Li Xezayê agirbest tê binpêkirin
Artêşa Îsraîlê tevî biryara agirbestê jî, êrîşên xwe li dijî Zîvala Xezayê didomîne û vê biryarê binpê dike. Ji 10’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de 97 Filistînî mirin.

Navenda Nûçeyan – Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de roja 10’ê Cotmehê ket meriyetê. Lê belê tevî agirbesta heyî jî, êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê didomin.
Hikûmeta li Xezayê diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji 10’ê Cotmehê dema biryara agirbestê hatî îlankirina heta niha li dijî Xezayê 80 binpêkirin pêk aniye, di van êrîşan de 97 Filistînî mirine û herî kêm 230 kes jî birîndar bûne.
Her wiha Wezareta Tenduristiya li Xezayê, ragihand ku artêşa Îsraîlê rasterast êrîş dike û her roj ji ber van êrîşan Filistînî dimirin.
Serokê DYE’yê Donald Trump di 9’ê Cotmehê de di muzakereyên li Misrê didomand de ragihand ku Îsraîl û Hamasê, qonaxa yekem a plana agirbesta li Xezayê erê kirine.
Li Misira ku hevdîtin lê dihatin kirin, lihevhatin îmze kirin û ev biryar di 10’ê Cotmehê de wek peyman ket meriyetê.