‘Li girtîgehan ji ber cih tune ye girtî bi dor û nobetê radizên!’

Hat hînbûn girtiyên li Girtîgeha Akhîsarê ya Manîsayê ji ber di qawîşan de cih tune ye, di ser kapasîteyê de kes dimînin, girtî bi dorê radizên. Li girtîgeha ku ava germ nayê dayîn, cil û bergên ji girtiyan re tên şandin jî davêjin çopan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Grevên birçîbûnê yên ku di 27'ê Mijdara 2023'an de bi daxwaza "Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” û "Ji Abdullah Ocalan re azadî" li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hatibûn destpêkirin, berdewam dike. Bi grevên birçîbûnê re zextên li dijî girtiyan jî zêdetir bûn. Li girtiyên ku tevli grevên birçûbûnê dibin cezayên dîsîplînê tên dayîn, li hinek girtîgehan girtî nikarin bigihijîn pêdiviyên xwe yên jiyanî. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Girtî ya Akhîsara Manîsayê ye.

Kadriye Sîrek, da zanîn ku li Girtîgeha Girtî ya Akhîsara Manîsayê ya ku kurê wê Şevder Sîrek tê girtin, cihê razanê yê girtiyan tune ye û diyar kir ku 32 girtî di qawîşek de dimînin û bi nobet û dorê radizên. Kadriye Şîrek, diyar kir ku li girtîgehê gelek pirsgirêkên din jî hene, zext jî bi dawî nebûne û da zanîn ku tevî cezayê girtîgehê yê kurê wê yê ku 9 sal in di girtîgehê de tê girtin xîlas bûye jî bi hinceta tevgera nebaş 6 meh in nayê berdan.

'Girtî bi nobet û bi dorê radizên'

Kadriye Şîrek, der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî, pirsgirêkên ku girtî dijîn wiha rêz kirin: “Li qawîşa ku kurê min lê dimîne 32 kes hene. Ev mirov nikarin cihê razanê jî bibînin. Hinek girtî neçar dimînin li erdê razên, hinek jî neçar dimînin bi dorê û nobetê razên. Dîsa piranî car ji girtiyan re xwarin nayê dayîn, di xwarinên ku didin de jî gelek caran tiştên qirêj derdikevin. Cilên ku em ji girtîgehan re jî dişînin, jî gartiyan davêjin nava çopê û bo serşûştinê jî ava germ nayê dayîn. Gelo ev zext wê heta kengê berdewam bikin? Ji zarokên me re av jî nayê dayîn. Dê helbet ev zilm bi dawî bibe.”

'Kurê min ê ku cezayê wî bi dawî bûye 6 meh in nayê berdan'

Kadriye Şîrek, bertek nîşan da û got ku tevî cezayê kurê wê bi dawî bûye jî nayê berdan da û wiha got: “Em bi salan li ber deriyên girtîgehan li bendê ne. Êdî nexweşiyek ku di çokên min de derneket nema. Ez bi salan e nikarim kurê xwe bibînim. Ez bi hesrata wî dijîm. Tevî ku cezayê wî bi dawî bûye jî nayê berdan. Çima bernadin, ji ber ku negot ‘ez poşman im.’ 6 meh in pêvajoyeke bêheq û bêhiqûq tê meşandin. Ne tenê kurê min, bi sedan girtî jî bi vî awayî nayên berdan. Em êdî dixwazin zarokên xwe bibînin. Em naxwazin biçin girtîgehan, ji bo kesên ku evqas sal di girtîgehê de dimînin poşmanî tê ferzkirin. Ne em û ne jî zarokên me vê rewşê qebûl nakin.”

'Bila hevdîtin were kirin û aştiya civakî bê avakirin'

Kadriye Sîrek, bal kişand ser grevên birçîbûnê û nobetên edaletê yên malbatên girtiyan dane destpêkirin û wiha got: “Kilîta aştiyê li Îmraliyê ye. Divê demildest hevdîtin bên destpêkirin. Em îro hem ji bo şikandina tecrîdê, hem jî ji bo bidawîanîna van îşkenceyan li vir rûdinên. Ev zilm jî encax bi aştiyê bi dawî bibe. Ji gelê Kurd re ne maf û ne jî hiqûqê nas nakin. Her tiştî dikin. Bila îro hemû kes van îşkenceyan bibînin û rabin ser piyan. Bila gel piştgiriya me bike û bibe dengê girtîgehan. Heta ku em nebin yek, em nikarin tiştekî bi ser bixin divê em li kêlaka hev bisekinin.”