'Jin ji bo desthilatdariya mêr weke xetere tê dîtin '

Parlamentera berê Zakîa Al-Marînî bertek nîşanî heqareta parlamenterê Mexrîbê Nureddîne Madîan a li Parlamenter Rafîa El Mansûrî kiribû da û got: "Jin ji bo desthilatdariya mêr weke xeter tê dîtin."

RAJA KHAYRAT

Mexrîb - Li Mexrîbê di meha Adarê de parlamenter Nureddîne Madîan heqaret li parlamentera Partiya Îstîqlal Rafîa El Mansûrî kiribû. Tevî ku mijar ne di rojeva welat de ye jî rêxistinên jinan bertek nîşanî vê rewşê dan. Li Mexrba ku destkeftiyên jinan bûne hedef, jin têkoşîna mafên xwe didomînin.

Parêzvana mafên mirovan û parlementera berê Zakîa Al-Marînî ku em pê re li ser mijarê axivîn, bal kişand ser hebûna meclîsa baviksalarî û destnîşan kir ku divê jin di siyasetê de zêdetir bên destekkirin.

'Sedema tundiyê pirsgirêka derûnî ye'

Zakîa Al-Marînî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tundiya li ser jinê gelekî zêde bûye û wiha pê de çû:

“Li gorî min ev rûreşkirin, pirsgirêkek derûnî ye. Em jin bi mêran re xwedî mafên wekhev in. Polîtîkayên cudakariyê pir zêde ye. Ev ne cara yekem e ku em vê yekê dibînin. Di partî û saziyan de her tim hejmar û zîhniyeta mêr zêdetir e. Nikarin hebûna jinan di cihên biryardanê de tehamul bikin. Bi têkoşîna rêxistinên jinan û saziyên sivîl re jin hatin cihê biryardayînê. Mêr bi hêsanî xwe li gor vê rewşe ranegirtin. Ji ber ku jin di qada xebatê de ji mêran serketîtir e, pozîsyona 'rêberî' ya mêr xistiye xeterê. Dema ku nikaribin li hemberî serkeftina jinan bisekinin; Dest bi îftîra, heqaret û tundiyê kirin.”

'Qanûna tundiya li ser jinê gelek kêm e'

Zakîa Al-Marînî bi bîr xist ku qanûna jimare 103-13 ku tundiya li ser jinê weke sûc tê dîtin, got ku ev qanûn têrê nake. Zekîya El-Marînî got, “Qanûna jimare 103-13 ku tundiya li ser jinê sûc dibîne, beriya 6 salan ket meriyetê. Rêxistinên jinan û jinên Mexrîbê vê qanûnê gelekî kêm dibînin. Ji van kêmasiyan ya herî girîng jî ew e ku tundiya derûnî ya li ser jinê nas nake. Ji ber cihêkariyê ev cureya tundiyê di her warî de tê jiyîn. Ev rewş di jiyana kar de bandoreke cidî li jinan dike û nahêle di pozîsyonê rêveberiyê de bixebitin. Em wek jin ji bo guhertin û berfirehkirina vê qanûnê kampanya didin meşandin."

Zakîa Al-Marînî bal kişand ku serîlêdana kotayê destkeftiyek girîng e û wiha bi dawî kir: “Tevî ku bi kotayê wekheviya tam pêk neyê jî, jin di meclîsan de rêjeyek girîng bi dest xistiye. Ev qonaxeke girîng e. Lê têr nake. Ji bo xwedîkirina mafên wekhev di zîhniyetê de guhertineke girîng pêwîst e. Divê jin di siyasetê de bên destekkirin û saziyên sivîl di vê mijarê de têkoşîneke mezin bidin.”