Li Tehranê 3 hezar zarok naçin dibistanê

Zarokên li Îranê di dema tomarkirina dibistanan de rastî zehmetiyan tên, gelek ji wan xwedî belgeyên fermî nîn in an jî ji ber nebûna agahiyan ji bo dibistanê dereng tên tomarkirin.

Navenda Nûçeyan- Seroka koma zarokên karkerên kolanan ên girêdayî Rêxistina Civakî ya Îranê Meryem Xak Rencîn ragihand ku tenê li Tehranê nêzî 3 hezar zarokan dest ji xwendinê berdane.

Seroka koma zarokên ku li ser cadeyan in û yên girêdayî Rêxistina Karûbarên Civakî ya Îranê dixebitin Meryem Xak Rencîn diyar kir ku tenê li Tehranê nêzî 3 hezar zarokên ku dest ji xwendinê berdane hene û welatiyên ku belgeyên wan ên fermî nîn in, nikarin li dibistanan qeyda xwe çêbikin.

‘Ji ber dereng tên qeydkirin ji dersan li paş dimînin’

Her wiha diyar kir ku xwendekarên biyanî yên dixwazin xwe li dibistanan tomar bikin divê pêşî li sîstema perwerdeyê tomar bikin da ku destûra tomarkirina li dibistanan bigrin, û ev sîstem her dem di meha Çiriya Pêşîn û Çiriya Paşîn de vekirî ye ev yek bû yesedem ku zarok di dibistanan de dereng bimînin. Ji ber vê yekê ew ji waneyên dibistanê dereng dimînin.

Welatî ji ber ku belgeyên wan ên fermî nîn in an jî di dema qeydkirinê de bi kêmbûna agahiyên qeydkirinê re rû bi rû dimînin nikarin xwe qeyd bikin. Ji ber vê yekê gelek zarokên ku li kolanan dixebitin an jî dev ji xwendinê berdane belgeyên wan ên fermî nîn in.