Berdevka dîplomasiya TAJÊ: Divê statuya Şengalê bê nasîn

Berdevka dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî têkildarî konferansa jinên Êzidî ku li Parlamentoya Ewropayê pêk hat axivî, diyar kir ku di konferansê de daxwaza dadgehkirina berpirsiyaran hatiye kirin û got ku divê statuya Şengalê bê naskirin.

CÎLAN ROJ

Şengal – Di 30’ê Çileya 2024’an de yekem car ji aliyê Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ) ve li Parlamentoya Ewropayê bi sernavê “Jinûve avakirina civaka Êzidî ya di bin gefa qirkirinê de” ji bo qirkirina Êzidiyan were naskirin konferansek hat lidarxistin û Navenda Yekitiya Komeleyên Êzidiyan piştgirî da konferansê.

Di konferansê de fermanên ku li ser Êzidiyan pêk hatine bi taybetî jî fermana 74’an a di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, hatin vegotin û li ser avakirina rêveberiya xweser, rewşa Şengalê, veger û êrîşan jî axaftin hatin kirin.

Di konferansê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Laheyê hat kirin ku trajediya civaka Êzidî jiyaye weke jenosîd bi awayeke fermî nas bikin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha ji bo parastina ewlekariya gelê Êzidî, mafên jinan û parastina çandî banga lezgîn hat kirin.

Ji aliyê din ve ji bo tişên ku li Şengalê hatine jiyîn, ji bo nasandina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê û daxwazên civaka Êzidî, heyetek ku yek jê fermandara Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengal û berdevka dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî jî di nav de ji Şengalê tevli konferansê bû.

Têkildarî girîngî û hûrguliyên konferansa ku li Parlamentoya Ewropayê pêk hat berdevka dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî ji ajansa me re axivî. 

‘Lidarxistina konferanseke bi vî rengî gelek girîng bû’

Suham Şengalî diyar kir ku weke civaka Êzidî li Parlamentoya Ewropayê lidarxistina konferanseke bi vî rengî ji bo wan gelek girîng bûye û wiha got: “Weke civaka Êzidî lidarxistina konferansek ji bo me bi taybetî piştî fermanê gelek girîng e. Bi taybetî cara yekem ji Şengalê li ser navê nûnertiya rêxistina Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û hêzên parastina jinên Êzidî ango Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) beşdarbûn pêk hat. Beşdarbûna konferansê em dikarin gelek baş binirxînin bi taybetî weke jinên Êzidî bi rengên xwe yên Êzidayetiyê, bi cil û bergên xwe tevlibûn gelek baş bû. Heya niha gelek xebat hatine meşandin lê cara yekem di asteke wisa de lidarxistina konferanseke bi vî rengî bi rastî jî gelek cuda bû.”

‘Rewşa piştî fermanê’

Di konferansê de bi taybetî mijarên weke di fermana 3’yê Tebaxê de li Şengalê çi hat jiyîn, hêzên ku bi DAIŞ’ê re li hev kirin û sûcên jenosîdê pêk anîn kî bûn, piştî fermanê rewşa gel, jin, civak û Şengalê niha çawa ye, pergala xwe li ser çi esasî ava kirine, rasterast ji nêz ve hat nirxandin.

Der barê mijar û peyamên ku di konferansê de derketin pêş, Suham ev tişt anî ziman: “Nîqaşên ku di konferansê de derketine pêş bi taybetî piştî fermanê rewşa jinan û civaka Êzidî çi ye, tişta tê xwestin çi ye bûn. Ji ber ku gelek welatan jenosîdê nas kir lê gavên ber bi çav neavêtin. Li ser mijara divê ferman li welatên din jî bê naskirin jî nîqaş hatin meşandin. Bi taybetî her kes qirkirina jinan bi Şengalê nas dike. Di warê qanûnî de li ser vê yekê karkirin, ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên ku hê jî di destên DAIŞ’ê de ne çi kar û xebat werin meşandin, tişta ku tê xwestin çi ye, rewşa ku niha em dijîn çi ye? Bi taybetî jî ev mijar hatin destgirtin. Ya herî girîng jî weke Şengalî weke jinên Êzidî em bi çi daxwazî çûn wê derê girîng bû. Ji aliyê din ve çend mijarên sereke hene ku hem di hevdîtinan de hem jî di konferansê de derketine pêş. Yek ji wan mijarên esasî jî naskirina jenosîdê bû.”

