rojane
-

‘Divê ji bo mîsogerkirina aştiyê rêziknameyên pêwîst ên qanûnî bên çêkirin’ – HEVPEYVÎN
Hevsekretera Giştî ya ELDH'ê Ceren Uysal çalakiyên di çarçoveya kampanyaya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd' re hatine lidarxistin nirxand.
-

Jinên Elewî: Komkujiyên li peravê rûyê rast ê rêveberiya demkî nîşan da
Jinên Elewî yên ku ji ber qirkirina mezhebî ya li ser Elewiyan li peravên Sûriyeyê koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, diyar kirin ku komkujiyên li dijî wan hatine kirin rûyê rastîn ê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê nîşan dide.
-

Li Hesekê xebatek giranbûha: Hefteya Wêjeyî
Rewşenbîr Şêrîn Ebasî ya ku beşdarî Hefteya Wêjeyî ya li Hesekê bû balkişand ser girîngiya jinan a di wêjeyê de û bang li jinan kir ku bi pênûsa xwe li destkeftiyên şoreşê xwedî derkevin.
-

Kujerê Hevrîn Xelef kirin fermandarê Firqeya 86’an
Heyet Tehrîr El Şam a cîhaîst serçete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra) yê ku di sala 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribû, wekî fermandarê Firqeya 86'an erkdar kir.
-

‘Li Sûriyeyê di 24 saetan de 7 kes hatin kuştin’
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de herî kêm 7 kes hatine kuştin.
-

Li dijî jinan sêgoşeya zayendî, mêrsalar û kevneşopî
Li Komara Îslama Îranê tundiya li dijî jinê ne tenê hişmendiyek civakî ye, tayîsîna pergala hiqûqî- siyasî û olî ku jinê wek mirov nabîne, wek milkê taybet ê mêr dibîne ye jî.
-

Miftiyê kiryarê êrîşa zayendî beraet kir
Ji bo Halîl Bîlîk ê li Rihayê ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokekê dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.
-

Demokrasiya Kurdan – ANALÎZ
Helwesta teng a ku sekna eşîreta xwe û êl û herêma xwe aniye nevenda Kurdistanê, ancax bi feraseta demokratîk û pergala demokratîk dikare bê derbaskirin. Di vê wateyê de xebata Yekîtiya Netewî di her alî de hatina demokrasiyê ye.
-

Suweyda di bin dorpêçê de ye
Çalakvana siyasî Reqiya El-Şair bal kişand ser dorpêça li ser Suweydayê û tekez kir ku ev dorpêçkirin ne tenê tedbîrek ewlehî an leşkerî ye, lê belê "amûrek zexta siyasî" ye ku ji bo xurtkirina desthilatdariyekê tê bikar anîn.
-

Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bidawîbûna çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ragihand û diyar kir ku berxwedana zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket.
-

MKG: 9 rojnamevanên jin hê girtî ne
Komeleya Rojnamegerên jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya meha Nîsanê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku 9 rojnamevanên jin hê girtî ne û darizandina 17 rojnamevanan jî didome.
-

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe
Hat ragihandin ku di êrîşên dawî yê Îsraîlê bi ser Zîvala Xezayê de herî kêm 20 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.
-

Xwendekarên jin ên Sûdanê bi îsrara xwe serkeftinê bi dest dixin
Xwendekarên jin ên Sûdanê dan zanîn ku koçberbûna wan rê li ber domandina perwerdehiya wan negirtiye. Tevî zehmetiyan jî bi biryardarî serkeftinê bi dest dixin.
-

YPJ: Divê hemû jin berpirsyartiya xwe yên dîrokî bigrin ser milê xwe
YPJ’ê êrişên li ser Durziyan şermezar kir û ev bang li jinan kir: “Parastina cewherî ya ku mafekî xwezayî û rewa ye, esas bigrin da ku parastina mafên tevahî gelan mîsoger bikin. Divê hemû jinên herêmê û cîhanê berpirsyartiya xwe yên dîrokî bigrin ser mil
-

‘Jin di civakên bi qeyran de bêhtir hêza xwe nîşan didin’
Nivîskar û rojnamevana jin a Sûrî Diyana Cebûr tekez kir ku jin herî zêde di nava civakên bi qeyran de hêza xwe nîşan didin.
-

Pêwîste em felsefeya Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin
Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen da zanîn ku hêza xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digrin û wiha got: "Em ê felsefeya Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin.
-

Cenazeyê Sirri Sureyya Onder hate definkirin
Cenazeyê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li Goristana Zîncîrlîkuyuyê bi dirûşma “Qasidê aştiyê nemir e” hate definkirin.
-

Kesên ku di Terteleya Dêrsimê de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
Kesên ku di terteleya Dêrsimê de hatin qetilkirin, tên bibîranîn. Wê meşek di çarçoveya bibîranîna salane ya 88'emîn salvegera Şoreşa Dêrsimê de hat lidarxistin.
-

Malda Kûsa hat bibîranîn
Endama Akademiya Jineolojî Malda Kûsa di salvegera 6’emîn a mirina xwe de bi merasîmek li goristana Şercî a bajarê Hesekê hat bibîranîn.
-

Li Başûrê Kurdistanê di 4 mehan de 10 jin hatin qetilkirin!
Li Başûrê Kurdistanê di nava 4 mehên dawî de 10 jin hatin qetilkirin û 9 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.