Ji 636 femînîstan daxuyanî: Gultan Kişanak namzeda me ye jî

636 femînîst bi îmzeyên xwe piştgirî dan namzeda Hevşaredara Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dibêjin Gultan Kişanak namzeda me ye jî.”

Navenda Nûçeyan- Femînîstan, ji bo namzeda Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Gultan Kişanak li Buroya Hilbijartinê ya Jinan a li Kuçeya Konurê civîna çapemeniyê li dar xist.

Li ser navê îmzekaran femînîsta serbixwe Fatma Nevîn Vargun, daxuyanî xwend.

Fatma Nevîn Vargun, da zanîn ku Gultan Kişanak namzeda wan e jî û wiha got: “Çimkî em bi Gultanê re bi salan e rêheval in, têkoşîna rizgarkirina jinan didomînin. Di dema parlamenteriya wê de em bûn şahid ku ew li TBMM'yê bûye dengê têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê. Gultan hem ji bo rêveberiyên herêmî xurt bibin hem jî ji bo polîtîkayên wekheviya zayendî bikevin meriyetê li ber xwe da.

‘Em têkoşîna jinan û piştevaniyê mezin bikin’

Bila zîhniyeta mêr bi hesabên xwe yên biçûk re bimîne, em jin jî ji bo siberoja xwe têbikoşin. Em ê têkoşîna jinan û piştevaniya wan mezin bikin û bi ser bikevin. Îro û sibê, di hilbijatinê de û piştî hilbijartinê; em ê bi hev re têkoşînê bidin meşandin û bi hev re bi ser bikevin. Bijî piştevaniya femînîst, bijî têkoşîna azadiya jinan! Jin jiyan azadî.”