‘Zelal Zagros jinan ji tarîtiyê derxist ronahiyê’

Jinên Bakur Rojhilatê li ser Zelal Zagros a ku li Kerkûkê bi sûîqesdek hat qetilkirin diyar kirin ku wê jinan ji tarîtiyê derxistine ronahiyê û soz dan ku ew ê têkoşîna wê bidomînin.

SÎLVA AL-ÎBRAHÎM

Minbic- Siyasetmedar Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) di 18’ê Çileyê de li herêma Federal a Kurdistanê, bajarê Kerkûkê hat qetilkirin. Zelal Zagros di sala 1975’an de li bajarê Hesekê, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat dinyayê, di 17 saliya xwe de tevli tevgera azadiyê bû. Zelal Zagros, ji bo azadiya gelê Kurd û jinan bênavber xebitî. 31 sal bi têkoşîna xwe hewl da kaseyetiya pêşeng a jinan di nava têkoşîne de derxe pêş. Bi Şoreşa 19’ê Temûzê re li her bajarî şopa xwe hişt. Di sala 2016’an de tevli hemleya ku li Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin bû, ji bo têkiliyên di navbera hevgirtiyan de bi hêz bibin roleke pêşeng girt ser xwe.

Di sala 2018’an de tevî hemû gef û zehmetiyan çû bajarê Dêrazor ê Sûriyeyê û li dijî çeteyan têkoşiya. Li wê derê di nava gelan de têgeha biratiyê da rûniştandin dûre çû bajarê Sûriye Şamê. Zelal Zagros li wê derê jî bi tevgera jinan re têkiliyên xwe xurt kir, di têkoşîna xwe ya 31 salan de ji bo şiyariya jinên Sûriyeyê xebatan kir. Dûre jî çû herêma Federal a Kurdistanê, xebatên xwe yên ji bo jinan domand. Zelal Zagros, di 18’ê Çileyê de li Kerkukê bi sûîqesdet hat qetilkirin û merasîma cenazeyê wê di 22’yê Çileyê de li Hesekê hat lidarxistin.

‘Li dijî zilma li ser jinan têkoşiya’

Zelal Zagros di nava avakarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Minbicê de cihê xwe girt, ji bo hemû beşên civakê di biryarên ji bo herêmê de cihê xwe bigrin xebitî. Endama Konseya Tal Hawzan Ghabsha Suleiman li ser qetilkirina Zelal Zagros got: "Rejîmên paşverû, hewl didin bi sûîqestên li ser jinên aktivîstên siyasî, bandorê li ser civakan bikin. Zelal Zagros dema DAIŞ’ê Minbic dagir kiribû li dijî zilma li ser jinan têkoşiya û pêşî li jinên Minbicê vekir ku rola xwe bikaribin di civakê de bilîzin. Zelal Zagros şopeke nejibîr hişt. Destkeftiyên berbiçav çêbûn, em jî soz didin ku ji bo hemû jinên bindest azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Bi vê yekê nikarin pêşî li têkoşîna me bigrin’

Hevseroka Konseya Tal Hawzan Fatima Salloum, jî li ser kesayet û bandorên têkoşîna wê bi van gotinan vegot: “Ji bo hilbijartina hevberdevkê komuna gund civînek hat lidarxistin. Wê demê ez ji kesayetiya wê ya pêşeng û gotinên wê yên ku moralê jinan bilind dikirin pir bi bandor bûbûm. Dema ku DAYŞ’ê bajarê me dagir kiribû, tevî otorîteya mêr jî ji bo em mafên xwe bigrin rê nîşanî me da. Min bi saya wê xwe bi pêş xist û piştî xebat û hewldanên bi salan bûm hevseroka Konseya Tal Hawzan. Em asta îro deyndarên wê ne û em soz didim em ê riya wê bidomînin. Rejîmên paşverû bi qetilkirina Zelal Zagros xwestin îradeya me bişkînin lê bi van rêbazan nikarin biryardariya me qels bikin.”

‘Bi êrîşan dê nikaribin îradeya jinan qels bikin’

Hevseroka Konseya Xeta Al Ferat Halîme Cuma jî got: “Zelal Zagros, di wan rojên teng de li  Minbicê rêhevaltî kir. Piştî ku Minbic ji DAIŞ’ê hat paqijkirin dest bi xebatê kir. Bi têkoşîna xwe li ser extiyar û ciwanan, jin û mêran bandoreke mezin hiştibû. Zelal Zagros xwedî hêjahî, ruhê têkoşînê û îradeyek mezin bû. Jinan ji tarîtiyê derxistin ronahiyê. Bi vê sûîqestê dê negihîjin armanca xwe lewre em em ê têkoşîna azadiyê ya Zelal Zagros bidomînin. Bi êrîşên wiha dê nikaribin îradeya jinan qels bikin.”

‘Li ser her jinê şopa xwe hişt’

Alîkara Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê Mona Al-Hammadî jî der barê xebatên Zelal Zagroz ên li Dêrazorê de wiha got: “Em bi hev re di her warî de xebitîn. Wê bi xebata xwe şopê li ser kesayetiya jinan hişt. Di heman  demê de xwedî kesayetiyek bi hêz û merhemet bû. Kê wê nas dikir ji hez dikir. Di nava gelan de ramana azad û demokrasiyê belav kir.”

‘Di rêxistinkirina jinan de roleke girîng girt ser xwe’

Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Suha Al-Saeed jî bal kişand ser têkoşîna Zelal Zagros a ji bo rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ’ê û qetilkirina wê şermezar kir. Suha Al-Saeed got: “Di rêxistinkirina jinan de roleke girîng lîst. Ji bo jin bingeh û rêgezên neteweya demokratîk bizanibin xebitî, wan kir xwedî îrade û hêz. Em soz didin ku em ê azadiya xwe di riya wê nîşanî me daye de bi dest bixin.”