rojane
-

Heyeta Îmraliyê têkildarî hevdîtinê daxuyanî da
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got: “Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber şer û rageşiya zêde ew gelekî bi fikar e û ev rewş weke hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir.”
-

Xwendekarên ku li Helebcê sabûn çêdikin dixwazin marqeya xwe biafirînin
Xwendekarên beşa zanistên xwarinê yên li Helebcê bi sabûnên xwe yên bi şîrê bizin û bi kuncî, bala xelkê Silêmaniyê kişandin. Ger piştgirî bê dayîn, armanc dikin ku marqeyek biçûk ava bikin.
-

Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 151'emîn a Kovara Jinê bi berga ‘Qanûna Pergalek ji hêla Mêran ve Serdest e’ hate weşandin.
-

Jinên Qamişloyî: Em biryarên xapînok qebûl nakin
Jinên Kurd yên li bajarê Qamişloyê, li hember daxuyaniya Colanî bertek nîşan dan û gotin “Em bi çend bendan nayên xapandin û emê ji bo Sûriyeke nenavendî ku mafê jinan û hemû netewan diparêze, têbikoşin.”
-

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişan de ye
Pevçûnên ku bi êrîşên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk destpê kirine, li gundewarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê û Bendava Tişrînê bi djwarî didomin.
-

Jinên Dêrazorê: Gotinên nefretê xizmeta gelê Sûriyeyê nake
Bi zêdebûna zimanê provokatîf û gotinên tehdîdkar ên ji aliyê hinek dezgehên medyayê ve tên bikar anîn, jinên Sûriyeyê balêdikşînin li ser girîngiya yekîtiya di navbera hemû pêkhateyan de.
-

Dîba Keskîn: Bi îslama siyasî Rojhilata Navîn kirin qada şer
Ji Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiyê, Dîba Keskîn li ser êrîşên li Helebê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hêzên eperyalîst bi projeyên demdirêj, bi bikaranîna îslama siyasî ku bûye amûra siyasetê şerê xwe li dijî civakên Rojhilata Navîn didomînin.
-

Ji Efrînê ber bi Şêx Meqsûdê, ji Şêx Meqsûdê ber bi Qamişlo şahidiya du koçberiyan
Di nav şer, dorpêç û koçberiyê bi darê zorê de, şahidiya jineke Kurd çîroka berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê vedibêje. Rêwîtiya ji Efrînê ber bi Helebê, dû re jî ber bi Qamîşloyê ne tenê koçberiyek e; îfadeyek rûmeta kolektîf a li dijî teslîmbûnê ye.
-

Heyet ji Îmraliyê vegeriya
Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Girava Îmraliyê, vegeriya.
-

Çeteyên HTŞ’ê peymanê binpê kirin: Êrişî şervanên QSD'ê kirin
Komên çete yên HTŞ’ê li gundekî Reqayê û li bajarê Meskenê êrîşî şervanên QSD’ê yên ku di çarçoveya lihevkirinê de xwe ji bajarê Meskenê vedikişandin kirin. Her wiha Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê, li sê bajaran qedexeya derketina derve ragihand.
-

Xizmên Windayan ji bo Hrant Dînk daxwaza edaletê kir
ÎHD û Xizmên Windayên ji bo rojnamevan Hrant Dînk ku di sala 2007’an de hatî qetilkirin daxwaza edaletê kir.
-

Jinên Suweydayê piştgirî dan gelê Kurd
Jinên Suweydayê, bi xwepêşandanek piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin û binpêkirin û komkujiyên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve tên kirin şermezar kirin.
-

Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar 86’an de hatin ba hev
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1086'emîn a çalakiya xwe de ji bo Abdullah Canan ê 30 sal berê li Colemêrgê piştî hat binçavkirin hat qetilkirin, daxwaza edaletê kirin û banga bi dawîkirina poltîkayên bêcezahiştinê kir.
-

Li Kirmanşanê jina Kurd bi îşkenceyê hate qetilkirin
Di xwepêşanên li Kirmanşanê de jina Kurd Dilara Kazamî bi îşkenceyê hate qetilkirin.
-

Îlham Ehmed: Hêzên girêdayî rêveberiya Şamê lihevkirinê binpê kirin
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, der barê êrîşên komên çete yên li Meskenê de got: “Hêzên girêdayî rêveberiya Şamê bi awayekî vekirî lihevkirin binpê kirin.”
-

Li Xezayê pitikek ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
Çavkaniyên tendirustiy, ragihandin ku li Zîvala Xezayê ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê pitikek 27 rojî jiyana xwe ji dest daye.
-

Femînîzma Îranê di siyaseta protestoyê de balê dikşîne ser serdemeke nû
Di daxuyaniya hevpar a femînîstên Îranê yên dîasporayê de hat diyarkirin ku femînîzm ji daxwaza maf derketiye, bûye zimanê siyasî yê berfireh ku berxwedana sivîl a li Îranê dike yek.
-

Xwepêşandanên Îranê di roja 21’an de ye: Îşkence û komkujiyên li kolanan
Di xwepêşandanên li Îranê ku ket roja 21’an de, îşkence, qetilkirin, windakirin û girtinên girseyî didome. Li gelek bajaran hêzên ewlehiyê rasterast gule li gel direşînin.
-

Hevseroka PYD’ê: Divê maf di destûrê de bên mîsogerkirin
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif li hember daxuyaniya serokê rêveberiya demkî Ahmed El Şara (Colanî) ya ku duh bişev dabû, nerazîbûn nîşan da û got ku “Em dixwazin di destûrê de mafên me bên mîsogerkirin.”
-

Nasnameya 20 jinên ku di xwepêşandanên li Îranê de hatin kuştin tesbît bû
Li gorî raporan, nasnameya gelek jinên ku di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin hat tesbîtkirin. Hinek dezgehên medyayê ragihandin ku di xwepêşandanan de herî kêm 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.