Zexta xwarinê li ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê ferzkirin

Çukurova TUAYDER'ê da zanîn ku li ser girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Manavgatê ya Antalyayê di greva birçîbûnê de ne xwarin hatiye ferzkirin.

Navenda Nûçeyan- Grêvên birçîbûnê yên dorveger ku di 27’ê Mijdarê bi dirûşmeya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çareserî” li 104 girtîgehan hat destpêkirin li 106 girtîgehan berdevam dike.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (TUAY-DER) re hatin girtin; Girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê (YGC) çalakiya xwe ya birçîbûnê didomînin dema derdikevin korîdorê rastî heqareta gardiyanan a bi gotina "Hûn terorîst in, dernekevin korîdorê" tên.

 Hat diyarkirin ku gardiyanan çopên yê li korîdorê li odeyên girtiyên ku di greva birçîbûnê dene vala dikin. Hat diyarkirin ku dema girtî gazincên xwe dikin ji wan re dibêjin: “Hûn bêdeng bin, mafê axaftina we nîne”

Hat ragihandin ku girtiyên ku çalakiya birçîbûnê didomînin xistine hucreyên yekkesî, bi darê zorê xwarin li wan hatiye ferzkirin, ji bo çalakiya xwe bişkînin rastî tundiya derûnî hatinê û bi cezayên hûcreya yek kesî gef li wan hatiye xwarin.