‘Pergala Şengalê tê meraqkirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Suham destnîşan kir ku ji bo welatên din jî sûcên li Şengalê pêk hatin wek jenosîd nas bikin û gavên ber bi çav biavêjin û ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên di destên DAIŞ’ê de werin rizgarkirin divê di asta navneteweyî de xebat werin meşandin û wiha pêde çû: “Weke civaka Êzidî piştî fermanê rewşa wê meraq dikin, di Şengalê de jiyana çawa heye, di raya giştî de heta astekê tê şopandin lê ji nêz ve dîtin û guhdarkirin cuda bû. Ji ber ku civaka êzidî bi qirkirinê re rûbirû ma lê piştê wê em dikarin bêjin xwe jinûve birêxistin kir. Bi taybetî jinan hêzên xwe yên parastinê avakirin, YBJ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê ava kir. Niha Şengal pêşenî ji projeya ku ji hemû neteweyan re dibe nimûne dike. Di Şengalê de Rêveberiya Xweser heye.”

Naskirina statuya Şengalê

Yek jê mijara ku di konferansê de hat nirxandin statuya Şengalê bû. Li ser mijarê berdevka dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî da zanîn ku parastina civaka êzidî ya ji qirkirina naskirina statûya Şengalê ye û ev tişt anî ziman: “Ji aliyê manewî ve piştevaniya Şengalê encax bi naskirina statuya Şengalê pêkan e. Mafê civaka Êzidî di konferansê de hem me daxwaz kir hem jî ew bi xwe anîn ziman. Ger civakeke ku 74 fermanan re derbas bûbe mafê wê heye ku parastina xwe bike û xwe birêve bibe. Ev yek mafeke rewa ye. Dewleta Iraqê her car dibêje yan jî dijminê vê civakê dibêjin hêzeke ne rewa ye lê ciheke wek Parlamentoya Ewropayê de hat gotin ku mafê civaka Êzidî ye ku xwe biparêze. Bi taybetî ev xal gelek girîng bû. Mînak ji bo parastinê nîqaşên ku di nav mêvanan de derketiye holê gotin ku civaka êzidî di dîrokê de qet êrîşê tu kesî nekiriye, piştî fermanê cara yekê civaka êzidî wek artêş hêza xwe ya parastinê ava kiriye lê ev jî ji bo parastina xwe ye ne ku êrîşî tu deveran bike. Mesele ev xal gelek girîng bû.”

Yek ji xala girîng dadgehkirina çeteyan bû

Di axaftina xwe de Suham destnîşan kir ku yek jê xala girîng jî dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bûye û ev nirxandin kir: “Xala herî girîng piştî fermanê êrîşên li ser civaka êzidî bû. Çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, jenosîd pêk anîn, PDK bû alîkar, welatê weke Tirkiye û gelek welatên din ji aliyê lojîstîk ve destek dan, ev hemû dikevin nava çarçoveya sûcên jenosîdê. Bi taybetî ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê ku gelek endamên DAIŞ’ê hemwelatiyên Ewropayê ne, erkeke sereke ye ku ev welatên jenosîdê nas kirine van DAIŞ’ên ku hemwelatiyên wan in dadgeh bikin yanî bi kurtasî dadgeheke navneteweyî were çêkirin. Di hundirê vê dadgehê de DAIŞ weke kesek neyê dadgehkirin weke zîhniyet, rêxistin were dadgehkirin. Yên ku bi DAIŞ’ê re hevkarî kirin, Şengal firotin, reviyan, Şengalê neparastin, divê hesab ji wan were xwestin. Mesele yên ku sûcên jenosîdê kirine niha careke din dixwazin vegerin Şengalê yanî dixwazin zemîna fermaneke din ava bikin. Ev rewş bi awayeke berfireh li konferans û hevdîtinan de hatin ser ziman. Her wiha bi awayeke belgekirî jî ji sala 2014’an heta roja îro dewleta tirk çend caran êrîş kiriye hat pêşkêşkirin. Em weke civaka êzidî li ser vê xakê çawa xwe birêxistin kir, hedef û armanca me ji vê rêxistinbûyînê çi ye, bi awayekî belgekirî hat pêşkeşkirin. Yanî bi giştî weke nêzîkbûn li beramberî van daxwazan em dikarin erênî bigirin dest ji ber ku daxwaza civaka êzidî daxwazên rewa ne ku li wê derê hatin ser ziman.”

