rojane
-

'HTŞ mezhebperestiyê li Sûriyeyê belav dike'
N. A ya Elewî qala komkujî û binpêkirinên ku gelê Sûriyeyê di van demên dawî de tê re derbas dibin kir û got: "Piştî HTŞ'ê rêveberî bidest xist mezhebperestî û gotinên nefretê li Sûriyeyê belav dibe."
-

Jinên Kobanê: Besê Hozat nûnertiya vîna jinên azadî û aştîxwaz kir
Jinên ji bajarê Kobanê, pêşengiya jinan a ji merasîma îmhakirina çekan û koma Aştî û Civaka Demokratîk re wek gavek dîrokî bilêv kirin. Jinan diyar kirin sekna Besê Hozan helwesta hemû jinan pênase kir.
-

‘Paradîgmaya Netewa Demokratîk peyamek civakî ye’
Bi dirûşmeya “Divê tevahî xebatên civakî ji komînê dest pê bikin ji ber ku komîn; hebûna civakê û tovika wê ya bingehîn e” Konferansa Yekemîn a Kadroyên Netewa Demokratîk a Kantona Hesekê hate li dar xistin.
-

33 milyon kes ji ber pevçûn û koçberiyê birçîbûnê dijîn
Bernameya Xurekê ya Cîhanê, ragihand ku li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê zêdetirî 33 milyon kes ji ber pevçûnên domdar û pêlên ji nû ve ji cih û warên xwe bûyîn ne, bi birçîbûn û bêewlehiya xurekê re rû bi rû ne.
-

Li Girê Tanzê qonaxa sêyemîn ya xebatên vekolandinê dest pê kir
Li Girê Tanzê ya navçeya Pertekê ya Dêrsimê qonaxa sêyemîn ya xebatên vekolandinê dest pê kir.
-

Reham Hecî Hemê ya Êzidî piştî 11 salan hate rizgarkirin
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) jina Êzîdî ya binavê Reham Hecî Hemê ya di Fermana 74’an de ji aliyê DAIŞ’ê hatibû revandin, rizgarkir û piştî dîlgirtina 11 salan vegerand Şengalê.
-

Meclisa Jin a PYD’ê ji bo Suweydayê bang kir
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiryarên li dijî jinan li Suweydayê pêk tên, bi daxuyaniyekê şermezar kirin û banga cezakirina sûcdarên komkujî û kiryarên hovane kir.
-

Ji bo Îranê hişyarî: Xeterî heye ku komkujiya 1988’an dûbare bibe
Rayedarên berê yên Neteweyên Yekbûyî jî di nav de 300 kesayetên navnetewî daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku xeterî heye li Îranê qetilkirina girtiyên siyasî wek komkujiya di sala 1988’an de, dûbare bibe.
-

Li Xezayê mirinên ji ber birçîbûnê zêde dibin
Ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê, hemjara kesên ji ber kêmxwarin û birçîbûnê li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dane gihîşt 115’an.
-

Girtiya siyasî Mahbûbe Rezaî: Em bibin dengê Pexşan Ezîzî
Girtiya siyasî Mahbûbe Rezaî ku li girtîgeha Qerçek a Veramînê girtiye, bi boneya duyemîn salvegera biryara cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn peyamek şand û got: “Em bibin dengê vê jina wêrek.”
-

UNICEF’ê ji ber bandorên şîdetê yên li ser zarokên Sûriyeyê hişyarî kir
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), hişyarî da ku ji ber zêdebûna bûyerên şîdetê li Sûriyeyê, bi taybetî li bajarên Suweyda û Derayê, ji ber bûyerên bi xwîn, li ser zarokan bandorên mezin ên neyînî çêbûne.
-

88 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
88 kesayetên ku xelata Nobelê wergirine nameyeke vekirî ji Serokkomarê Tirk Erdogan re nivîsîn û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
-

Ji Qada Galatasarayê Emîne Ocak oxir kirin
Di merasîma cenazeyê Emîne Ocak, yek ji kesayetên sembolîk ên Dayikên Şemiyê de, peyamek hat dayîn ku divê winda bên dîtin û sûcdar bên darizandin.
-

Li Tehranê krîza avê: 40 demjimêr in av tune ye
Li hinek herêmên Tehranê sê roj in av tê birîn û henek tax 40 demjimêr e bê av in. Şirketa avê û qenalîzasyonê, diyar kir ku ev rewş dê heta dawiya havînê bidome û ragihand ku divê gel pêdiviya xwe bi pompa yan jî kirîna depoyên avê bi cih bîne.
-

MKG: 24’ê Tîrmehê ne cejna çapemeniyê, roja têkoşîna li dijî her cûrê zextan e
MKG têkildarî Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê daxuyanî da got: “24’ê Tîrmehê ku wek Roja Cejna Çapemeniyê hatiye ragihandin, ji bo me berxwedana li dij hemû cureyên zextan e.”
-

Lîstikvan û derhêner Mîna Meşhedî hat binçavkirin
Lîstikvan û Mîna Meşhedî Mehdî, ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û wê birin cihekî nayê zanîn.
-

Piştî şerê li Îranê: Jin ji kar tên derxistin
Bi dawîbûna şer re, ji bo jinên Îranê pêlek nû ya derxistina ji kar, bêaramiya kar û pêvajoya tesfiyeya bêdeng destpê kir.
-

Li Başurê Kurdistanê derçûyên zanîngehê nayên tayînkirin
Xwendekarên ji Başurê Kurdistanê ku zanîngeh temam kirine û bi fermî nehatine tayînkirin gotin: “Divê derfetên kar ji bo xwendekaran bên avakirin, da ku bikaribin bigihîjin hedefên xwe.”
-

Çalakvana Mexrîbî: Divê eniyek bihêz a jinan bê avakirin
Çalakvana mafên mirovan Zahra El-Wardî, banga avakirina eniyek herêmî ya bihêz kir ku bikaribe li dijî pergalên zext, kedxwarî û şer derkeve û jinan hem li deverên berxwedanê û hem jî li eniyên pêş biparêze.
-

Jinên Suweydayê: Em ji bo ax û rûmeta xwe têdikoşin
Jinên ji bajarê Suweydayê dan zanîn ku ew ê ax û malên xwe biparêzin û gotin ku ew parêzvanên ax û rûmeta xwe ne li dijî êrîşkaran xwe têkoşin.