rojane
-

‘Li dijî her cure tundiyê divê jin di hemû qadan de têbikoşin’
Nivîskar, rojnamevan û desteya nivîsên beşa ragihandinê ya Yekitiya Jinan Gulîzar Ferec bal kişand tundî û êrişên li ser jinan ku bi destê mêr-dewletê ve tê kirin û got: “divê jin di hemû qadan de têbikoşin.”
-

Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25'ê Mijdarê: Rojhilatê Kurdistanê û Îran
Her çendî hikumeta Îranê û zexta hişmendiya mêrsalar di her qada jiyanê de hebûna xwe dide avakirin jî êdî li pêşberî xwe tekoşîna jinan a bi wêrek re rûbirû dimîne. Jinên ku li dijî darvekirinê serî radikin, dibin îlham.
-

Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk hemû rêxistinan di bin banekî de kom dike
Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk armanc dike ku ji jinan heta ciwanan, hemû rêxistin û saziyan di bin heman sîwanê de kom bike û îradeya her qadê di rêveberiyê de nîşan bide.
-

‘Barê herî mezin di şeran de li ser milê jinan e’
Bijîşka derûnî Meysaa Hesayrî teqez kir ku herêmên şer lê dewam dikin barê herî mezin li ser milê jinan e.
-

Li Idlibê jin li cihê kar bi êrişa zayendî re rûbirû tên
Jinên debara mala xwe dikin li Idliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ de ye di gelek zehmetiyan re derbas dibin. Jin dibêjin ku ew li cihên ku lê kar dikin rastî zext û û êrişa zayendî tên û ne ewle hîs dikin.
-

‘Jin li dijî her cure tundiyê xwedî hêza xwe ya parastinê ne’
Ji fermandarên YPJ’ê Emîre Mihemed a ku bi nêzbûna 25’ê Mijdarê axivî û got: “Jinan bi beşdarbûna YPJ’ê sînorên tirsê şikandin. Divê jin bizanibin li dijî her cure tundiyê hêzên parastina leşkerî ya jinan hene.”
-

‘Divê em 25’ê Mijdarê veguherînin roja azadiya jinan’
Endama Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan diyar kir ku divê jin her dem têkoşîna xwe bidomînin û destnîşan kir ku pêwîst e jinên ciwan berxwedan û têkoşîna bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê pêk hatiye mezintir bikin.
-

Li Mexmûrê rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê didome
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di çarçoveya rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê de, sînevizyonek hate temaşekirin.
-

Çalakiya Nobetê di roja 487’emîn de ye
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 96’emîn û bi biryardariyek mezin didome.
-

TAJÊ li dijî tundiyê semîneran da
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di çarçova kampanya ‘Lidijî tundiya li ser jin, Jin Jiyan Azadî’ li Şengal û gundê Digurê têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan semîneran da.
-

Li Reqayê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
Ji bo Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên bajarê Reqayê meşeke rengîn li dar xistin. Di dema meşê de gelek çalakiyên hunerî û çandî hatin lidarxistin.
-

Li Dêrezorê ji bo 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn
Li bajarê Dêrezorê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan semîner hat dayîn. Di semînerê de rêbazên ji holê rakirina sedemên tundiyê hat nîqaşkirin û bal kişandin ser rola jinan.
-

Li Kobanê mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, mêr ên kantona Firatê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan.
-

Mala Jin têkildarî tundiya li ser jinê semînerek da
Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Mala Jin a bajarê Hesekê ji bo jin û mêran semînerek da.
-

‘2 hezar û 800 welatiyên Êzidî hê jî ne hatine rizgarkirin
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên hatine revandin li Iraqê, Hisên Qaidî eşkere kir ku heta niha 2 hezar 800 welatiyên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê nehatine rizgarkirin.
-

‘Jin ji bo azadiya xwe têdikoşin’
Nesrîn Elî li ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kampanya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan bûye diyarkir ku li Îran û Tirkiye binpêkirinên li dijî jinan, li ber çavê cîhanê tê kirin û da zanîn ku herî zêde jin rastî ‘tundiya siyasî’ tên.
-

Li Xezayê di 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
Artêşa Îsraîlê li Xeza û Lubnanê êrişî mal û kampên kesên ji cihên xwe bûne kir. Li gorî agahiyên destpêkê di nava 24 saetan de li Xeza 66 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar hene.
-

Li dibistanên Îranê pergala zorê û şîdetê
Pergala perwerdê ya Îranê ji ber cudakariya çînî, ferzkirina hîcab û tundiya pergalî bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên di sîstema perwerdê de, hişmendiya civakî û berxwedan şert e.
-

Piştî ameliyatê Nergîz Muhamedî şandin girtîgehê
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê parêzvana mafê mirovan Nergîz Muhamedî ku ji ber di hestiyê lingê wê de tumor hebû emaliyat bû, şandin girtîgehê.
-

Cezayê îdamê yê li Werîşe Mûradî hat birîn ji hemû jinan re peyamek e - ANALÎZ
Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne mijareke takekesî ye, diyardeyeke civakî û çandî ye û ji bo têkoşîna li dijî wê xebateke kolektîf pêwîst e. Divê di cîhanê de hevkariya jinan bê zêdekirin û Konfederalîzma Jinan bê avakirin.