Li Efganîstanê di nava 20 rojan de 7 jin û zarokek hatin qetilkirin

Li Efganîstanê di nava 20 rojan de 7 jin û zarokek keç hatin qetilkirin û mLi Efganîstanê di nava 20 rojan de 7 jin û zarokek keç hatin qetilkirin û mirina bi guman a 3 jinên ku ji aliyê Talîbanê ve hatin binçavkirin û berdan weke 'întîxar' hat qeydkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Li Efganîstana ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, şîdeta li dijî jinan zêde dibe. Di navbera 24'ê Kanûn û 12'ê Çileyê de 7 jin û 1 keç hatin qetilkirin. Mirina 3 jinan weke 'întîxar' hat qeydkirin. 

Qetilkirina jinan û mirinên bi guman di çapemeniyê de wiha teyisî:

24 Kanûn: Li eyaleta Laghmanê 3 jin ji ber wesayîta endamên Talîbanê li wan qelibî jiyana xwe ji dest dan.

4 Çile: Zarokek keç a 10 salî li bajarê Zerancê, navenda parêzgeha Nemrûzê hat revandin û piştî destdirêjiyê hat qetilkirin.

5 Çile: Bibî Gul a 21 salî ku yek ji jinên ciwan ên xwepêşander bû, li parêzgeha Kunduzê piştî ku ji aliyê Talîbanê ve hatibû binçavkirin û berdan jiyana xwe ji dest da. Mirina bi guman a Bîbî Gul wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

9 Çile: Mêrekî dê, bav û du xwişkên hevjîna xwe li navçeya Thani ya parêzgeha Xost qetil kir. Di heman rojê de 2 jin ji ber ku hîcabê girê nedane ji aliyê Talîbanê ve hatin girtin. Jinên ku hatin berdan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Mirinên bi guman ên jinan weke 'întîxar' hatin qeydkirin. 

12 Çile: Jineke 28 salî li Herêma 5emîn a Ewlekariyê ya Mezarê Şerîf kuştî hat dîtin.