rojane
-

SOHR: Di 24 seatan de 8 kes li Sûriyeyê hatin kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 seatên dawî de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de rojnamevanek heye.
-

Hemrîn Dersim: Cîhan xwedî li mîrateya PKK'ê derdikeve
Yek ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Hemrîn Dersim got, “PKK’ê êdî ne tenê bi hezaran an jî sed hezaran e, niha bi mîlyonan e. Ne tenê civaka Kurd, îro tevahiya cîhan xwedî li mîrateya PKK'ê derdikeve.”
-

Di jiyana kar de jin bi cudakariya zayendî re rû bi rû tên
Nediyariya ku bi salan e didome, negirtina endaman, newekheviya mûçe, redkirina ji ber cilan û bi awayekî sîstematîk ji derfetên rêveberiyê dûrxistina jinan, tenê beşek ji zoriyên ku ku jinên li Pahevê dixebitin dikşînin.
-

Hejmara 117’emîn a Kovara Jin derket
Kovara Jin ku heftane weşanê dike bi berga "Bedel, Bîr, Berxwedan: Avakirina Aştiyê" derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Demxekirina civakî û ne cezakirin li Tûnisê rê li ber tundiyê vedike
Endama damezrîner a komeleya "Destpêkê Jin" li parêzgeha Sîdî Bozîd a Tûnisê Heyat El-Qadêrî destnîşan kir ku bêdengî û demxekirina civakî rê li ber zêdebûna pirsgirêkên tundiyê û destdirêjiyê vedike.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo guhertina civakî pêşengiyê dike
Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazor Wetîn El-Muhemed da diyar kirin ku kombûn ji bo bihêzkirina jinan û parastina mafên wan têdikoşe û xebatên xwe berfirehtir dike.
-

Şêrê Sûdanê bandorên xirab li ser derûniya zarokan çêdike
Ji ber serê li Sûdanê, bi taybetî herêmên pevçûn li wan hene divê ku ji bo dibistanên Sûdanê yên li paytext Xartûmê şêwirmendên derûnî werin şandin. Zarokên ji şer ziraran dîtine bi vê yekê dê werin rehabîlîtekirin.
-

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya me bi mewzûatekî aştiyê heye – GOTÛBÊJ
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got “Pêdiviya me bi mewzûatek aştiyê heye” û bal kişand ku di şûna avakirina gotina ‘nabe’ de, divê her kes bi lez û bez ji aliyê aştiyê ve helwest nîşan bide û ev bi qasî gavên ku dewlet bavêjin girîng e.
-

Bingeha civaka demokratîk bi pergala komunan tê avakirin
Hevserokên Meclîsan û endamê Komunan bal kişandin ser wate û girîngiya Komunan a di nava projeya neteweya demokratîk de û tekez kirin ku pêvajoya herêm tê de derbas dibe, hewceyî sererastkirin û aktîfkirina Komunan e.
-

Ji jinan ji bo aştiyê daxwazên lezgîn
Înisiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, deklarasyona xwe ya ku daxwazên wan ji bo avakirina aştî û civakek demokratîk tê de hene eşkere kir.
-

Tulay Hatîmogullari peyama Abdullah Ocalan parve kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari di civîna Enternasyonala Sosyalîst de peyama Abdullah Ocalan parve kir û wiha got: “Ev bang hem ji bo Tirkiyeyê ye, hem jî ji bo mezinkirina têkoşînê bi perspektîfeke enternasyonala sosyalîst e."
-

Rêxistina Sara ji bo jinên li peravên Sûriyeyê bang kir
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan binpêkirinên giran ên li dijî jinên li herêmên bin kontrola rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de şermezar kir û banga bi dawîkirina kiryarên li dijî jinan, kir.
-

13 koçberên Sûdanî li Çadê ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di hefteya borî de 13 kes li kampa Gaga ya penaberên Sûdanî ya li Çadê ji birçînan jiyana xwe ji dest dan.
-

Xizmên Windayan: Divê komîsyona heqîqetê were avakirin
Xizmên Windayan ji Amedê bang kirin: “Ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê em dixwazin li Meclisê komîsyona heqîqetê were avakirin.”
-

Ev 9 meh e mafê telefonê ya Sakîne Pervane tê astengkirin
Ev 9 meh e mafê telefonê yê girtiya siyasî ya Kurd Sakîne Pervane ku li girtîgeha Evînê tê ragirtin, tê astengkirin.
-

Ji bo Colanî ji sûcên qirkirinê were darizandin serî li UCM dan
FUAF ku li Sûriyeyê kesên meshebên cûda di nava xwe de di hewîne, daxweznameyek derbarê serokê HTŞ ya cîhadî Ebu Muhammed el Colani sûcê şer li dijî mirovatiyê kiriye pêşkêşî Dadgeha Ceza ya Navnetewî kir.
-

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 1052’yemîn pêk anîn
Dayikên Şemiyê yên çalakiya xwe ya 1052’yemîn pêk anîn gotin, “Çend sal jî derbas bibin, em ê ji bo Mehmet Selîm, Hasan, Cezayir Orhan û hemû windayên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bixin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
-

Xalîde Engîzek: Têkoşîna me wê bi her awayî berdewam bike
Endama Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê Xalîde Engîzek anî ziman ku hêzên 52 sal in hewl didin PKK’ê tune bikin negihiştine armanca xwe û got: “Têkoşîna me wê bi her awayî berdewam bike.”
-

Jin piştigiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’
Jinên ji Başur û Rojavayê Kurdistanê yên ku xizmên wan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane piştgiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin.
-

Li Îranê rêjeya kuştina jinan zêde dibe
Li Îranê di navbera 21’ê Nîsan- 21’ê Gulanê de 31 jin û 2 zarok hatin kuştin, 6 jin hatin bidarvekirin, 10 jin û 3 zarok bi awayê bi kuman jiyana xwe ji dest dan.