3 çalakvanên Kurd ji girtîgehên Kamyaran û Sineyê bi kefaleta demkî hatin berdan

Kajal Rehmanî, birayê wê Danyal û hevjînê wê Îsa Feyzî her yek bi kefaleta 2 milyar Tomenî heta roja darizandinê bi awayekî demkî hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Kajal Rehmanî, birayê wê Danyal Rehmanî û hevjînê wê Îsa Feyzî bi kefaleta zêde ji girtîgehên Kamyaran û Sine bi awayek demkî hatine berdan.

Bi kefaletek zêde demkî hatin berdan

Li gorî raporê, roja Yekşemê, 19’ê Tîrmehê 2026’an, ev hersê çalakvanên Kurd, her yek ji wan bi kefaleta 2 milyar Tomen, heta darizandina wan bi awayek demkî hatine berdan.

Ev malbata Kurd a parêzer di dema binçavkirinê de bi sûcê ‘endamtiya komên muxalîf ên li derveyî welêt’ re rûbirû man û di wê demê de mafê wan ê xwegihandina parêzer hate astengkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Kajal Rehmanî û birayê wê Danyal Rehmanî di 6’ê Hezîrana 2026’an de di encama serdegirtina mala wan a li Kamyaranê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatin girtin. Di heman demê de, hevjînê Kajal Rehmanî, Îsa Faizî, jî piştî ku ji bo pirsîna rewş û cihê havjîna xwe çû ofîsa çapemeniyê ya Wezareta Îstixbaratê, li wir hate girtin.

Ketibû greva birçîbûnê

Piştî ku Kajal Rehmanî rojekê li Navenda Ragirtina Îstîxbarata Kamyaranê di hucreya yekkesî de ma, ew sewqî beşa jinan a Navenda Îslahê ya Sine hate kirin. Di dema girtinê de, ji bo protestokirina girtina xwe ya neqanûnî, muameleya biçûkxistinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û zexta lêpirsîneran ji bo vekirina dozê, 18 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştre, li ser daxwaza malbata xwe greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir.