rojane
-

Êrîşên wek îşkence û zayendî lêgerîna tazî
Seroka Şaxa Setnbolê ya ÎHD Gulseren Yolerî têkildarî pêkanîna lêgerîna tazî ku di rojên dawî de tê nîqaşkirin got: “Tiştên tên jiyîn, li Tirkiye niha weke lêgerîna hûrgulî ya di mevzuatê de heye, lêgerîna tazî weke rêbazek ya îşkenceyê tê pêkanîn.”
-

‘Axaftinên wezîrê çandê ya HTŞ’ê berdewamiya siyaseta qirkirinê ye’
Endama Partiya Yekîtiya Suryan Xatûn Îsa daxuyaniya Wezîrê Çandê yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya di destê HTŞ’ê de bi berdewamkirina siyaseta qirkirinê ya sala 1915’an pênase kir û got: “Kes nikare dîroka rast berovajî bike.”
-

Gulîstan Koçyîgît: Di hevdîtinê de aliyên astengkirî yên pêvajoyê hatin gotûbêjkirin
Cîgira Seroka Koma DEM'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di hevdîtina Serokomar Tayyîp Erdogan û Şandeya Îmraliyê de aliyên astengkirî yên pêvajoyê hatine nîqaşkirin û pirsên rojnamegeran bersivandin.
-

Divê medya jenosîdan nîşan bide
Di panela ku ji bo bîranîna Enfalê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku ji bo nifşên pêş bîranînên bi êş bizanibin, divê xebatên akademîk bên meşandin û medya jenosîdan nîşan bide.
-

Ji Meclîsa şaredariyê Du biryarên girîng
Di civîna meclîsa meha Avrêlê ya Şaredariya Peyasê de biryar hat dayîn ku ji bo pirsgirêkên welatiyên berastengdar bên çareserkirin li gelek noqteyên bajêr îstasyonên şarjê yên wesayîtên bi pîlan tên dagirtin bên avakirin.
-

Hunermenda Japonî Erîk û Dayikên Aştiyê Serdana Şaredariya Peyasê kirin
Li Şaredariya Peyasê serdanên watedar pêk hat. Hunermenda Japonî Erîk di çarçoveya serdana xwe de bi Serdar Canan re ji bo tevkariyê li aştî û hunera herêmê bike serdana Şaredariya Peyasê kir.
-

Ceza dan rojnameger Necla Demîr Arvas û ew berdan
Rojnameger Necla Demîr Arvas a girtî bi îdîaya "alîkariya rêxistina terorê" salek û 13 meh cezayê girtîgehê xwar û piştre biryara berdana wê hat dayîn.
-

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin
Bi tevlîbûna nûnerên 24 rêxistin û saziyên jin ên ji çar parçeyên Kurdistanê, ‘Platforma Yekîtiya Jinên Kurd’ hat avakirin.
-

Hunermend Dîna Xalid Zaurub ji aliyê Îsraîl ve hate qetilkirin
Hate ragihandin ku di êrîşa ÎsraÎlê ya li dijî Zîvala Xezayê de, hunermend Dîna Xalid Zaurub jiyana xwe ji dest daye.
-

Bijîşka Sûdanî Henedî Hamêd jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li ser wargeha Zemzem a bajarê El-Faşêr bijîşka leheng û têkoşêr Henedî Hamêd ku birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
-

Jinên Suweyda di navber azadî û kirasê bavsalarî de ne
Xuya ye ku jinên Suweyda azad û xwenda ne, biryarên xwe bi xwe didin, lê rastî berovajîkirina vê têgihiştinê diqîre.
-

Li ser jinê, zayendî û evînê: Teoriya Têkiliya Sosyalîst – ANALÎZ
Her çend evîn, zewac û zayend wekî qadên taybet xuya bikin jî, bi rastî ew saziyên bingehîn in ku bi navgîniya avahiyên çîn û têkiliyên milkiyetê tên hilberandin. Sîstema kapîtalîst jinê bi kontrolkirina beden û xwestekên wê û bi keda wan, kole kiriye.
-

Koçbera Elewî: Bi aramiyek demkî em xapandin û paşê qir kirin
Sûad El-Ebdulla a Elewî ku ji parêzgeha Humis li Berava Sûriyê ye û ji ber komkujiyên bi destê cîhadîstên HTŞ’ê xwe spartiye herêmên Rêveberiya Xweser, bang kir ku kûjer bên darizandin û Elewî bên naskirin.
-

Ji bo tevlibûna mekanîzmayên biryarê ya jinan komîte hat avakirin
Ofîsa Jinan a MSD’ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê, ji bo xurtkirina rola jinan di tevahî aliyên jiyanê de û berfirehkirina beşdariya wan di cihê biryardanê de, komîteyek ava kir.
-

Jinên ciwan ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
-

Wêneyê Abdullah Ocalan ku nehatiye weşandin derket holê
Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên salên ku li Kadastroya Amedê dixebitî, yekemîn car hat weşandin.
-

Li Mexribê azadiya jinan li cihê giştî hate nîqaş kirin
Beşdarên panêlê li Mexribê hatiye li dar xistin tekez kirin ku azadî pêdivî bi hawîrdoreke aborî û perwerdeyî heye. Di heman demê de divê jîngehek bi ewle ji jinan re li cihê giştî bên ava kirin.
-

Çete li Efrînê darên zeytûnan dibirin
Zêdeyî 50 darên zeytûnan ên ku di navbera gundên Qurtequlaq û Qestal Kişkê yên Şeraya Efrînê de ne, hatin birîn.
-

Îsraîl êrîşî nexweşxaneya Al-Ahli Baptist kir
Artêşa Îsraîlê êrîşî nexweşxaneya Al-Ahli Baptist a li navenda Xezayê kir. Der barê kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, tu agahî nehat parvekirin.
-

SOHR: Di 24 saetan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawî de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.