Jinên başûrê Lubnanê: Em dest ji xaka xwe bernadin

Li Başûrê Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê, jin û zarok di nava tirs û fikaran de dijîn. Jinan diyar kirin ku wê li dijî van êrîşên dagirkeriyê têkoşîna xwe bidomînin û peyam dan ku dê dest ji xaka xwe bernedin.

FADÎA JUMAA

Beyrûd- Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve berdewm dike, dem bi dem êrîşên hewayî li dijî başûrê Lubnanê tên kirin. Jinên başûrê Lubnanê diyar kirin ku bandora êş û texrîbata şerê ku di demên berê de qewimîne hê berdewam dike, bi êrîşa Îsraîlê ya li dijî welatê wan careke din bi metirsiya koçberiya ji warê xwe re rû bi rû mane. 

‘Em di nava tirs û fikaran de dijîn’

Aktivîsta hawirdorê Umayyah Sagha ku ji bajarokê Hasbaya ye da zanîn ku hema bibêje her roj Îsraîl bajarok û gundên wan bombebaran dike. Ji bo zarokên ku her roj diçin dibistana jî fikara xwe anî ziman û got: “Em di xaka xwe de di nava tirs û fikaran de dijîn. Rewş nebaş e, di êrîşan de sivîl tên qetilkirin û bînesaziya bajar tê hilweşandin. Herêma me ji ber cîranê herêma şer e, bê ewle ye.”

 ‘Em ê li ser xaka xwe bijîn’

Umayyah Sagha diyar kir ku her roj dengê teqînan dibihîsin û wiha got: “Gelek kes vê rewşê dijîn. Ji gundên cîran gelek kes koçî gundê me bûne. Ez weke aktivîstek şopandina hinek partiyên ku piştgiriyê didin dikim. Di van şert û mercên ewqas zehmet de ne asan e ku hemû kes mal û bajarê xwe biterikînin. Xak, rûbar û dar ji bo min gelek tiştan îfade dikin. Ev der xaka bapîrên me ye û em ê jî li ser vê xakê bi biryardarî bimînin û ji zarokên xwe re ragihînin.”

‘Li dijî dagirkeran têkoşîna me didome’

Hatîce Harb a ji bajarokê Mansourê yê navçeya Tire wiha got: “Beriya Mijdara 2000’an û li hemberî êrîşên 2006’an jî em bi biryar bûn, em niha di heman rewşê de bi biryar in. Em ê li dijî dagirkerên ku hewl didin xaka me ji destên me bigrin têkoşîna xwe berdewam bikin. Wê dagirker bi ser nekevin. Di her êrîşê de ew tirsa ku em di çavên zarokan de dibînin, wê biryardariya em neşkîne. Em ê vê tirsê veguherînin hêz û biryardariyê.”    

‘Em zarokên xwe naşînin dibistanê’

Hatîce Harb destnîşan kir ku bi taybetî ji ber suîqesdên ku tên kirin, ji malên xwe dernakevin, li derve nameşin, bi tirsa ku wê bibin hedef wesayîdan naşixulînin û wiha got:

“Beriya ku şev were li herêmê hemû tevger radiweste. Encamên şer bandorê li pêvajoya perwerdeyê dike. Em zarokên xwe her roj naşînîn dibistanê lê em ê bi biryar bimînin. Ji ber ku em li başûrê Lubnanê mezin bûn. Em zarok û parçeyek ji vê xakê ne ji ber wê jî em xaka xwe naterikînin.”

‘Mirovan çavkaniya jiyana xwe winda kirin’

Raşe Bazi ji bajarokê Zabqîn ê navçeya Tireyê ye da zanîn ku bajarokê wan her dem di bin bombebaranan de ye, ji ber ku gelek mal bûn hedef, zarok di nava tirs û fikaran de ne û êrîşan bandorek neyînî li aboriyê kirine û ev tişt anî ziman:

“Gelek mirovan karê xwe û çavkaniya jiyana xwe winda kirin. Ji bo parastina zarokên xwe û ji bo kêmkirina zextên derûnî em neçar man biçin herêmeke nêz. Em dem bi dem serdana navçeya xwe dikin. Ez weke mamoste karê xwe berdewam dikim. Dibistana ez lê dixebitim li aliyê newalên ku her dem tên bombebarakirin e. Em di wê hêviyê de ne ku ev pêvajoya zehmet bi dawî bibe û ewlehî û aramî were.”