rojane
-

Li Îranê hêza siyasî ya hevgirtinê: Siyaseta lênêrînê 'Jin Jiyan Azadî'
Serhildanên Îranê nîşan didin têgihîştineke siyasî ya nû ku bi perspektîfa "siyaseta lênêrînê" ya Manîfestoya Lênêrînê daniye holê re li hev dike, heye. Dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" jî mîna îfadeya pratîkî ya vê nêzîkatiyê derdikeve pêş.
-

Ji bo Meşa Şeva Femînîst a 8’ê Adarê bang
Jinan ji bo Meşa Şeva Femînîst a 8’ê Adarê ku her sal tê lidarxistin daxuyanî dan, diyar kirin ku dê di 8’ê de Adarê li Taksîmê bin û banga beşdariyê li hemû jinan kirin.
-

Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike
Rojnameya polîtîk û îdeolojîk a mehane Komînal bi dirûşma “Îsrara li ser mirovbûnê, îsrara li ser sosyalîzmê ye” di meha Adarê de dest bi weşanê dike.
-

Li ber Rojhilata Navîn du proje hene: "Civaka Aştî û Demokratîk" û "Peymanên Birahîm"
Rojhilata Navîn bi du projeyan re rû bi rû ye: yek ji hêla Abdullah Ocalan ve, ya din jî ji hêla Îsraîlê ve. Ev her du proje çi ne û encamên pêkanîna wan dê ji bo herêmê û gelên wê çi bin?
-

Jinên ji Qamişloyê: Emê parastina herêm û mafên xwe bidomînin
Jinên ku li Qamişloyê di nav hêzên parastina herêma xwe de cih digirin, ragihandin ku ewê jin mîna 14 salên şoreşê, parastina herêm û mafên xwe bidomînin û li kêleka hêzên ku herêmê diparêzin re ji bo hilgirtina çek û parastina aramiyê amede ne.
-

‘Divê jin bi nivîsê birînên xwe der bikin’
Jin di aliyê rojnamevanî û nivîsandina pirtûkan de pêşketî ne lê astengî li pêşiya jinan heye, li cîhanê tenê ji sedî 27 rêveberiyên desteyên nivîsê jin in.
-

Jinên ji Efrînê vegera bi ewle dixwazin
Jinên ji Efrînê yên ku li bajarê Qamişloyê dimînin anîn ziman ku ew dixwazin bi awayekî bi ewle vegerin Efrînê û gotin ku Efrîn cihekî bêhempa ye.
-

Doza çalakvana Mexribî Zeynep Hroubî hate taloqkirin
Dadgeha Asliyeya Yekem a Casablancayê darizandina çalakvan Zeynep Hroubiyê ku bi tohmeta "tehrîkkirin û heqaretê" bê girtinê tê darizandin, heta 9’ê Adarê taloq kir. Çalakvan ji ber piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Nifşê Z tê darizandin.
-

Şengalî: Em dorpeça hikûmeta Iraqê qebûl nakin
Girêdayî mêtirsiyên dawî yên li Şengalê, gelê Şengalê daxuyanî dan û gotin bila her kes li dijî metirsiyên heyî hişyar bin.
-

Nasnameya 245 jinên hatine qetil kirin eşkere bû
Hate ragihandin ku nasnameya 245 jinên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin eşkere bûne.
-

Îlham Emed û Rohilat Efrîn tevlê civîna li PEˊyê dibin
Endama S&D a Parlamenta Ewropayê Evîn Încîr ji bo civîna bi mijara Rojava û Sûriyeyê ya li Brukselê vexwendîname şand. Wê Îham Ehmed û Rohilat Efrîn jî tevlê civîna li PEˊyê ya li ser Sûriye û Rojava bibin.
-

Ji bo vegera Kurdên ji Reqayê komîteyeke hevpar hat avakirin
Ji bo Kurdên ji Reqayê bi rengekî ewle vegerin cihê xwe, komîteyeke hevpar hate avakirin.
-

Di dorpêça Kobanê de qeyrana ava paqij: Jehrîbûn zêde dibe
Li Kobanê ji ber dorpêça ku ji 18’ê Çileyê û vir ve didome, gihîştina ava paqij ne pêkan bûye. Li bajêr bûyerên jehrîbûnê alarm didin.
-

Bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çalakiyên xwendekaran didome
Sê rojin xwendekarên zanîngehên Îranê li dijî qetilkirin û girtina xwendekaran ya di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” di nava xwepêşandanan de ne.
-

Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin û aştiyê pêk bînin
TJA’yê, li navçeya Xana Axpar a Amedê meşa 8’ê Adarê li dar xist û got: “Em; li dijî polîtîkayên tecrîdê, derbeya qeyûman, koletiya navmalê, şer û talanê, biryardar in ku jiyaneke demokratîk a jin-navend ava bikin. Heta jin azad nebe, civak azad nabe."
-

KJK: Divê statuya xweser a Şengalê bê naskirin
Koordînasyona KJK'ê têkildarî zext û lîstokên nû yên hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê bang li her kesî kir ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê Şengalê bikevin nava hewldanên dîplomatîk, siyasî û parastinê.
-

Li Xezayê 642 kesên din hatin qetilkirin
Li Xezayê hejmara kesên bi êrîşên hêzên Îsraîlê tên kuştin zêde dibe. Navenda Mafên Mirovan a Xezayê, ragihand ku hejmara Filistîniyên ji dema destpêkirina agirbestê ve hatine kuştin jin û zarok jî di nav de bû 642.
-

Li peravên Lîbyayê 7 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li peravên Lîbyayê ya li Rojhilatê Trablusê trajediyek din hate jiyîn. Li herêma Quasr El-Axyarê 3 jê zarok cenazeyê 7 koçberan hate dîtin.
-

Kampa Holê hat girtin
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kampa Holê ya li başûrê Hesekê piştî derxistina niştecihên wê, girt. Dîmenên şewitandina konên kampê li ser înternetê belav bûn.
-

Rejîma Îranê der barê girtiyek siyasî de dosyayek nû amade kir
Rejîma Îranê tepisandin û bêdengkirina jinan didomîne divê çarçoveyê de der barê girtiya siyasî ya bi navê Ferûx Taghî Pûr ku li girtîgeha Evînê tê girtin dosyayek nû amade kir.