‘Jin ji bo azadiya xwe têdikoşin’

Nesrîn Elî li ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kampanya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan bûye diyarkir ku li Îran û Tirkiye binpêkirinên li dijî jinan, li ber çavê cîhanê tê kirin û da zanîn ku herî zêde jin rastî ‘tundiya siyasî’ tên.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM

Minbic- Tevî zagon û peymanên ku ji bo parastina jinan hene, jin rastî gelek cûrên tundiyê tên. Nesrîn Elî a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kampanya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan bûye, destnîşan kir ku tundiya ku li beranberî inan tê pêkanîn gelek cûrên wê yên weke fîzîkî, civakî, aborî hene, lê belê cûrê ku herî zêde li ber çavan nayê girtin ‘tundiya siyasî’ ye.

Nesrîn Elî da zanîn ku tundiya siyasî li Îranê eşkere li ber çavane û wiha got: “Rêveberiya Îranê li dijî parêzvanên mafê jinan, rojnamevanan û her jina ku fikrê xwe îfade dike cure tundiya herî wehşî pêktîne. Di heman demê de mudexeleyî cilên jinan û jiyana wan ya şexsî dikin. Her dema jinek gavekê ji bo edalet û wekheviyê  davêje, tê girtin û cezayên giran digrin, heta tên darvekirin. Lê belê herkes dizane kiryarên ku Îran li dijî jinan pêktîne derveyî exlaq in û xwe naspêrin ti olan.”

Nisrîn El Elî wiha berdewam kir: “Ez berxwedana jinên Îranê pîroz dikim. Tevî hemû binpêkirinên mafan ên ku jinên Îranî rastî tên, gav şûnde neavêtin, ji têkoşîna ku dane destpêkirin mînakek ya cesareta mezine. Ev berxwedan nîşaneya baweriya wan ya bi doza wan e. Ji ber di tu civakan de jin azad nebin, civak jî azad nabe.”

Rewşa li Tirkiyê

Nisrîn El Elî da zanîn ku li Tirkiyê pêkanînên li dijî jinan ji ya Îranê ne cüda ye û wiha got: “Li Tirkiyê dibin navê ‘demokrasyê de’ tundiya herî xirab li dijî jinan tê pêkanîn. Lê belê di rastî de, ev rêbaz, ji otoriter û rêveberiyek ya zextê ne cüda ye.”

Nisrîn El Elî wiha berdewam kir: "Em hemû dizanin dewleta Tirk çawa ji peymana Stenbolê vekişiya, der barê tundiya ku li dijî jinan tê bikaranîn de gav nehatin. Di rojên dawî de me dît ku di protestoyên gel yên li dijî tayînkirina qeyûman de, çawa jin hatin binçavkirin û rastî tundiyê hatin. Ev rastiya îdeayên ‘demokrasiya’ Tirkiyê radixwe ber çavan.”

Nesrîn Elî bal kişand ser rewşa jinên li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriye yên hatî dagirkirin û wiha got: “Paşeroja Tirkiye ya bi xwîn û pêkanînên binçavkirinên kêfî ji xwe tê zanîn. Li bajarên ku Tirkiye dagirkirî, jin tên revandin, rastî êrişa zayendî tên û tên qetilkirin.”

Sedemên tundiya siyasî

Nesrîn Elî destnîşan kir ku sedemên bingehîn yên tundiya siyasî, ji bo jinan ji siyasetê dûrbixin û wana di civakê de bê bandor bikin û wihapê de çû: “Zîhnyeta serdest ya mêr ku weke welatên Tirkiye û Îranê li dijî jinan tundiyê pêktîne. Ji ber Zîhniyeta serdest ya mêr, zext û şer tercîh dike, jin li aştî û aramiyê digerin. Ji ber vê pozîsyonên pêşengtiyê tenê ji bo mêr hatiye veqetandin. Ên ku dixwazin bi riya tundî û şer, desthilat asiyasî berdewam bikin, jinan ji van pêvajoyan dûr dixin.”

Ceribandinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Nesrîn Elî d îşaret bi wê yekê kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin kirin û ji şoreşê re pêşengtî kirin û bandora xwe di qadên civakî, siyasî û diplomatik de ku bûye hêzek bi bandor nîşan dan. Nesrîn Elî bal kişand ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya berxwedana jinên Kurd û wiha got: “Ev felsefe belavî gelek welatên cîhanê bû, hikumeta ku di tirse ev felsefe belavî Tirkiyeyê bibe, jinan dike hedef û dixwaze wan bigrin û bixin bin zextê.”  

Nesrîn Elî wiha bi dawî kir: “Jin li dijî her cûrê tundiyê têdikoşin, di azadiya civakê û pêkanîna edaletê de rolek giring dilîzin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi fedekartiyek mezin parastina azadiya ku qezenç kirine dikin. Jin dikarin dawî li her cûrê tundiyê bînin û azadiya civakê pêkbînin.”