rojane
-

Jinên li taxên derdora Mahabadê tên paşguhkirin
Nîvê şêniyên li taxên derdorê jin in û êşên mezintir dijîn. Ew di bin desthilatdariya hikûmetê de ne û dengê wan nayê bihîstin.
-

Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê hat avakirin
Rojnamevana Kurdî û Endama komîteya Damezrîner a Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê li Ewropa Niyaz Ebdullah, diyar kir ku komele bi armanca pêşxistina rola rojnamegeriya Kurdî li Kurdistan û cîhanê hatiye avakirin.
-

'Bê garantiya zagonî ev pêvajo dê bi ser nekeve'
Xwîşka pakrewan Şervîn Xelîl, Cemîla Xelîf derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got ku "Bê garantiya zagonî ev pêvajo dê bi ser nekeve û li hewayê bimîne."
-

KCDP: Di meha Gulanê de 21 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên meha Gulanê ya KCDP’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 21 jin hatine qetilkirin û 20 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest daye.
-

Li Xezayê di rojekê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di 24 saetên dawî yên êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, 208 kes jî birîndar bûn.
-

'Xanima Şanoya Erebî' Semîha Eyûb jiyana xwe ji dest da
Piştî kariyerek tijî berhemên dramatîk û şanoyî yên ku bi dehsalan dom kir, lîstikvana jin Semîha Eyûb di 93 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
-

Tulay Hatimogullari: Divê di zûtirîn demê de komîsyonek bê avakirin
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari diyar kir ku divê di zûtirîn demê de li meclisê komîsyonek bê avakirin û der barê nîqaşên destûra bingehîn a nû de jî wiha got: "Divê em rêyeke zelal ku her kesî di nava pêvajoyê de vedihewîne biafirînin."
-

Girtiya siyasî: Cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn der hiqûqî ye
Girtiya siyasî û pispora hiqûqa navnetewî Mahûş (Sayeh) Sîdal, nameyek vekirî ji serokê daraza Îranê re şand, xwest cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn were sekinandin û banga piştevaniyê kir.
-

Darvekirin li Îranê zêde dibin: Bibin dengê girtiyan
Li gorî sala borî, darvekirin li Îranê ji sedî 96 zêde bûye. Şûle Pakravan ku dayîka Reyhane Jabbarî ya ku di sala 2014’an de hat darvekirin e, got ku divê kes li hember darvekirinan bêdeng nemîne û bal kişand ser têkoşîna girtiyan.
-

MKG: Di Gulanê de derbarê 6 rojnamegeran de doz hatiye vekirin
MKG'ê diyar kir ku astengî û zextên li ser rojnamegerên jin di tevahiya meha Gulanê de berdewam kiriye û ragihand ku 5 rojnameger ji bo lêpirsînê hatine gazîkirin û derbarê 6 rojnamegeran de doz hatiye vekirin.
-

Rejîma Îranê di mehek de 4 jê jin 152 kesan bi darve kir
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan, di meha Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve 152 kes hatin bidarvekirin. Di nav wan de 4 jin hene.
-

Jinên Efgan bi derfetên kêm bingeha aboriya xwe ava dikin
Li Efganistanê xizanî, şer û astengkirina xebatên çandî, jiyanê zor kiriye. Jinên li herêmên gundewar bêdeng in lê dikare were gotin ku bingehên aboriya herêmî ava dikin. Bi keda ji bo axê didin ji bo pêşerojeke ronî dixebitin.
-

Li gundê ku zarokek keç lê hat qetilkirin ji Kongra Star semîner
Kongra Star a ku li dijî hişmendiya mêrsalar têdikoşe û hewl dide jiyaneke azad ji jinan re ava bike, bi jin û mêrên gundê Dişîşa ya ku keça 17 salî lê hatibû qetilkirin re, civiya.
-

Çalakvanên Mexmûrê: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 134’emîn û biryardariyek xurt didome.
-

Li Hesekê rola jinan di parastina civakê de hat nîqaşkirin
Di bin dirûşmeya “Rakirina gotinên nefret û rola jinê di parastina civakê de” Ofîsa Jin ya Partiya El Weten El Sûrî panêlek diyalogî li da xist.
-

Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 10 jin hatine kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 30 rojan de herî kêm 10 jin li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 9 ji wan bi guman jiyana xwe ji dest dane.
-

Li Helebê pevguhertina dîlgirtiyan pêk hat
Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê de hatiye îmzekirin de, îro beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyên her du aliyan pêk hat.
-

Li Sûriyeyê di rojek de 4 jê zarok 18 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên SOHR’ê, li Sûriyeyê di nav 24 saetan de 4 jê zarok 18 kes hatine qetilkirin.
-

Rojnameger Elîf Akgul tahliye bû
Rojnamevan Elif Akgul a ku di çarçoveya lêpirsîna HDK'ê de hatibû girtin, serbest hat berdan.
-

Keştiya ku alîkariya mirovî dibe Xezaye ji Îtalyayê bi rê ket
Keştiya ku alîkariya mirovî dibe Xezayê ji Îtalyayê bi rê ket. Di keştiyê de aktivîsta avhewayê ya Swêdî Greta Thunberg û aktorê Îrlandayî Liam Cuhhingham cîh digrin.