê tecrubeyê amade bûn. Ji bo vê ji hucreyên herî biçûk ên pergala Rêveberiya Xweser bigre ber bi meclis, deste, encûmen û hwd. rêbaza hevseroktiyê hat pêkanîn. Di rêxistin, sazî û dezgeheke giştî de, ne gengaz e ku hevserok tunebin. Vê yekê jî bi xwe re wêneyê komînalbûn, wekhevî û demokrasiyê ava kir. Bêgûman di destpêkê de nepejirandinek ji aliyê mêran ve hebû, mêran qebûl nekir ku li gel jinan xebateke hevbeş bimeşînin. Êdî ew mijarên têkoşînê bûn ku jin sekn, zanebûn û hêza xwe bidin diyarkirin û nêrîna mêran bidin şikandin. Ev yek pêk hat û îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bûye.”

‘Me hemû nêrînên li ser jinan da guhertin û berovajî kir’

Mizgîn Xelîl bal kişand ser bandora pratîzekirina hevseroktiyê û wiha domand: “Ev nîv sedsalek e ango 50 sal in jinan dest bi têkoşîna şikandina hişmendiya mêrsalar û kevenşop kiriye. Jinan 5 hezar sal zordarî û koletî dîtin, li hemberî vê yekê jî me serî hilda û em têdikoşin. Vê têkoşîna demdirêj nêrîna civakê ya sînordar a li ser jinan guherand û berovajî kir, jin di hemû qadên jiyanê de bûn xwedî têkoşîn û destkeftî ku ev yek jî diyarî jinên cîhanê kirin. Ji bo vê em dikarin wiha binirxînin, modela hevseroktiyê destkeftiyeke jêneveger a jinan e. Niha ji me tê xwestin ku em têkoşîna mayîndekirina vê pergalê bidin meşandin û di heman demê de em aliyên wê yên bîrdozî jî dagirin. Jinan bi pêkanîna rêbaza hevserokatiyê re qalibên paşverû, desthiltdar û zayendperest hilweşandin ku li ser bingeha rêgezên azadiya jinan civakeke demokratîk û ekeolojîk hevsengî û wekheviya zayendan bingeh digre, ava bikin. Lewre em di mezinkirin û dorferehkirina vê destkeftiyê de bi îsrar û biryar in, em ê ji bo mayîndekirin û jiyandina vê pergalê di her derfetê de xwedî têkoşîn bin da ku em bikin malê tevahî civak û jinan.”

‘Bi demokratîkkirina pergalê re malbat jî tên guhertin’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema mirov dikeve sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, ew rengê xebata hevbeş û bi rengekî komînal bi hev re karkirin xwe dide der. Bêguman ev mijar bandorê li ser nêrîn û nêzikatiyên civakê jî dike, hebûna jinan a di asta Rêveberiya Xweser de bi jinên civakê re lêgerînên li nasnameya rast jî ava dike. Di hişmendiya jinan de ramanên ku jin dikarin siyasetê birêve bibin, weke fermandar welatê xwe bibapêzin, di xebatên aborî, civakî û hwd. de pêşengiyê bikin, ava dike. Di vî warî de têkoşîna ku jin didin meşandin, ji bo hemû jinan riya rizgariya ji koletiyê û hişmendiya baviksalar ronî kir. Em dikarin bibêjin ku vê mijarê bandoreke mezin li ser malbatan jî kir lewre hevserokatî û hevjiyana azad bûn yek ku di nava kar û mal de bi pêş ketin. Em dibînin ku niha hevjîn li gel hev mala xwe birêve dibin û biryarên hevbeş digrin. Ew hişmendiya ku zilam di mal de serwer e û jin jî xizmetkar e, hat guhertin. Ji bo vê em niha di pêvajoya demokratîzekirina malbat û saziyên xwe de ne. Ger ev yek pêk were, em ê wê demê bibêjin me pergala neteweya demokratîk bi temamî jiyanî kir. Em ê bi çareserkirina pirsgirêkaênjinan dest pê bikin û vê têkoşînê bi ser bixin.”