Wêneyê ‘Giraniya torbeyekî’ ya Eylem Akdag hêjayî xelatê hat dîtin

Xelata Rojnamegerên Serkeftî ya 2023’an a Komaleya Rojnamegerên Hemdem hat eşkerekirin. Rojnameger Eylem Akdag bi wêneya xwe ya bi navê "Giraniya Çenteyê" hêjayî xelatê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - "Xelata Rojnamegerên Serketî ya 2023’an" ku her sal ji aliyê Komaleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) ve tê lidarxistin, hat eşkerekirin. Gelek rojnameger û nivîskar beşdarî merasîma xelatê ya ku li Navenda Hunera Hemdem a Şaredariya Çankayayê hat lidarxistin bûn. Di merasîma xelatdayînê de Serokê ÇGD'ê Kivanç El axivî û got: "Ji ber nêzîkbûna hilbijartinên herêmî hikûmetê ceza li rojnamegeran birî."

Kivanç El, anî ziman ku her sal ji bo rojnamegeran zehmet e, lê îsal zehmetir e û wiha got: “Me bi endamên xwe yên hêja re di têkoşîna rojnamegeriyê de li gelek qadan têkoşîneke mezin da, lê me hinek ji wan winda kir. Ji bo me piştî serdema ku bi erdhejên 6’ê Sibatê dest pê kir û rojnamegerî derbên giran lê ket, di warê rêxistinbûyîna çapemeniyê de gelek pirsgirêkên me hebûn. Gelek pirsgirêkên me wek ku rojname bê rojnamegerî dibin hene." Piştî axaftina Kîvanç El xelat dan kesên ku bi ser ketine.

Wêneyê Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Eylem Akdag a bi navê "Giraniya torbeyêk" hêjayî Xelata Wênegiriyê ya Îzzet Keser hat dîtin. Wêneyê ku xelat wergirt, wêneyê bavê Hakan Arslan Alî Riza Arslan ê ku 7 sal şûnde di pevçûna li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da, di torbe de wergirt ku li ber deriyê edliyeyê hatiye kişandin.

Ji Artî TV Meral Danyıldız bi nûçeya xwe ya li ser "Bazarkirina gurçikan" hêjayî Xelata Nûçeya TV yê hat dîtin. Xelata Hevgirtinê ji xebatkarên madenê yên Amasra û malbatên wan re hat dayîn. 

Kesên ku hêjayî Xelatên Rojnamegerên Serkeftî yên 2023 hatin dîtin ev in:

*Xelata Nûçeyan: Tîmûr Soykan ji bo nûçeyên "Cîhana tarî zarokek daqurtand", "Wêneyên şermê", "H.K.G ne bi tenê ye" - T24

*Xelata Rojnamegeriya Lêkolînê ya Uğur Mumcu: Bi nûçeya "Cihê Ribatê cîhadiyên selefî" Hale Gönültaş-Kısa Dalga

*Xelata Nûçeyan a Mustafa Ekmekçî: ji bo nûçeya "Heyva Sor navnîşana dawî ya şerê di nava AKP'ê de ye", "Rêveberên Heyva Sor li quncikê zivirî" Îsmaîl Arî -BirGûn

*Xelata Nûçeyan a Rafet Genç: ji bo nûçeya "Li Kulliyeya Serokomariyê diziya bêhesab: Pêlîstokên ku Erdogan ê belav bikira" dizîn - Asuman Aranca-T24

*Xelata Nûçeyan a Rafet Genç: ji bo nûçeya "Emîrê DAIŞ'ê dema ku bi îxbara sor dihat lêgerîn" li Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê dihat dermankirin. Tamer Arda Erşîn- Gürkan Demirtaş- Ajansa Nûçeyan a ANKA’yê

*Xelata Nivîsa Koşeyê: "Di navbera Soylu û Aktaş de li pişt perdê lêpirsîna Sarallarê çi qewimî" Tolga Şardan - T24

*Xelata Nûçeyên Behzat Miser Kent: Bi nûçeya "Rêzeya Gotarên hênaseya bajar " Uğur Şahin- BirGün

*Xelata Hevpeyvînê: Seyhan Avşar ji bo nûçeya "Îtirafên Aktrollek" - Halk TV

*Xelata Nûçeyên Herêmî: Ji bo nûçeya "Îdiaya bêhiqûqiyê ji Lubnanê heta Hatayê ye" Akın Bodur - Îskenderun Ses

*Xelata Belgefîlmê: Ji bo belgefîlma “Erdnîgarî Nûçe ye” Tunca Ogreten - Murat Baykara- Omer Çakan.