rojane
-

Li Helebceyê penceşêra memikan zêde dibe
Ji ber zêdebûna penceşêra memikan, pispor û bijîşkên nexweşiyên jinan daxwaz dikin ku jin beriya hîs bikin an jî girê derbikeve, biçin nexweşxaneyê da ku çareseriya lezgîn were dîtin.
-

Li Cezayirê jin li ser dîroka xwe dinivsînin
Fawziya Bouganjour û Souad Zerkouk, bi projeya xwe ya lêkolînê li ser pêşketina romana jinên Cezayîrê; têkiliyên dîrokî, meylên rexneyî û curebûna zimanî lêkolîn dike.
-

Deriyê Reqayê: Nasnameyek dîtbarî û mîmarî
Di çarçoveya krîterên arkeolojîk û standardên parastina qadên dîrokî ya UNESCO’yê de, Saziya Çanda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kantona Reqayê di ketina cadeya Mansur de deriyek dîrokî ava kir.
-

Emrekî bi berxwedanê dagirtî: Piştî 30 salên girtîgehê têkoşîn didome
Hacer Yûsiv Xelîl a ku piştî 30 salan ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker tê berdan, da zanîn ku piştî paradîgmaya ‘Kurdistanek serbixwe’ îro divê herkes ji bo pêvajoya nû ya Aştî û Civaka Demokratîk bixebite.
-

Li ser navê destpêkê: Nivîsandin – GOTAR
Ger ku wate cihê xwe bibîne ez bawer dikim ku Gurbetellî, Nagihan, Nehar, Cîhan û gelek kes dê wan kulîlkan di porên xwe de hîs bikin. Ji ber ku hemû kulîlk û baxçeyên heqîqetê, herî zêde ya kesên ku ji bo wê baxçeyê canê xwe dane ye.
-

Ceza li rojnameger Rahîme Karvar hat birîn
Rojnameger Rahîme Karvar di danişînê de parastina xwe kir û got: “Çalakiyên ku di dosyayê de wek sûc hatine nişandan karen rojnamegeriyê ne, ez beraata xwe dixwazim.”
-

Ji bo salvegera rizgarkirinê li Şengalê dar çandin
Bi wesîleya salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Şaredariya Xaneseorê dar hatin çandin û dar diyariyê malbatên şehîdan hatin kirin.
-

Li Silemaniyeyê 5 jin ji bilî kotayê ketin parlamentê
Li Silêmaniyeyê ji partiyên cuda 5 jin hatin hilbijartin.
-

Ayşegul Dogan: Divê komîsyon di mijara çûyîna Îmraliyê de bi fikar nebe
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku komîsyon dê hefteya pêşiya me bicive û got: “Bendewarî ew e ku komîsyon şandeyekê ava bike û ew şande biçe Girava Îmraliyê.”
-

‘Qeyrana li Efganistanê bi vegerên girseyî re kûrtir dibe’
Neteweyên Yekbûyî, der barê xirabûna rewşa aborî ya li Efganistanê hişyarî da û anî ziman ku dê ew yek dikare li ser civakek ku di bin xizanî û bêkariyê de tê pelçiqandin bibe sedemên encamên cidî û xeteriya xelayê gef li sedan malbatan dixwe.
-

Çalakvanên Mexribê: Di aboriyê de bihêzkirina jinan bingehê wekheviyê ye
Çalakvanên Mexribê yên beşdarî civînekî ku li Mexribê hat lidarxistin bûn, anîn ziman ku di qada aboriyê de bihêzkirina jinan bingehê wekheviyê ye.
-

Jinên ciwan yên Firatê tundiyê û riyên xweparastinê nîqaş kirin
Yekîtiya Jinên Ciwan ya kantona Firatê bi wesîleya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin, komxebata ‘Li hember tecrîdê û tundiya li ser jin kom bibe’ lidarxist.
-

2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
Li gorî rapora pêvek a ATK’ê ya têkildarî Rojîn Kabaîşê de teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne. Hat zanîn ku ji vir şûnde dê dozgerî têkildarî kesên gumanbar nirxandina xwe bike û DNA’yan bide ber hev.
-

‘Em ê Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin’
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku di salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê de komkujî bi daxuyaniyekê şermezar kir, wiha got: “Em ê tu car Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
-

Xwendekara Efgan: Tu hêz dê nikaribe pêşî li hêviyên me bigre
Li Efganistanê piştî ku bi hatina Talîbanê re deriyên dibistanan li xwendekarên keç hatin girtin nifşeke din ango zarokên keç û jinên ciwan weke bîst sal berê bi astengiyên li ser jiyana xwe û nediyariya pêşerojê re rûbirû ma.
-

Riya dirêj a diçe tendirustiyê: Li herêmên sînor jin zehmetiyan dijîn
Jinên li herêmên sînor ê Kurdistanê dijîn, ji bo ku biçin nexweşxaneyan, gelek zoriyan dikşînin. Ji ber şerm, xizanî û kêmbûna bijîjkan rewşa wan a tendirustiyê tê îhmalkirin û ev yek jî bi xwe re encamên giran tîne.
-

Jinên Til Temirê tundiya aborî û têkoşîna li dijî wê nîqaş dikin
Komîteya Aborî ya Kongra Star bi jinên Komuna Şehîd Demhat a bajarê Til Temirê re civiya û li ser tundiya aborî ya ku cureyekî tundiyê ye nîqaş kirin û li ser rêbazên aktîfkirina projeyan û xweserbûna jinan di qada aborî de sekinîn.
-

Berxwedana Şengalê û rêwîtiya Jin Jiyan Azadî – GOTAR
13’ê Mijdara 2015’an, Şengal… Ev ne tenê rojek e ku dîrok û hejmarek pê ve hatiye kirin. Di bîra gelê Kurd de, di bîra jinên Êzidî de navnîşana zayîna ji xweliyê xwe ye. Civaka Êzidî bi Jin Jiyan Azadî deh sal in têkoşîna azadiyê bilind dike.
-

Jin ji bo bihêzbûnê bi dewreya perwerdê ya Şehîd Zenda hatin ba hev
Akademiya Şehîd Zeyneb Sarûxan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke perwerdeyê ya nû bi navê “Şehîd Zenda" vekir. Jinan ji bo xurtbûna li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bi dewreya perwerdê ya Şehîd Zenda hatin ba hev.
-

SOHR: Di 11 rojan de 65 kes mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 11 rojên meha Mijdarê de di nav de 18 zarok 65 sivîl mirine.