TAJÊ li dijî tundiyê semîneran da
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di çarçova kampanya ‘Lidijî tundiya li ser jin, Jin Jiyan Azadî’ li Şengal û gundê Digurê têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan semîneran da.
Şengal – Di 5’ê mijdarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanya ‘Li dijî tundiya li ser jin, Jin Jiyan Azadî’ dan destpê kirin. Di çarçova kampanya de li Meclisa Giştî ya Şengalê û Meclisa Gundê Digurê ya Şengalê du semîner li ser 25’ê mijdarê hatin dayîn.
Semînera li Şengalê ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen û Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hate dayîn. Semînera li Digurê jî ji aliyê berdevka TAJÊ Rîham Hico û Endama Kordînasyona TAJÊ Şemê Remo ve hate dayîn. Di semîneran de tekoşîna Jinan ya salekê û girîngiya kampanya TAJÊ ya li dijî her cûre tundiyê hate nirxandin.
‘Jinan sînor hilweşandin’
Rîham Hesen di destpêka semînerê de da zanîn ku jinên pêşeng û şoreşger her tim cihê tirsa desthilatdaran e û wiha got: “Bi boneya roja tekoşîna li hemberî tundûtujiya li dijî jin em hemû şehîdên jin bibîr tînin. Hemû jinên ku tekoşîna azadiyê dimeşînin em silav dikin. Di kesayeta jinên şoreşger de tekoşîna jinan bilind bû. Zihniyeta mêr jinê sînordar kirin û bi hinek tiştan sînordar hiştin. Weke mal û hicab danîn û dengê kêm axaftin û hwd. Jin li hemberî vê zihniyetê bêdeng neman û namînin. Mînaka wê jî Jîna Emînî ku qetilkirina wê bû sedema serhildanê. Dengê serhildana jinên Rojhilat û Îranê giha hemû cîhanê û bû ilhamek ji hemû jinan re. Jina sînor şikandin û bûn yek deng. Li Rojavayê Kurdistanê Hevrîn Xelef jinekî pêşeng bû û temsîla rastiya jin dikir, lê ew jî ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedef girtin û şehîd bû.”
‘Divê jin bi cewherê xwe bijîn’
Rîham Hesen mînakên jinên pêşeng yên dinava civaka Êzidî de da û banga tekoşîna hevpar kir û wiha got: “Civaka Êzidî rastî fermanekê hat. Jina Êzidî û civaka Êzidî hatin hedef girtin. Lê ji bo civaka me bawerî û çanda me jinav bibin êrişî xala herî girîng ya civakê kirin ku ew jî jine. Dayê Gulê ku bi navê zanista civakê em lê dikin. dema ku DAIŞ hat û êrişî Şengal kir hevjînê wê şer nekir wê bi sîlaha wî şer kir û li hemberî hovîtiya DAIŞ sekinî heya ku şehîd bû. Divê civaka me û bi taybet jina Êzidî baş bizane ku jin bingeha jiyanê ye. divê jin hemû bi çand û pîvanên jinbyînê jiyan bikin û li cewherê xwe em vegerin.”
‘Felsefeya azadiyê di destê me de ye, divê em bi wê bijîn’
Di semînera Digurê de jî Rîham Hico axivî û wiha got: “Tevgera me di 5’ê mehê de kampanyayek me da destpê kirin. ji bo ku em li hemberî tundiyê bisekinin. Tundiya ku li ser jin tê meşandin û zilma ku di civakê de heye. Me hewil da ku em hejmarekî zêde tevlî kampanya xwe bikin ji bo ku em bi hejmarek zêde pkêşiya tundiyê bigrin. Roja tekoşîna li hemberî tundiya li ser jin rojek ji xweber nîne. Ji berk u rojek nîne ku jin nayê kuştin, tecawiz kirin û firotin. Tundî 24 setan li dijî jin heye. Çawa em jiyanekî wekhev û aram ava bikin û em tekoşînekî hevbeş bikin. Fikir û felsefeya Serok APO di esasê xwe de azadiya jin. Ger ku îroj em xwedî li vî fikrî derdikevin divê em tekoşîna xwe jî li ser wî fikrî bikin. Em bi rastiya wî fikirî bijîn û jiyanê bidin avakirin.”
‘Ya rast çi ye divê her kes ji milê xwe destpê bike’
Şemê Remo jî zanîn ku divê her kes ji mala xwe dest bi tekoşînê bike û wiha got: “DAIŞ hemû tişt kir, ji kuştin, firotin û her tiştên din kir. ta niha jinên êzidî li welatan belav bûne. Îro fikrê azad di serê me de ye nabe em bê rêflêks bin li hemberî tundiyê. Ya rast çi ye divê her kes ji milê xwe destpê bike. Her kes li hemberî tundiyê bisekine.”
‘Divê jin bibin yek deng’
Endama TAJÊ Emşê Korkorkî têkildarî mijarê nerîna xwe da û bang li hemû jinan kir ku bibin yek deng ji bo ku zilim bidawî bibe û wiha got: “Jin rastî êriş û işkencê tê, rastî neheqiyekê tê ji aliyê mêr û civakê ve. Zihniyeta zilam zilmê li ser jin dike. Zewaca bi temenê biçûk, kuştin û tecawiz hemû şêwazên işkencê ne ku jin rubirû tên. Jin di malê de tê kuştin, zewac dike dîsa tê kuştin. Piştre çawa ew jin hatiye kuştin kes nizane, her kes vedişêre. Yan dibêjin ku xwe kuştiye û derûniya wê ne baş e. Banga me ji her kesî re heye ku li hemberî şidetê bisekinin û qebûl nekin. Divê em jin destekê bidin hev, hemû jin em bibin yek deng. Jinek bê kuştin û dibin zilmê de be tê wateya ku hemû jin têne kuştin û zilmê dibînin.”