Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn

Endamên TJA, DBP, Dayikên Aştiyê, ANYAKAYDER û DEM Partî çûn serdana gora Zekiye Alkan a ku di 21’ê Adara 1990'î de li Sûrên Amedê bedana xwe dabû ber agir.

Navenda Nûçeyan- Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Dayikên Aştiyê, ANYAKAYDER û DEM Partî çûn serdana gora Zekiye Alkan a ku di Newroza 1990'î de li Sûrên Amedê bedana xwe da ber agir. Li ser gora Zekiyeyê ya li Bornovaya Îzmîrê dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Şehîd namirin” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin.

‘Ji Sûrên Amedê bang li jin û Kurdan kir’

Aktivîsta TJA'yê Emîne Înan, da zanîn ku Zekiya Alkan di 1990'î de li Sûrên Amedê bedana xwe daye ber agir û wiha got: "Wê demê li Nisêbînê gelek mirov şehîd ketin. Vê yekê jî bandoreke mezin li Zekiyeyê kir. Dema ji bo xwendina zanîgehê çû Amedê tevli têkoşînê bû. Çû Sûrên Amedê û bang li her kesê kir. Got 'Ez zilm û zextê qebûl nakim. Ez ê bibim dengê jinên Kurd û Kurdistanê. Ez ê li sûrên Amedê bedena xwe bidim ber agir'.”

‘Peyama Zekiyeyê ji me re bû mîras’

Emîne Înan, bi lêv kir ku ji bo agirê Newrozê mezin bibe Zekiyeyê bedena xwe daye ber agir û got, em ê bi vê hişmendiyê li dijî zilmê bisekinin.