rojane
-

Encamnameya Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk aşkere bû
Di encamnameya Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê de bal kişandin ser “Konfederalîzma Demokratîk a Jinan.”
-

Ji Weqfa Nêrgîs daxuyanî: Mahrang Belucî berdin
Weqfa Nêrgîs daxuyaniyek nivîskî weşand û banga berdana bijîşk Mahrang Belucî kir.
-

Li jêrzemînan 137 kes hatibû qetilkirin: DMME ji Tirkiyeyê parastin xwest
DMME’yê, li ser serlêdana malbatên xizmên xwe di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dane, ji Tirkiyeyê parastin xwest.
-

Befrim Marufî bi hiceta xebatên xwe yên siyasî hate girtin
Befrîm Merufî ya xelkê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo cezayê ku bi hiceta xebatên wê yên siyasî lê hatiye birîn bikêşe, hat girtin.
-

Jinên Êzidî: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin
Jinên Êzidî ku pêşengtiyê ji pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ re dikin, anîn ziman ku wek jinên Êzidî ew ji fermanê heta niha azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û gotin ku heta pêkanîna azadiya wî, dê çalakiyên xwe berdewam bikin.
-

Li Sûriyeyê di 24 saetan de 4 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di nava 24 saetan de 4 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.
-

Di êrîşa Îsraîlî de 70 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîlê li ser dibistanek li taxa El-Derac yê bakura bajarê Xezayê de ku koçber lê bicih bûbûn, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
-

Sozdar Avesta: PKK’ê cewherê xwe ji têkoşîna azadiya jinê girt
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got: “PKK’ê cewherê xwe ji têkoşîna azadiya jinê girt. Bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê jinên Kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bûn jinên herî pêşeng û têkoşer.”
-

Rûken Bagok: Em rêxistinbûnê weke talîmateke esasî digrin dest
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rûken Bagok anî ziman ku di pêvajoya guherîn û veguherînê de wê rêxistiniya civakê, jin û ciwanan bikin karên bingehîn.
-

Mihrîcana Filmên Jinan a Nûjiyan destpê kir
1’emîn Mîhrîcana Nûjiyan a fîlmên jinan a Nûjiyan ku li Qamişloyê ji aliyê Kolektîva Kezî ya jinên sînemager ve bi piştgiriya Desteya Çandê ya Cezîrê û bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn hatiye organîzekirin, destpê kir.
-

Prof. Kariane Westerheim: Pêwîst e civaka navnetewî aktoran teşwîqî tevlîbûna li pêvajoya aştiyê bike
Prof. Kariane Westerheim, biryara PKK’ê ya Kongreyê wek qonaxek dîrokî nirxand û diyar kir ku pêwîst e civaka navnetewî, girîngiya gavê hatiye avêtin bipejirîne û hemû aktoran teşwîqî tevlîbûna li pêvajoya berfireh a aştî û lihevhatinê bike.
-

Parêzvana mafên jinan Mehsa Zareî hat girtin
Çalakvana mafên jinan Mehsa Zareî li Kirmaşanê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hate girtin û birin cihekî nediyar.
-

Şengalî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
Pêkhateyên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
-

Berteka heqareta zayendî wek sûc hat hesibandin
Îdianameya derbarê Oznur Deger a bi sûcdariya "heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye" temam bû. Îdianame roja ku Oznûr Deger ji girtîgehê derket, li ber deriyê wê hat tebligkirin.
-

Li Xezayê 57 kesan ji bêxwariniyê jiyana xwe ji dest dan
Hêzên Îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî li Zîvala Xezayê berfirehtir kiriye. Her wiha ji ber tunebûna xwarinê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-

Belavkirina alîkariyên mirovî li parêzgeha Laziqiyê didome
Tîmên Komeleya Mezopotamyayê ya Alîkarî û Geşekirinê li gundewarên parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê belavkirina selikên xwerinê berdewam dikin.
-

Tulay Hatîmogullari: Pêdiviya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gelê Kurd aştiyê daxwaz dike û divê dewlet gavan biavêje û got: “Ne tenê pêdiviya Kurdan, ya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye.”
-

Ji KNK’ê banga yekîtiyê
Li Kongreya 23'emîn a KNK'ê deklarasyona hevpar hate xwendin. KNK'ê bang li hêzên Kurdan hemûyan kir û got, "Werin em bi konferansa neteweyî hêza xwe bikin yek!"
-

Îsraîl li Xezayê nexweşxane û klînîkan dike hedef
Artêşa Îsraîlê hefteya borî, li Zîvala Xezayê êrîşî herî kêm 10 nexweşxane û klînîkan kir. Li herêmê ji sedî 94’ê nexweşxaneyan xisar dîtin.
-

Kongreya NADA bû dengê jinan: Daxwaza aştiyê bilind bû
Li goşeyek Rojhilata Navîn, li cihê ku têlên hêviyê bi êşê ve girêdayî ne û li bajarê Silêmaniyê ku demek dirêj sembola berxwedan, zanîn û çandê ye, bi sedan jin li hev civiyan û dengê aştiyê bilind kirin.