Zeyneb Saroxan li Hesekê hat bibîranîn

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê salvegera Şehîd Zeyneb Saroxan bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar û Medya bibîranî.

Hesekê- 27’ê Îlona 2022’an dewleta Tirk bi rêya balafirên bi çek ê bê mirov her du hevserokên Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zeyneb saroxan û Yilmaz Şêro kire hedef û di encamê de her duhevserok jiyana xwe ji dest dan.Îro Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD) bi merasîmekê Zeyneb Saroxan bibîranî. Di merasîmê de Rêveberiya Xweser. Desteya Jin, Saziya Civaka Sîvîl malbat û Rêhevalên Zeyneb Saroxan amade bûn.

‘Bila giyanê şehîdan rehet be, her ku diçe em bi serdikevin’

Endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Zehra Simo sersaxî ji malbat û rê hevalên Şehîd Zeyneb xwest û wiha got:” Zeyneb Saroxan ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû ji bo parastina destkeftiyên şoreşê têkoşîneke mezin da. Dewleta Tirk ji hêza jinan ditirse, ji ber wê jî her tim dike êrîşan dike. Îro em dixwazin peyamek bidin ku plan û êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê hêza me naşkîne. Îro li seranserî cîhanê di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” yekîtiya jinan avabûye. Bila giyanê Şehîd Zeyneb û bi hezaran şehîdan rehet be doza wê ber bi serkeftinê diçe.”

Xwişka Şehîd Zeyneb Saroxan Ezmîran Saroxan da zanîn ku ked û fedekariya şehîd Zeyneb encamê wê berçav in û wiha anî ziman:” Em ji şehadeta xwişka xwe ne poşman in , welat şêrîne û bedelê wê jî giran be. Serkeftin û deskeftiyên ku îro ber biçav bi keda Zeyneb û rê hevalê wê ne em deyndarê wan in. “

Merasîm bi dirûşmeya “ Şehîd namirin”, “Jin , Jiyan ,Azadî” bi dawî bû.