Dalya Henan: Dewleta tirk dixwaze siyaseta qirkirina Kurdan pêk bîne

Hevseroka Ofîsa Rêxistinê ya MSD’ê Dalya Henan, êrîşên li ser herêmê nirxand û got: “Dewleta tirk tu carî îradeya azad û pergala demokratîk qebûl nake lewma bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurd dike.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Dewleta tirk li dijî gelê Kurd her dem êrîşên xwe bi awayên cuda berdewam dike. Herî dawî di 12’ê Çileyê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de cihên xizmetguzarî û binesaziya herêmê armanc girt. Têkildarî van mijaran hevseroka Ofîsa Rêxistinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dalya Henan nêrîna xwe ji ajansa me re anî ziman.

‘Dewleta tirk sûcên şer dike’

Dalya Henan di serî de êrîşên dewleta tirk li dijî gelê Kurd şermezar kir û wiha got: “Di encama êrîşên dewleta tirk de binesazî û çavkaniyên jiyanê xirab bûn. Ev êrîş sûcên şer in û em bi tundî şermezar dikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sîstema demokratîk hatiye avakirin ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe lewma aramî û azadî heye. Di heman wextê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyên mîna DAIŞ’ê hatin têkbirin lewma îstîrqrara herêmê pêk hat. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitiya gelan hatiye avakirin û di astek pir mezin de bi sîstema demokratîk kar û xebatên xwe bi rê ve dibin. Di heman wextê de sîstema jin ku ji destpêka şoreşê ve heta roja îro, pêşengiyek mezin kiriye, di pergala Rêveberiya Xweser de rol lîstiye û kotaya ji %50 ava kir. Ev hemû bi xwe re guhertin li herêmê ava kir û li hemberî sîstemên yeknetew û faşîst, sîstema demokratîk hatiye avakirin. Em hemû dizanin mêjiyê dewleta tirk xwe li ser stûnên netewperestiyê ava dike. Lewma dewleta tirk sîstema me hezim nake û qebûl nake. Di bin hincetên cur be cur de êrîşî herêmên me dike, qaşo herêmên xwe diparêze. Dewleta tirk sîstema me ji xwe re xeter dibîne lewma êrîşî sazî, dezgeh, nexweşxane, dibistan û binesaziya herêmê dike.”

‘Ji derveyî berxwedanê tu rê ji me re nîn e’

Dalya Henan bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk nirxand û berxwedana gel a li hemberî êrîşan silav kir û got: “Tevahî cîhan dizane, êrîşên li ser cihê mirov lê dijîn, sûcên şer in lê mixabin li hemberî van êrîşan bêdengî heye. Bêhelwestiya cîhanê ji êrîşên dewleta tirk re, erêkirina êrîşan e. Projeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê dewletan ve nayê qebûlkirin. Herî dawî hevpeymana civakî hat qebûlkirin, vê jî ji bo her kesê şoqek ava kir lewma asta êrîşan berfirehtir bû. Bi armancgirtina binesaziya herêmê re xwestin gel neçarî koçberiyê bibe û li hebmber rêveberiya xwe bertek nîşan bide lê berovajî wê gel bertekên xwe li dijî êrîşan raber kir û axa xwe berneda. Çalakiyên jin, ciwan û gel peyamek ji dewleta tirk û cîhanê re bû. Em helwesta gel û berxwedana wan silav dikin û dibêjin ji riya berxwedanê zêdetir tu rê ji me re nîn e.”

‘Dewleta tirk hezim nake Kurd bibin îrade’

Dalya Henan destnîşan kir ku dewleta tirk ne tenê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li ku derê Kurdek hebe êrîş dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji dîrokê ve heta roja îro li ku derê bi navê Kurdan serhildan û berxwedanek çêbûye, êrîş pêk hatine. Ji geliyê Zîlanê bigre heta qetilkirina Sakîne Cansiz û roja îro jî tevahî êrîş, xelekên qirkirina Kurdan in. Dewleta tirk hezim nake ku Kurd bibin îrade lewma dixwaze qirkirina Kurdan pêk bîne. Îro em dibînin li Bakurê Kurdistanê zindan hatine dagirkirin û tevahî rewşenbîr, siyasetmedar, sempatîzan, rojnamevan di zindanê de ne û gelek ji wan çarenûsa wan ne diyar e. Ev hemû siyaseta qirkirinê ya li hemberî Kurdan e. Dewleta tirk biryar girtiye ku wê her dem êrîşî Kurdan bike, ji ber wê ne tenê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li ku derê Kurd û projeya demokratîk a gelan hebe, êrîş dike. Di heman demê de dewleta tirk bi riya mît û sixuran êrîşî nirxên gelê Kurd dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me dît di êrîşên balafirên bê mirov de gelek hevalên me bûn armanca êrîşan. Dewleta tirk tu carî îradeya azad û pergala demokratîk qebûl nake lewma bi teşeyek hovane êrîşî me dike.”

