Li Filistînê jin ji pozîsyona biyardanê tên dûrxistin

Aktîvîsta siyasî Rania Al-Luh diyarkir ku jin ji qada siyasetê hatine dûrxistin û destnîşan kir ku hebûna jinan di pozisyona biryardanê de giring e.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Li Filistînê rêxistinên jinan, ji bo jin di siyasetê de aktîf cih bigre û were dîtin û pêkanînên kota ya partiyên siyasî têkoşînê dikin. Herçendî  bi biryarbin ku di qada siyasetê de hebûna wan bi hêze jî, ji ber zextên civakê divê mijarê de tişta ku tê xwestin nehatiye girtin.

Aktîvîsta siyasî Rania Al-Luh da zanîn ku di qada siyasetê de hema bêje hebûna jinan di asta neyî de ye, jin di navendên qomîteyan de û di pozîsyonên biryargirtinê de kêmin û wiha got: “Em dixwazin ku têkoşîna ku bi salan hatiye meşandin, di mijara rêvebirina pirsgirêkê û pevçûnan de têrkerbûna xwe piştrast bikin. Lê belê bangên me bê bersîv man. Jinên Flistînî hîna ji bo xwe bigihînin pozîsyonan di derbazkirina merdîvenan de zehmetiyan dikêşin.”

‘Divê zext were avakirin’

Rania Al-Luh îşaret bi wê yekê kir ku divê piştgiriya xebatên jinan were kirin û got: “Bi taybet divê jin ji bo di qada siyasetê de cih bigrin û ji bo bi destxistina mafê xwe zextê avabikin. Di sala 2018’an de di saziyên dewletê de û di pozîsyonên biyardayînê de rêjeya bejdariya jinan ji sedan 30 bû. Ma li gora we di partiyên ku ji rol û azadiyê jinê bawerdikin, nebûna jinan di pozîsyonên biryardayinê bi mantiqe?”

‘Jin temsîla firsandên rast dikin’

Rania Al-Luh da zanîn ku piştî pevçûnên di sala 2007’an li welat, bûn şahidê gelek hewldanên ku mêr pêşengtî dikirin û wiha got: “Lê belê me ferq kir ku pevçûnên di nava aliyan de bi navbeynkariya figurên siyasî ên feminist hate mudaxelekirin. Ji bo lihevhatina civakê ev gavek giring bû. Ev jî diyar dike ku jin di pêvajoyên reformê de çiqas bi hêzin. Di mekanizmayên biryargirtinê de bejdariya jinan ku hema bêje nîne ev dide nişandan ku mafê jinan ji nedîtî ve tên.”

‘Cihêkarî tê kirin’

Rania Al-Lud destnîşan kir ku bejdarnebûna jinan di qada siyasî de bandorek neyênî li ser pêvajoya diyalogên siyasî dike û got: “Ji aliyê rayedaran ve cihêkariya zayendî tê kirin. Bi eşkere tê dîtin ku di diyalogên li hevhatinê de jinan ji derve dihêlin. Di pêvajoyên berê yên li hevhatinê de dû jinên bi navê Zahira Kamal û Magda Al-Masry bejdar bûn. Di tura dûem ya civîna Konseya Sekreterên giştî de tenê em bûn şahidê bejdariya dû jinan.”