Zimannas Necmiye Alpay: Bi polîtîkayên tekparêz ziman tune hatin dîtin

Zimannas Necmiye Alpay bi gotinên; “Bijî zimanên me yên dayikê, bijî cîhana ku gelek ziman tê de hene” bal kişand ser polîtîkayên tekparêz û zextkar û diyar kir ku çareserî ew e, hemû welatî ji têgeha zimanê zikmakî netirsin.

SARYA DENÎZ

Stenbol - Li hemû cîhanê bi hezaran ziman hene. Ji ber ku gelek ji van zimanan nayên bikaranîn, bi tunebûnê re rûbirû ne; hinek ji wan jî bi polîtîkayên pişavtinê tên qedexekirin. Ji bo ku ziman winda nebin, ji aliyê Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala 2000’an de 21’ê Sibate weke “Roja Zimanê Dayikê” hat îlankirin.

Li gorî Nexşeya Cîhanê ya Zimanên di bin Xeterê de UNESCO’yê, li cîhanê di nava 7 hezaran zêdetir zimanên ku tên axaftin, ji sedî 40 ango 2 hezar û 500 ziman, bi tunebûnê re rûbirû ne. Li gorî pisporan, ji van zimanan hema bibêje di nava du hefteyan de yek tune dibe.

Li Tirkiyeyê 18 ziman tune bûn

Li Tirkiyeyê zimanên ji derveyî tirkî tune tên hesibandin loma jî yek ji welatên ku herî zêde êrîş li ser zimanan heye Tirkiye ye. Li gorî nexşeya Zimanan a UNESCO’yê, zaravayê Kurdî dimilkî jî nav de li Tirkiyeyê 18 ziman tune bûn an jî bi xetera tunebûnê re rûbirû man. Ji van zimanan Ubik, Mlahso û Yunaniya Kapadokyayê bi temamî tune bûye. Zimanên Hertevîn û Mlahso, ji malbata zimanê Suryani Turoyo, Ladîno û Gagavuzca, Ermenîkiya Rojava ya Romanca, Hemşînî, Lazî, Yunaniya Pontus, Abazaca û zimanên Suret di kategoriya “gefa mezin” de tên nîşandan

Kurdî weke dijminane hat dîtin

Li Tirkiyeyê li gorî hinek tesbîtan bi 39 zimanan tê axaftin lê piştî Tirkî zimanê ku herjmarek zêde kes pê diaxivin Kurdî ye. Di tevahiya dîroka komarê de, her dem li ser zimanê Kurd zext hatin kirin û ji bo weke ‘gefa li ser ewlehiya welat’ hat dîtin. Kurdî li welat bi awayê fiîlî hat qedexekirin û kesên bi wî zimanî axivîn weke dijmin hatin dîtin, bi êrîşan re rûbirû man, hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê bikaranîna zimanên cuda li gorî olî, bi Peymana Lozanê hat diyarkirin, bikaranîna Kurdî di navbera salên 2002-2003 de di pêvajoya ahenga bi Yekitiya Ewropayê de, bi zagonên ku hatin derxistin hinek tolerans jê re hat nîşandan lê her dem li gorî atmosfera siyasî neçareseriya pirsgirêka Kurd, an destûr hat dayîn an jî weke ‘zimanê ku nayê zanîn’ hat pênasekirin. Gelek caran bû hinceta lînc, cînayet qetilkirinê.

Zimannas Necmiye Alpay bi wesîla Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, bersiv da pirsên ajansa me.

*Divê zimanê dayikê çawa were bikaranîn?

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li me hemûyan pîroz be. Divê destpêkê ev bi bîr bixim: “zimanê dayikê û “zimanê wî/ê yê dayikê” hat tevlihevkirin û têgeha ku zanist jê re dibêje “zimanê wê/a ya dayikê” anadili” weke “zimanê dayikê” hat pênasekirin. Di zimannasiyê de ev her du têgeh ji hev cuda ne. Ji bo bersiva pirsa we ez ê li vê derê pênaseya ku di Ferhenga Zimannasiyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê de hatiye kirin ragihînim: “Zimanê dayikê (mother tongue) zanista ziman a civakê, civaka ku mirov di nav de hatine cîhanê û mezin bûye, zimanê/zimanên ku ji civaka xwe hîn bûye. Dema ku du ziman di nava malbatê de yan jî li derdorê tê axaftin, her du ziman jî dibin zimanê mirov ên dayikê. Li welatekî ku çend ziman tên axaftin, yek ji zimanan, an jî çend ji wan dikarin bibin zimanê fermî. Ji wan zimanan kîjan an jî çend ji wan bibin zimanê fermî, bi pêkanîna plankirina ziman tên diyarkirin.”

*Girîngiya jiyana bi zimanê xwe yê dayikê ji bo civakê çi ye?

