DEM Partî li MYK’ê encamên hilbijartinê dinirxîne

MYK’a DEM Partiyê, îro ji bo nirxandina encamên hilbijartinê civiya.

Navenda Nûçeyan- Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina encamên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên di 31’ê Adarê de û diyarkirina nexeşriya serdema pêş civiya.

Hat zanîn ku dê di civînê de her wiha çareseriya pirsgirêka Kurd û krîza aborî jî bê nirxandin. Di heman demê de nexşeriya serdema pêş a DEM Partiya ya ji bo Doza Kobanê û polîtîkayên şer ên îqtîdarê jî dê bên nirxandin.