‘Têkoşîna jinan li hemberî êrîşan dê xurtir bibe’

Dalya Henan êrîşên dewleta tirk li dijî pêşengên jin wiha nirxand: “Gelek rêxistinên jinan hene ku dixwazin azadiyê bi pêş bixin lê tevgera azadiya jinan di asta herî bilind de dixwaze, ji bo jinan îrade û azadî ava bike, gelek kar, xebat û têkoşînên mezin dike. Îro metirsiyek ji jinên pêşeng heye. Jin xwe aydê mêr nabînin, jin xwe îrade dibînin û kar û xebatê ji bo azadiya jinan dimeşînin lewma jin dibin armanca êrîşan. Desthilatdar, pêşketina jinan di aliyê siyasî de, wek xeter ji xwe re dibînin. Berê jin ji hemû kar û xebatan bêpar hatibûn hiştin lê îro bûne siyasetmedar, dîplomat û welatan bi rê ve dibin. Pergala hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin. Êrîşên pir mezin li dijî jinan pêk tên û di êrîşan de xebatkar, pêşengên jin dibin armanc, ji ber wê êrîş dikin ku jin bitirsin û gav paşve bavêjin. Her ku êrîş çêdibin, asta têkoşîn û helwesta jinan zêde dibe û xebat xurtir dibin lewma çirûsk û hêviya azadiya tevahî jinan bi me re xurt e. Îro jin bûne xwedî rêxistin, soz û biryaran dide û digre. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertî dikin û diçin hevdîtînên di asta herî bilind de bi dewletan re çêdikin, ev jî gavek mezin û pîroz e. Divê têkoşîna me zêdetir û xurtir be.”

‘Qeyrana Sûriyeyê dê bi diyaloga Sûrî-Sûrî çareser bibe’

 Dalya Henan rola Meclisa Sûriyeya Demokratîk di vê demê de wiha anî ziman: “Îro em weke MSD’ê ji bo avakirina Sûriyeya ne navendî, pir rengî û demokratîk, xebat û têkoşîna xwe didomînin. Em jî perçeyek ji Rojhilata Navîn in, Rojhilata Navîn îro di krîzek pir mezin re derbas dibe û şerên ku li Rojhilata Navîn çêdibin, heta roja îro negihîştine çareseriyê. Ev şer bi xwe re qirkirin, wêrankirin, talankirin û kuştinê tînin ku ji wan cihan yek jî Sûriye ye. Îro gelê Sûriyeyê koçber, penaber, hatine kuştin, gazî û birîndar in. Sûriye sanciyên pir mezin ji ber şeran dikşîne lewma herêm di merheleyek gelek girîng, hesas û nazik de derbas dibe. Li hemberî van êrîş û siyaseta heyî ya qirkirinê, her kes dixwaze li vir berjewendiyên xwe pêk bîne. Tu kes ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê, hewl nade û projeyan pêşkêş nake. Wek MSD’ê projeya me diyar e û em Sûriyeya pir rengîn, ne navendî û demokratîk dixwazin. Lê mixabin heta roja îro Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji hevdîtin û cihên çareseriyê hatiye dûrxistin. Ruxmê wê jî hewldana me heye û gavên girîng MSD’ê avêt. MSD’ê hewldanên ji bo avakirina çareseriya siyasî ya ji bo pêşeroja Sûriyeyê avêtiye ku gelek kar û xebatên dewlemend meşandine. Divê em hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên gel hev û çareseriyê ava bikin. Ger çareseriyek hebe ew jî bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e. Hêzên derve ji bo berjewendiyên gelan, tu tişt nakin, ji ber ku her kes ji bo berjewendiyên xwe kar dike ev rastiyek e. Ger çareseriyek hebe bi gelê Sûriyeyê re gengaz e. Herî dawî hêviya me ew e ku dagirkerî bi dawî bibe û hemû aliyên navneteweyî ji bo çareserkirina krîz û qeyrana heyî bikevin tevgerê.”