Têgeha zimanê daêyikê jixwe dikeve qada “zimannasiya civakê” ya zimannasiyê. Kevirên bingehîn ên ku civak jê pêk tê, çêbûna hest û zihn, zimanên dayikê ne. Weke kes, di warê hînbûn, perwerde, pîşe, çand, huner, bawerî, ewlehî, polîtîka û hemû waran de, bingehên tişta ku em jê re dibêjin ziman, bi zimanê xwe yê dayikê em davêjin. Ji ber wê yekê, di serî de zimanê dayikê yê welatiyan û zimanê fermî, di her warî de têkiliya di navbera zimanê ku li her derê tê bikaranîn û yê fermî de girîng e.

*Kesên ku zimanê wan ê dayikê qedexe ye di jiyanê de rastî çi zehmetiyan tên?

Qedexekirina zimanê dayikê tê wateya bişavtinê. Ev qedexe dema ku zext û ferzkirinan were kirin, bi zarok an jî kesên mezin re dibe sedema hestên biçûkdîtin, vederketin û rasthatina bêmafiyê. Di mercên ku ziman tê qedexekirin de, di navbera dewlet û hemwelatiyan de terzeke ku zehmetî û bertekan çêdike derdikeve holê. Kesên ku zimanê wan ê dayikê hatiye qedexekirin, di warê perwerde, tendirustî, aktîvîteyên pîşeyî û warên din de, hem bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin, hem jî di nava xwe de hesta windabûna zanîn û agahiyên ku bi zimanê xwe hîn bûne bi wan re çêdibe.

*Ên ku zimanê dayikê diparêzin niha jin in. Gelo em dikarin bibêjin ku qedexekirin, înkar an jî tunehesibandina zimanê dayikê herî zêde li ser jinan bandorê çêdike? Têkiliya di navbera jin û ziman de çi ye?

Jin ji ber ku dibin dayik, muxatabê pêşîn ên bebikên xwe ne. Weke zindiyên din, bebik beriya were dinyayê, di merheleyên ku di zikê dayika xwe de ye, deng û gotinên dayikê dibihîse, ji tona deng fam dike, ka dayik bextewar e an jî na, kêfxweş e an jî xemgîn, rehet e yan jî bi fikar e. Bebik dema tê dinyayê rasterast muxatabê xwe dayikê dibîne û ev yek hêdî hêdî ber bi diyalogê ve diçe. Dema ku di zikê dayika xwe de ne dengê me dernakeve lê em çawa ji dayikê dibin, bi dengê bilind digrîn lewre kezebên me hewa digrin! Ev qîrîn hêdî hêdî bi teşe dibe û bi tevgerên dayik û kesên din ên li derdorê re veguhere zimanê dayikê. Zimanê dayikê zimanê yekem ê mirov e. Zarok di jiyana xwe de dê rastî zimanên din jî were û ji nirxên wan bi bandor bibe. Ji ber wê bersiva pirsa we jixwe di nava vê de ye. Divê bal were kişandin ku di peyva “zimanê dayikê” de payva “dayik” tê wateya “dayikê.” Zimanê her yekê ji me, yê dayika me ye. Jin ziman di bedena xwe de dihewînin û zimanê ku pê diaxivin, ji dema ku di malzerokê de ne pê ve digihîje zarokên wan. Dema ku em dibêjin zimanê dayikê, bingeha ziman e, em behsa vê dikin. Her ku zarok mezin dibe û dayika xwe û mirovên din ên nêzî xwe dibîne, weke ku ruhzanê navdar Jacques Lacan dibêje “zimanê bab” jî dikeve dewrê û cîhana ruhî ya zarok berfireh dibe, dikeve nava hemû civakê. Tişta diyarker ew e ku ev hemû bi hev re di nava têkiliyeke bi aheng  û dewlemend de ne yan na.

*Li Tirkiyeyê polîtîkaya zimanê dayikê çawa ye? Dema li Tirkiyeyê ewqas ziman tên axaftin, çima tenê zimanek fermî heye? Divê ev çawa were nirxandin?

Komara Tirkiyeyê bi mînakgirtina welatên Ewropayê yên tekparêz ên wekî Fransa û Elmanyayê hat avakirin. Ev di bingeha xwe de di aliyê çandî de welatên asîmîlasyon in. Tekparêz hem taybetmendiya kapîtalîzmê hem jî ya civaka pîşeasazî ye. Îro li seranserê cîhanê jî tekparêzek li ser bingeha Îngilîzî serweriya xwe didomîne. Divê zanayên me yên di mijara zimanên me yên dayikê de rastiyên bivî awayî jî berçav bigrin.

Li gel me pîşesazî bi destê dewletê re bi riya kapîtalîst hat pêşxistin û hişmendiya hemwelatîbûn li gorî vê yekê hat dîzaynkirin. Tenê hebûna zimanek fermî, perçeyek ji heman polîtîkayan e. Wek armanc bi hilbijartina civaka pîşesaziya kapîtalîst re, zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî hatin tune hesibandin. Wek mînak, Yekitiya Sovyetê di warê ziman de wek yekitiyeke hîn zêdetir demokratîktir hatibû avakirin lê ji ber bi qadên din re demokrasiyek yekgirtî nehat misogerkirin û li pey xwe hiştina tercubeyên girîng, bû sedema encamên îro yên xemgîn.

