Rapora girtigeha tîpa L ya Patnosê: Îşkence lêpirsîn sirgun

Îşkence û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê di rapora ku ji aliyê parlamenterên Partiya Çepên Kesk ve hatin girtin de jî hat amadekirin.

Enqere - Îşkence û binpêkirinên mafan ên Girtîgeha Tîpa L ya Panosê ku li dijî jinan tên meşandin, bi rapora parlamenterên Partiya Çepên Kesk hat piştraskirin.  

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sirri Sakik, Heval Bozdag û Newroz Uysal Aslan têkildarî binpêkirin û îşkenceyên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê tên kirin raporek amade kirin. Rapor bi awayê nivîskî hat parvekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî agahiyên der barê girtîgehê, di 1’ê îlonê de hatin parvekirin ew jî di 13’ê îlonê de çûne serdana girtîgehan û hinek lêkolînan kirine. Di raporê de hat gotin ku dema ew çûne serdana, dozgerê girtîgehê Nûrullah Durak jî di girtîgehê de bûye û Durak gotiye ku wî baweriya xwe bi gotinên îşkenceya bi girêka berazan hatiye kirin, neaniye. 

Girtiyan vegotin

Di raporê de gotinên girtiyên rastî îşkenceyê hatine jî cih girtin. Zahîde Taşdemîr a heyetê pê re hevdîtin kiriye têkildarî roja bûyerê ev tişt gotin: “Ez dayikeke 60 salî me. Demekê di girtîgeha Mûşê de mam. Hevjînê min jî di girtîgeha vir de girtî ye. Ez nexweşa sarayê me. Diranên min ketine û hin nexweşiyên min ên din jî hene. Ev sê sal in li gel girtiyên din em bi hev re dimînin. Roja bûyerê me ji ber tiştên hatine kirin, li deriyan xist. Komeke mezin ên gardiyanên jin û mêr ketin hundir. Komek bi mertal û copan ketin hundir. Dema ku ketin odeyê dehf li girtiyan dan û li wan xistin, wan razandin erdê, gelek li Mizgînê dan.”

Îşkenceya girêka berazan

Mîzgîn Kayitbey jî têkildarî îşkenceyê ev tişt anî ziman: “Ji nişkave deriyê me vebû, 8-9 gardiyanên jin, 10-15 kesên ku cilên hêzên taybet li xwe kiribûn, 25-30 gardiyanên mêr ketin hundir. Hêzên taybet ên cop di destên wan de bûn, li me xistin, pêhînan avêtin û me razandin erdê. Em demekê di odeyê de man. Piştre me derxistin korîdorê. Dema em li korîdorê bûn zilameke bi cilên taxim li me temaşe dikir. Li wir kelebçe li destên me xistin û me birin odeyekê. Li wê odeyê dest û piyên me bi girêka berazan hatin girêdan. Di wê kêliyê de me bihîst ku kesên cilên taxim li wan bûn, gotin ‘Li wan bixin bila careke din dengê wan dernekeve. Serê me hersêyan dan ber hev û bi 4 saetan em hatin sekinandin. Piştre bi lêdanê me yek bi yek ji wir derxistin.”

Ji ber protestoyê lêpirsîna dîsîplînê

Di raporê de hate diyarkirin ku Mizgîn Kayitbey hatiye derbkirin, zendên wê û dora çavên wê şîn bûne û lêva wê birîndar bûye. Di rapora ku hat diyarkirin girtî Nazlican Barişer û Lale Kabîşen jî hatine derbkirin de hat daxwazkirin ku kesên îşkence kirine ji kar bên derxistin. Di raporê de her wiha agahî hatin dayin ku piştî îşkenceya li girtiyên jin, girtiyên mêr ji bo rewşê protesto bikin li derî dane û li dijî girtiyên mêr 4 lêpirsînên dîsîplînê yên cuda hatine destpêkirin. 

Sewqa bi darê zorê

Di raporê de hat gotin ku Mizgîn Kayitbey û Lale Kabîşen ên ku îşkence li wan hatiye kirin di 18’ê îlonê de bi zorê birine girtîgehên din. Di rapora ku hat diyarkirin ku Mizgîn Kayitbey sewqî Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê, Lale Kabîşen jî sewqî Girtîgeha Jinan a Tersûsê hatiye kirin.