rojane
-

Zêdetirê 520 kesan li dijî darvekirinê bang li Îranê kir
Li Îranê her sê saetan carekê kesek tê darvekirin. Zêdetirî 520 kesayetên siyasî û parêzvanên mafên mirovan ên li seranserî cîhanê, li dijî zêdebûna darvekirinan bang li civaka navneteweyî kir.
-

Tulay Hatîmogûllari: Divê yasa bên sererastkirin
Tulay Hatîmogûllari bang li komîsyonê kir û got: “Sererastkirinên yasayî yên beriya ku budçeya sala 2026’an tên Meclîsê dê hem baweriyê xurt bike hem jî ji bo serketina pêvajoyê rê veke.”
-

Li Tehranê di 6 mehan de 23 hezar bûyerên destdirêjiya li dijî zarokan
Li gorî Rêxistina Refaha Civakî ya Îranê, ji destpêka salê ve li Parêzgeha Tehranê zêdetirî 23 hezar bûyerên destdirêjiya li zarokan hat raporkirin. Ev dane, beşek ji zêdetirî 43 hezar bangên hemwelatiyan ên bi xeta alîkariya awarte ya civakî pêk tînin.
-

Ji NY’ê hişyariya krîtîk: Jin di bin siya şer de ne
Li gorî raporek Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres, hejmara jinên ku nêzîkî deverên şer dijîn ji salên 1990î vir ve gihîştiye asta herî bilind.
-

Li Idlibê bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin
Li bajarê Idlibê yê di bin kontrola Heyet Tahrîr el-Şam de, jin bi hinceta “namûsê” tên kuştin. Ev rewş ji sûcên şexsî zêdetir krîza civakî ya ku xwedî bingehên kevn e nîşan dide.
-

Fermandar Bêrîtan li Til Temirê hat bibîr anîn
Îro, bi civînek girseyî Kongra Star salvegera 33’emîn a şehadeta fermandar û şoreşgera Kurd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) bi bîr anî.
-

Cezayê girtîgehê li rojnamevan Oznûr Deger birîn
Di rûniştina doza ku Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger lê dihat darizandin de salek, 28 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.
-

SOHR: Li Sûriyeyê rêjeya sûc di asta xeternak de ye
Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê valatiya kûr a li welat, bûyerên tundiyê zêde dike, ewlehî û pergala hiqûqê binpê dike. Ji destpêka salê heta niha 50 jê jin û 28 jî zarok, bi giştî 359 sivîl mirine.
-

Tevgera Şemiya Mor: Zextên Talîbanê û şîdeta navê malê zêde dibe
Tevgera Şemiya Mor, di rapora xwe de behsa zextên Talîbanê yên li dijî jinan û zêdebûna şîdeta navê malê kir û vê rewşê bi navê “krîzeke bêdeng a ku belav dibe” pênase kir.
-

Kongra Star piştgirî da têkoşîna jinên Abya Yala
Kongra Star piştgirî da têkoşîna jinên Abya Yala û got: “Berxwedana we îlhamê dide me û cîhanê, tîne bîra me ku şoreş bi axê, bi laş, bi dayîkan, bi jinan dest pê dike.”
-

Di meha Cotmehê de Îranê 232 kesan darve kir
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ di hefteya 91’an de berdewam dike û girtiyên li 52 girtîgehên li seranserê Îranê beşdar bûn. Li gorî kampanyayê, di meha Cotmehê de 232 kes hatine darvekirin.
-

Sanae Takaiçî bû yekem serokwezîra jin a Japonyayê
Li Japonyayê di encama dengdayîna ji bo meclîsê de lîdera Partiya Demokrat Lîberal Sanae Takaiçî, bû yekem serokwezîra jin a Japonyayê.
-

Girtiyên jin bang li Nasim Gulamî Simiari kirin
Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê bang li Nasim Gholamî Simiari kirin, ku ji bo piştgiriya Farîba Kemalabadî greva birçîbûnê dabû destpêkirin, ku çalakiya xwe bi dawî bike.
-

Li Xezayê agirbest tê binpêkirin
Artêşa Îsraîlê tevî biryara agirbestê jî, êrîşên xwe li dijî Zîvala Xezayê didomîne û vê biryarê binpê dike. Ji 10’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de 97 Filistînî mirin.
-

‘Hêza me di hişyariya me de ye’: Li Cezayîrê têkoşîna li dijî penceşêra memikê
Di çarçoveya çalakiyên Cotmeha Pembe de, Saziya Giştî ya Tenduristiya Cîranî ya li Tebesa roja hişyariyê li ser penceşêra memikê li Fakulteya Zanist û Teknolojiyê organîze kir.
-

Di hemûyan de heman êş: Me şer mirin û îşkence dît bila yên din nebînin
Zarokên hinekan hatin şewitandin û xwişk û birayên hinekan jî li dijî îşkenceyan bedana xwe dan ber agir. Dayikên Aştiyê yên bi şer, koçberî, mirin û komkujiyan re her curê êşê kişandin, ji her kesê re dibêjin: “Ev şansê dawî ye bila baş binirxînin.”
-

Darên Sîmûrg ên Kirmanşanê: Zayîn, vejîn û pîrozî
Li Kirmanşaha Rojhilatê Kurdistanê hinek darên ku wek ‘Sîmûrg’ tên zanîn, ji ber ku piştî hişk dibin li ser koka xwe ji nû ve şîn dibin, sembola mayîndebûn û pîroziyê ne.
-

Leydî Sapîens: Ezberên der barê jinan ên beriya dîroka nivîskî de xira dike
"Peykerên Venûsê” yên 45 hezar sal berê li herêmên cuda yên Avrasyayê derbasî dîrokê bûn, deriyê pirsên nû yên der barê jinan de vekirin. Pirtûka "Leydî Sapîens" a bi riya van şopan derket rê, ezberên têkildarî kokên mirovan xira dike.
-

Festîvala Hinar û Payîzê: Helebce bi hinaran û keda jinan dixemile
Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê di 30’ê Cotmehê de destpê dike. Rêvebera Çandiniya Helebceyê Çiya Qasim dibêje: “Ev nêzî sê mehan e em amadekarî dikin û ji sedî 99, jinên destrengîn dê beşdarî mihrîcanê bibin.”
-

Ta û derzî çeka wan a li dijî rêgiriyê ye
Li Suwedaya ku di bin dorpêç, gefa ewlehiyê, hilweşîna xizmetan de tengav bûye, jin bêdeng û wek hêzekê derketin holê, barê jiyanê bi biryardarî û sebrê girtin ser milê xwe, bi ta û derzî vejînê pêk tînin.