rojane
-

Ji jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî
Li Meksîkayê 35 jinan ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re û balê bikişînin ser biryara “Mafê hêviyê” ya der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, dest bi çalakiyeke ku dê 2 rojan bidome, kirin.
-

Jinên Kobanê: Serhildan didome ‘Jin Jiyan Azadî’ olan dide
Jinan li Kobanê bi boneya salvgera serhildana Jin, Jiyan, Azadî gotin: “Em ê xeta têkoşînê a Jîna Emînî û serhildanê bidomînin û bidin domandin. Hîna jî çirûskên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî " di girtîgehên rejîma faşîtst, noker û olperest olan didin.”
-

‘Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşînê bilind bikin’
Li gel bîranîna Jîna Emînî, divê em gorên bê kes ên jinan jî ji bîr nekin, ji ber gorên wan jî ji tirsa hatine veşartin û bê nav mane.
-

Jin Jiyan Azadî: Vegotineke nû ya femînîst herêmê ji nû ve diafirîne
Çalakvana Iraqî Dîna Taî destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" projeyek rizgariya bingehîn pêşkêş dike, têkoşîna femînîst bi têkoşîna çînî ve girêdide û jinan wekî pêşengên guhertinê bicîh dike.
-

Ji Kenyayê Madeleine Mawamba: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îlhamê dide jinan
Parêvana mafan a ji Kenyayê Madeine Mawamba diyar kir ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo jinan çavkaniya îlhamê ye û banga piştevanî û têkoşîna hevpar kir.
-

Sê salên serhildanê: Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna hemû jinan e
Serhildanên Jin Jiyan Azadî sê salan li pey xwe hişt. Jinên ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman ku jin li Rojhilat bi zextekî mezin a Îranê re rû bi rû ne û gotin: “Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna hemû jinan e.”
-

Çanda Zagrosan hêza ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya veşartî – GOTAR
‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi pêşengiya jinan bilind bûye, di nava hemû gelên herêmê de vegeriyaye felsefeyek jiyanê, bawerî û çavkaniya zanistê. Ev felsefe di jiyana civakî de şênber tê dîtin, di qadên nasname, dîrok, ziman û çandî de xwe nîşan daye.
-

Jinên Ereb: Peyama Rêber Ocalan ji bo herêmê girîng û dîrokî ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyam şand. Di vê peyamê de banga yekîtiya gelên herêmê û avakirina tifaqek di navbera komên etnîkî yên cuda yên herêmê de hate kirin.
-

‘Zagonên demokratîk temînata aştî û civaka demokratîk in’
Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemal El-Dîn da zanîn ku zagonên demokratîk temînata aştî û civaka demokratîk in û got ku pêwist e Komara Erebî ya Sûriyeyê were guhertin û bibe Komara Sûriyeyê ya Demokratîk.
-

TAJÊ: Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tekoşîna xwe bilindtir bikin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê jina kurd Jîna emînî di salvegera 3’emîn a qetilkirina wê de bibîranî û got; “Em ê bi rihê jin, jiyan, azadî tekoşîna xwe mezintir bikin.”
-

Parêzer ji Îmraliyê vegeriyan
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin ji Îmraliyê vegeriyan.
-

Di hikumeta nû ya Cezayîrê de 9 jin bûn wezîr
Cezayîrê, guhertina herî mezin a lîjneya wezîran a salên dawî kir û di hikûmeta xwe ya nû de 9 jinên wezîr beşdarî 34 wezîran kir.
-

Rewşa penaberên li Xezayê roj bi roj xirabtir dibe
Hêzên Îsraîlê, avahiyek mezin a niştecihbûnê ya li navenda Xezayê hilweşand û di encama êrîşê de bi sedan malbatan bêmal man.
-

Li Qamişlo pergala komînan hat nîqaşkirin
Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya ‘Komîn bingeha avakirina aştî û civaka demokratîk e’ konferansa yekem a Komînan hate li dar xistin.
-

Hevpeymaniya NADA’yê: Dengê me şoreşek e
Hevpeymaniya NADA’yê, destnîşan kir ku hevgirtin gava ewil a ber bi berxwedana rasteqîn e û diyar kir ku tiştên ku jinan li Îranê dijîn, îfadeya avahiya baviksalar a otorîter ya li seranserê herêmê ye.
-

Nergîs Mihemedî: Jin wate û kûrahiyê didin berxwedanê
Zextên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehan zêde dibe. Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Mihemedî, wiha got: "Komara Îslamî dixwaze bi vê êrişa xwe girtiyên jin bitirsîne û tola xwe ji vê tevgerê hilîne.”
-

Jinan li Hesekê Jîna Emînî bibîr anîn
Kongra Star a Kantona Hesekê, di 3’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek da.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya aqûbeta jinên wenda pirsî
Kombûna Jinên Zenûbiya, bi daxuyaniyekî çeteyên El-Emşat û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji ber windabûna du jinên ciwan ên Kurd tawanbar kir û daxwaza eşkerekirina aqûbeta wan kir.
-

Xwendakara Zanîngeha Tehranê Sara Goharî bi kefelatê hate berdan
Xwendekara sosyolojiyê ya Efganî Sara Goharî ya 29 salî ku di dema li Îranê lêkolînek serbixwe dikir hate binçavkirin, piştî 70 rojan bi kefaleta 500 milyon tûmenî ji Girtîgeha Torbate Jamê hate berdan.
-

TJK-E: Bi piştevaniya jinê em berxwedana xwe hevpar bikin
TJK-E'yê bi boneya salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyanî da û got, " Bi piştevaniya jinê li her cihê ku em lê ne em berxwedana xwe hevpar bikin û hêza xwe mezin bikin.” TJK-E'yê bernameya çalakiyan eşkere kir.