Di doza 'êrîşa zayendî' de bersûc beraet kir

Asîstanê bijîşk S.E, di doza ku derbarê wî de bi îdiaya li dijî hemşîrê "êrîşa zayendî" pêk anî hat vekirin de, beraet kir.

Stenbol- Danişîna biryarê ya dozê bi îdiaya ku asîstanê bijîşk S.E. li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Pêsîrê û Cerahiya Pêsîrê ya Yedîkuleyê dixebitî, li dijî hemşîreya bi navê H.Z "êrîşa zayendî" pêk aniye hat vekirin, li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. 

S.E., H.Z û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Her wiha danişîn ji aliyê parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a Amedê Ceylan Akça, Meclisa Jinan a DEM Partiyê, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) ve hat şopandin.

H.Z’ya ku di danişînê de mafê axaftinê girt, wiha got: "Ji ber vê bûyerê ez pirsgirêkên derûnî yên cidî dijîm, min raporên bijîşkî girt û ez bi malbata xwe re dijîm. Ez ji 11’ê Adarê ve tedawî dibînim. Ger min li wir xwe neparasta, li vir di dadgeha we de edaletê ji we re dihêlim."

'Divê bersûc bê cezakirin’

Piştre parêzera H.Z’yê Feyza Altun axivî û diyar kir bersûc S.E beriya bûyerê kontrol kiriye ka li cihê bûyerê kes heye an nîn e û da zanîn ku bersûc amadekariya sûc kiriye. Feyza Altun, diyar kir ku hatiye eşkerekirin ku bersûc hemşîreyên din jî tacîz kiriye û wiha got:

Her wiha bersûc li muwekîla min geriyaye, lêborîn xwestiye û jê re gotiye ku giliya xwe paşve bikşîne. Ger em şewaza pêkanîna sûc li ber çav bigrin, komkirina muwekîlê min a delîlan zehmet e.” Feyza Altun got: “Em wek jin rastî êrîşa zayendî werin çawa îsbat bikin, ji bo emsal divê bersûc bê cezakirin” diyar kir ku divê heyeta dadgehê li gorî mutalayê tevnegere.

Biryara beraetê

Heyeta dagdehê piştre biryara xwe eşkere kir û bi îdiaya ‘kêmasiya belgeyan’ biryara beraatê ji bo bersûc S.E. da.

Jinan li dijî biryarê bertek nîşan dan, di derketina danişînê de li korîdora edliyeyê dirûşma ‘Mêr ne edalet e, edalet rast e’qîriyan.