Hêviya jinan a sala 2024’an: Aştî, azadî, hebûn û edalet e!

Jinên Amedê li ser pirsa “Hûn ji sala 2024’an çi hêvî dikin” bal kişandin ser krîza aborî û şîdeta li ser jinan û bendewariya xwe ya ji bo aştî, edalet û azadiyê anîn ziman.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Sala 2023’yan bi erdhej, karesatên ku ji ber lehiyê çêbûn, hilbijartinên giştî, zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan, krîza aborî ya her diçe zêde dibe derbas bû. Di vê salê de jiyan li jin û zarokan hat tengkirin, hewldanên desteserkirina destkeftiyên jinan domiyan û ev sal bi êrîşên bênavber derbas bû. Krîza civakî ya li welat, li ser hemû warên jiyanê bandorê çêkir. Me mîkrofona xwe dirêjî jinan kir û ji wan pirsî ka ji sala nû çi hêvî dikin.

Jinên ku axivîn diyar kirin ku krîza aborî û şîdeta li dijî jinan zêde bûye û gotin ku wan di sala 2023’yan de demek bi aramî nejiyane. Jinan ji bo sala 2024’an, jiyana bi aramî, aştî û hebûnê xwestin û diyar kirin ku cîhaneke bê şîdet pêkan e, bal kişandin ku dê di sala nû de têkoşîna jinan bidome.

‘Ez jiyana bê şîdet û mêtinkarî dixwazim’

Ayşe Alîn: “Ez li dijî şîdeta li ser jinan im. Weke jinek ez naxwazim li tu jinê şîdet were kirin û mixabin di vê pêvajoyê de em nikarin tiştek bikin. Ez vê sala nû xeyal dikim ku bûyerên şîdetê çênebin asta perwerdeyê zêde bibe, krîza aborî tunebe. Bi taybetî divê jin bixwînin û xwe bi pêş bixin. Zanîn û xwendina jinan girîng e. Jixwe krîza aborî heye, em jî di xaniyê kirê de dimînin. Sê sal in zewicandî me û di van sê salan de me şeş caran malê guherand. Niha jî îhtîmala derketina me ji malê heye. Em li mala bi sobe dimînin û rewşa me pir xirab e. Bêguman ez dixwazim ev krîz bi dawî bibe û êdî buhayê her tiştî wisa zêde nebe. Ez dixwazim di mercên baştir de bixwînim û zarokên min di mercên baş de mezin bibin.”

‘Daxwaza me azadî û aştî ye’

Cayîde Demîrok: “Ciwan bêkar in, mirov li kolanan bêkar digerin. Em di vê sala nû de azadiyê dixwazin. Em dixwazin tiştên baş çêbibin. Bes e êdî şer û pevçûn. Îro bihayê nanek 12 TL. ye. Kesên ku nikarin nan jî bikirin hene.  Îro ne tenê buhayê nan, ê her tiştî zêde bûye. Mirovên ku dikarin debara xwe dikin lê yê bêkar nikarin bijîn. Kurê min jî bêkar e. Ez dixwazim ev rewş biguhere, mirov derfetên kar bibînin û şer bi dawî bibin.”

‘Daxwaza min tenê edalet e’

Hulya Guleş: “Beriya her tiştî bila ev şer biqede. Ji bo ciwanên me derfetên kar werin avakirin. Bi vê yekê dê ciwan dest ji madeyên hişbir û fuhûşê berdin. Bila êdî pirsgirêkên aborî were, aştî li her derê çêbibe. Bila êdî jiyana me hinek xweş bibe. Di rastiyê jiyan xweş e lê mirov zirarê didin cîhanê û jiyanê diherimînin. Bila îstîsmarkirina zarokan û qetliamên jinan bi dawî bibin. Bila êdî edalet were êdî bes e! Ger edalet were dê her tişt bibe gul û gulistan lê mixabin ji ber ku edalet tune ye em di vê rewşê de ne.”

‘Ji bo sala nû jî tu bendewariya min nemaye’

Necla Batik: “Dixwazim di sala nû de li welat şîdet tunebe, pergaleke ku hêviya pêşerojê bide ava bibe û ji bo perwerdeya zarokên me derfetên baştir çêbibin. Niha ne baweriya min bi perwerdeya ku didin zarokan heye, ne jî ji pergala heyî ji ber ku ji pêşerojê hêviya min nemaye. Em bihêlin pêşerojê ji jiyana me ya rojane jî hêviya min nemaye. Em hema rojên xwe derbas dikin. Dema em dikevin metbexê em nizanin em ê çi bikin. Krîza aborî heta qirikê ye. Em her roj difikirin ka em ê çawa zarokên xwe xwedî bikin. Yek ji sedemên şîdeta ku li ser jinan zêde bûye jî şîdeta aborî ye. Hemû kesên zanîngeh qedandine li kolanan bêkar in, mirov nikarin ji zarokên xwe re nan û pirtûkek bikirin. Sala 2023’yan hem ji aliyê tendirustiyê ve hem jî aborî ve pir xirab derbas bû. Ez ji ber erdhejê ji karê xwe bûm. Ji her aliyê ve me saleke pir xirab derbas kir. Ez nizanim em ê çi bikim. Ji bo sala nû tu bendewariya min nemaye.”

‘Divê li dijî her zehmetiyê em li ber xwe bidin’

Avjîn Atar: “Îsal jiyan ji bo me pir zehmet derbas bû. Her ku çû zehmetî zêde bûn. Li dijî van zehmetiyan min her gava xwe bi baldarî û bawerî avêt. Şîdeta mêr, krîza aborî û zext her çû zêde bûn. Li dijî van zextan min her dem xwe parast. Ez xwendekara zanîngehê me, ji bo kar derî bi derî geriyam. Heta min kar dît gelek rojên zehmet derbas kir. Niha li cihekî dixebitim. Divê em jin azad bin, heta ku hemû jin azad nebin em ê rehet nejîn. Divê em ji bo jiyan û xebatê têkoşîna xwe bidomînin. Krîza aborî û şîdeta li ser jinan her diçe zêdetir dibe. A girîng ew e ku em çawa li dijî vê yekê têdikoşin. Di vê jiyanê de tişta herî girîng berxwedan e divê em jin li dijî van pirsgirêkan her dem li ber xwe bidin. Divê êdî bûyerên qetilkirina jinan bi dawî bibin.”