‘Divê Êzidî tifaqa xwe ava bikin’

Di dirêjiya axaftina xwe de Suham Şengalî anî ziman ku asta konferansê gelek baş bûye lê ji bo berdewamiya wê hem li Şengalê hem li derveyî welat divê xebat bi awayeke xurt werin meşandin û wiha got: “Gelek girîng e ji bo em van daxwazên xwe pêk bînin, bi salan xebat û têkoşîn tê xwestin. Yanî wisa bi carek ve kesek mafê kesek nade divê têkoşîn bê dayîn ku heta ew civak bigihîje maf û hedefa xwe. Yanî dema em behs dikin welatên derve Şengalê bi fermanê nas dikin ev jî bi hewldan û xebatên ku hatin meşandin pêk hat. Ji hêla din ve piştî vê konferansê ku encam jî jê derket xalên em bêhtir li ser kar bikin ev in; divê kesên ku tevli konferansê bûne weke dost piştgirî bidin Şengalê. Di roja me ya  îro de ji bo pratîzekirina van daxwazan hîn zêdetir xebat bên meşandin.”

Suham di axaftina xwe de bal kişand ser tifaqa civaka Êzidî û wiha domand: “Divê destpêkê êzidî tifaqa xwe ava bikin û bi hev re têkoşîna vê tiştî bikin. Mînak êzidiyek li ku derê ve divê ji bo Şengalê têbikoşe û xebat bide meşandin. Ji bo vê yekê di serî de civaka êzidî derveyê welat hîn zêdetir rêxistinbûna xwe xurtir bike. Di bin Sîwana Meclisa Jinên Êzidî de, civaka êzidî li hev kom bibe û bikaribe ji bo van daxwaza xwe kar bike û xebat bide meşandin.”

Temsîlkirina civaka xwe gelek girîng e

Berdevka dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî got ku ji Şengalê rasterast çûyîna nûneran û temsîlkirina civaka xwe gelek girîng e û ev tişt got: “Ji aliyê din ve di konferansê de bal hat kişandin ku dengê Şengaliyan were guhdarkirin. Ji ber ku kesên li Şengalê nejîn tiştên li Şengalê fêm nakin û nas nakin. Ji bo vê gelek girîng e ku dengê civaka Êzidî, jinên Êzidî di qada Ewropayê de were bihîstin, rewşa Şengalê ji nêz ve were şopandin. Her wiha di konferansê de ji wan hat xwestin ku bi xwe werin serdana Şengalê, bi rêveberiya xweser, sazî û dezgehên wê re, bi hêzên wê re rûnên ku bikaribin daxwazên me hîn bêhtir pratîze bibînin.”

Banga têkoşînê

Suham Şengalî bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Wek civaka Êzidî konferansên bi vî rengî ji bo me gavên serkeftinê ne, em dikarin bi vê rê û rêbazê hîn zêdetir hem xwe ji êrîşan biparêzin hem jî em dikarin xwe bi vê rêbazê xwe ji aliyên ku derdikevin li ser navê Şengalê diaxivin û propagandayên reş didin meşandin, biparêzin. Pêkanîna armanca çûyîna me li ser asta karkirina me ye. Her wiha ez bang li hemû jinên Êzidî dikim li ku derê dibin bila bibin têkoşîna xwe berdewam bikin û ji bo pêkanîna daxwazên rewa yên civaka Êzidî kar û xebatê bimeşînin.”