rojane
-

Jinên Kobanê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya azadiya jinan jî
Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî vekirina navenda Înisiyatîva Sûriyeyê ya Azadiya Fizîkî ya Abdullah Ocalan gotin: “Înisiyatîva azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê wateya înisiyatîva azadiya jinan jî. Em ê di xurtkirina vê xebatê de rola pêşeng bilîzin.”
-

Ji heyeta DEM Partî ya Îmraliyê der barê hevdîtinê de daxuyanî
Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ku îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, der barê hevdîtinê de daxuyaniyek nivîskî da.
-

Iraqê destur neda şandeya Îtalî derbasî Mexmûrê bibe
Şandeya Îtalî ya ku dixwest derbasî wargeha penaberan a Mexmûrê bibe ji aliyê hêzên Iraqê ve hat astengkirin.
-

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, vegeriya.
-

Leyla Guven: Pêngava PKK'ê ji bo çareseriyek dîrokî firsendekê dide
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ji 18'mîn Lijneya Giştî ya Asayî ya ÎHD'a Amedê re peyam şand û got: “Pêngava PKK'ê ji bo çareseriyeke dîrokî firsendekê dide.”
-

Li Xezayê di şevekê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrîşa artêşa Îsraîlê yê ji şevê din ve li Xezayê herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.
-

‘Li Sûriyeyê di êrişan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan’
SOHR diyarkir ku li herêmên cûda yên Sûriyeyê di nava 24 saetan de de herî kêm 12 kesan ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dane.
-

KJK: Em bang li hemû gelê xwe dikin xwedî li mîrateya şehîdan derkevin
KJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jî li jin û ciwanan dikin ku van hevrêyan nas bikin û xwedî li mîrateyên ku wan ava kirine derkevin û xurt bikin.”
-

Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
-

Şandeya jinên Bakur û Rojava serdana waliya Helebceyê kirin
Şandeyek jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê serdana Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih kirin. Di serdanê de erka walitiyê li Nuxşe Nasih hat pîrozkirin û li ser pêşxistina peywendiyan axivîn.
-

Ji Îsraîlê ji bo Xezayê pêşniyara agirbesta du mehan
Hate diyarkirin ku Îsraîl pêşniyar li Hamasê kiriye ku li beramberî agirbesta du mehî wê 10 esîran berde.
-

Hejmara 116’an a Kovara Jin derket
Hejmara 116’an a Kovara Jin ku heftane tê weşandin bi berga “Bendewar neve azad be: Jiyana nû pêkan e” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Çalakiya Mexmûrê di roja 4’an de didome
Çalakiya şêniyên Mexmûrê ya li dijî rêgirî, girtin û ambargoya hikûmeta Iraqê, li ber benda kontrolê ya hêzên Iraqê di roja çaran de bi biryardariyeke xurt didome.
-

Li Sûriyeyê tundiya mêr belavî medyaya dîjîtal bû
Her ku xuyabûna jinan li qadên giştî zêde dibe, gotinên nefretê û çewisandina dîjîtal jî zêde dibin. Parêzvanên mafên Sûrî tekez dikin ku divê jin wekî nûnerên rastîn werin hesibandin, ne tenê wekî sembol.
-

'Pêvajoya aştiyê bêyî rola jinan ne pêkan e'
Aktîvîstên ku beşdarî yekemîn kongreya NADA'yê bûne tekez kirin ku tu pêvajoya aştiyê bêyî jinan ne pêkan e û gotin: "Jin di pêkanîna aştiyê de rolek pêşeng dilîzin."
-

Kaniyên Çiyayê Kizwanan ziwa bûn: Jin riyên alternatîf ava dikin
Jinên gundê El-Biwêda û Xera yên Çiyayê Kizwanan ku barê wan ji ber pirsgirêka avê giran e, gotin ku tunebûna avê dibe sedema nexweşînan. Jinan destnîşan kir ku riya herî guncaw, çêkirina depoyên bin erdê ye.
-

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê li konê çalakiyê hat dewirgirtin
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di konê çalakiyê de bi koma 131’mîn didome.
-

1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA bi encamnameyê bi dawî bû
Kongeya 1’emîn ya Hevgirtina NADA ku di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê pêk hat, bi encamnameyek bi dawî bû.
-

Dayika Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz ji nexweşxaneyê hat derxistin
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz piştî emeliyata lingê xwe ji nexweşxaneyê hat derxistin.
-

Ji Amedê bang kirin: Bila winda bên eşkerekirin
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya 849’an a ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ de diyarkirin ku ew dest jî lêgerîna edaletê bernadin. Banga eşkerekirina windayan kirin.