‘Desthilatdarî rê nade jin di siyasetê de cîh bigre’

Çalakvan û rojnamevan Diyarî Ferudûn diyar kir ku li başûrê Kurdistanê desthilatdarî rê nade jin di siyasetê de cih bigrin û li gor berjewendiyên xwe nêz dibin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li başûrê Kurdistanê jinên di siyasetê de cih digrin rastî pirsgirêkan tên, jin rêjeyek kêm, peywirên baş di qada siyasetê de bi dest dixin. Her wiha desthilatdar û aqlê mêrsalar rê nadin jin di erkên siyasî û peywirên bilind de cih bigrin, ger rê jî bidin di bin çavdêriya wan de û li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.

Çalakvan û rojnamevan Diyarî Ferudûn diyar kir ku gelek jin bi daxwaza hemwelatiyan û bi riya dengan di siyasete de cih digrin û kar dikin lê hejmara jinên ku di siyasetê de bi bandor in diyar e û got: “Di civakên Rojhilata Navîn û welatên ku nû bi pêş dikevin de diyardeya mêr serdest e. Li welatên Ewropayê heman diyardeya mêrsalarî heye. Lê belê bi awayê demokrasiyê nav lê kirine. Her wiha Iraq dibe du beş ku Şîa û Sunî hene. Li başûrê Kurdistanê çend pêkhate hene, bi taybetî ola Îslamê tê de belav e. Ji ber wê biryar li gorî ola Îslamê ne. Her wiha desthilatdar û aqilê mêr her dem rê nadin jinan ku di siyasetê de cih bigrin. Li gorî berjewendiyên xwe rê vedikin, dema ku jin bigihîjin asteke ne li gorî berjewendiyên desthilatdariya mêr derdixin.”

‘Divê em ji bo heman armancê kar bikin’

Diyarî Ferudûn wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber di siyasetê de tenê çend kesên ku biryar didin hene û tên dîtin, jin nayên dîtin. Jin di her aliyê siyasî de dema beşdar dibin divê di bin çavdêriya aliyên serdest de kar bikin. Alî û partiyên siyasî heta asta ku di berjewendiyên wan de ne rê didin jinan ku kar bikin. Naxwazin jin di siyasetê de bigihîjin asta bilind, naxwazin cihek wan hebe. Her wiha di jiyana rojane de li dam û dezgehên cuda jin ji bo xwe cihek çêdikin lê belê di nav civakê de jî mêr astengiyan derdixe. Divê em hemû ji bo heman armancê kar bikin. Bila biryar li ser kesê nedin. Divê armanca me yek be û bi hev re ji bo armanca xwe em kar bikin. Wê ev yek bibe sedema gihandina peyama jinan û ber bi azadiyê.”