Lê li welatên me zimannasan bi siyasetên fermî yên tekparêz re di nava hevkariyê de cih girtin û  bi helwestên ji derveyî zanistê têrker bûn û bûn sedema nezanîn û berçavnegirtina têgîna "zimanê dayik ê." Ji yek destî rêvebirin û arestebûyîna polîtîkayên tekparêz, şewazek rêvebirinê ya hêsan e ku di pêkhateyên dewletê yên bênirx nikarin bi pêkhateyek civakî ya tevlihev re rûbirû bibin, derdikeve holê. Tê dîtin her çiqas li gel me pêşketinên ku şoreşa komarê bi xwe re anîne bi taybetî di salên ewil de heta asteke diyar têra misogerkirina piştgiriya gel kir jî li gel paşketina demokrasiya li welatên din û piştre bidestpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn re, dewletên zordest û çînên serwer ji bo astengkirina her cure rêgezên civakî hincetên pêwîst dîtine. Em dikarin bibêjin komara ku di destpêkê de di mijarên azadî û wekheviya jinan de xwedî helwesteke şoreşgerî bû, her ku çû ‘ket riyên zordestiyê.’

*Di tevahiya pêvajoya Komarê de zimanê Tirkî her dem derxistin pêş û ji bo ku bibe yekane ziman her cure piştgirî û parastin hat dayîn. Divê were gotin ku bi qasî piştgirî û parastinê wek amûreke zextê hat bikaranîn û polîtîzekirin, hûn çi dibêjin ji bo vê yekê?

Wekî ku min beriya niha jî behs kir, polîtîkayên ziman bi polîtîkayên civakî û îqtîsadî re di nava hev de hatin meşandin. Zimanê standard ê ku ji bo civaka pîşesazî hewce dike, dibe zimanê çîna serwer. Wekî îro zimanê Brîtanya û DYA’yê ango welatên emperyalîstên serwer in li cîhanê, di asta cîhanê de bûne zimanê serwer. Tirkî jî di asta xwe de wek zimanekî serwer, wek zimanek serwer fonksiyonek amûrek polîtîk dîtiye û dimîne jî. Xebitina zimanê Tirkî ya di nava xwe de jî di bin bandora pêvajoyên polîtîk de ye.

*Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya li zimanê Kurdî ye. Ev polîtîkayên dewleta Tirk, bandoreke çawa li ser zimanê Kurdî dike?

Zimanê Kurdî, îro encamên du bandorên cuda dijî. Bi qasî ku ez dibînim, beşek girîng a Kurdan xwedî li zimanê xwe yê dayikê derket, bi qasî ji destên wan hat zindî kirin û di nava hesreta ku ez jê re dibêjim "azadiya Kurdbûnê" de bû siyasî. Di asta bilindkirina hişmendiya di vî alî de, ziman bi xwe jî pêşketinek nîşan da. Zimannasên Kurd ji bo weşandina ferheng, pirtûkên rêziman û wêjeya xwe hewldanên mezin dan û didin jî. Dema temaşeyê beşên ferhengê yên malperên pirtûkên Kurdî yên li ser înternetê tê kirin, mirov dikare der barê kedên tên dayîn de bibe xwedî fikir: https://www.pirtukakurdi.com/kategori/kurtce-sozlukler.

Mixabin, di wan pêşketinan de tu alîkariyek dewletê nîn e. Emrê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya ku pêvajoyek di nava akademiyê de hatibû avakirin, dirêj nebû. Polîtîkayên tekparêz pêşiya têgihîştina zanistî digre.

*Hûn dixwazin der barê pirsgirêka Kurd û cihê meseleya zimanê dayikê yê di pirsgirêka Kurd de çi bibêjin?

Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek gelek mezin e ku pîvanên wê yên jiyanî yên serhildanên wek çandî, civakî, aborî, siyasî û çekdarî ku temenê wê digihîje çil salan heye. Pirsgirêka zimanê dayikê yek ji van pîvanên herî kevin û bingehîn e, ji ber ku zimanê dayikê rastî zextên herî mezin û şermê hat. Zimanê dayikê bûye parçeyeke bingehîn ê pirsgirêka derûnî û çandî ya ku min hewl beriya niha ez behs bikim.

*Ji bo parastin û zindîkirina zimanên dayikê pêşniyara we ya çareseriyê çi ye?

Divê beriya her tiştî dawî li polîtîkaya ku rastiya jiyana civakî ya pirzimanî paşguh dike bê anîn. Şertê ewil ew e ku siyasetmedar û bi taybetî jî mirovên zanyar di vê mijarê de vekirî bin. Karkirina mafên ziman jî di plana ewil de rolek dilîze. Dema di çarçoveya mafên mirovan de tê destgirtin divê em mafên zimanan bi têgînên mafên aştî û mafên zarokan re di nava hev de bifikirin û dest bigrin. Ez wek xala dawî vê yekê destnîşan dikim: Çareseriyeke mayînde, ne tenê axaftina zimanê dayikê ye divê hemû hemwelatî ji têgeha zimanê dayikê netirsin, vê têgehê bi awayekî herî rast fêm bikin û xwedî derbikevin. Bijî zimanên me yên dayikê, bijî cîhana pirzimanî!