Li peravên Çanakkaleyê bota ku penaber tê de bûn noqî avê bû

Li peravên Çanakkaleyê boteke lastîk ku penaber tê de bûn wergeriya û di encamê de 4 jê pitik û zarok, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li peravên navçeya Eceabat a Çanakkaleyê boteke lastîk noqî avê bû. Waliyê Çanakkaleyê Îlhamî Aktaş, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî îxbara danê sibê ekîbên ewlekariya peravê çûne herêmê.

Îlhamî Aktaş, da zanîn ku 2 kes bi derfetên xwe û 2 kes jî ji aliyê ekîbên ewlekariya peravê ve hatine rizgarkirin û wiha got: “Heta niha 4 kes hatin rizgarkirin û 16 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên destpêkê, kesên jiyana xwe ji dest dane 4 jê pitik û zarok in.”

Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam dikin.